Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
in ROJEV
A A
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 14’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û got: “KNK daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku ji bo parastin û jiyandina Rêveberiya Xweser a Rojava, piştevaniyeke xurt raber bikin.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi wesîleya salvegera 14’an a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“19’ê Tîrmeha 2012’an, ji Kobanê dengê şoreşê bilind bû, çirûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê çeqiya û roj bi roj geş bû.

Rojavayê Kurdistanê ji mêj ve bû ku xwe hazirî şoreşê dikir. Ji Dêrikê, Qamişloyê, Amûdê, Serêkaniyê, Kobaniyê, Efrîn û pêve cografyaya Rojavayê Kurdistanê ji her alî ve xwe amade dikir ku li qedera xwe xwedî derkeve û bibe xwedî îrade.

Di wan şert û mercên aloziya navxweyî ya Sûriyeyê da, Kurd û Kurdistaniyan hêza xwe kirine yek daku di Rojavayê Kurdistanê da valahiyeke desthilatî çênebe, xwe di zûtirîn dem de organîze û xurt kirin û ji Kobaniyê pêve li milê rojhilatê heta Dêrikê, li milê rojava jî heta Efrînê, bajar, bajarok, gund û mezra hilgirtine bin ewlehiya hêza navxweyî.

Eve 14 salin ku Kurd û Kurdistaniyan bi bedelên gelek giran prosesa xweseriyê domandin û bi modelê Kantonan be, bi rê û rêbaz, form û statuyên din be xwe ragirtin û de facto xweseriyeke demokratîk ava kirin.

Ji destpêkê ve dagirkerên Kurdistanê ji vê rûdana nû ya Kurd û Kurdistaniyan li Rojavayê Kurdistanê nerazî bûn. Bi taybetî Tirkiye her di serî de berê tîrên xwe yên bi jahrî dane ser Rojavayê Kurdistanê. Kobanî ji bo xwe kirine hedefa yekemîn ji ber ku tirsa li welatê xwe xwedîderketinê ji wê derê destpê kiribû. Berê îslamîstên tundrew û DAÎŞ a hov dane ser Kobaniyê. Kobanê bi şereke bilind û serfiraz berevaniyeke efsanewî ya axa xwe kir û ligel DAÎŞ’ê serê hemû neyaran çemand, xwe parast û têkoşîna xwe kire destan.

Dewleta Tirk şkesteke mezin xwar di têkoşîna parastina Kobaniyê de. Vê carê Efrîn ji bo xwe kire hedef. Ji ber ku navçeya herî nêzîk a Deryaya Spî bû. Ewil bi armanca ablûkaya Efrînê dest bi dagirkirina Ezaz û Cerablusê kirin û ji navçeya xweser a Cizîrê dabirîn. Paşê jî tank û topên xwe zivirandine ser Efrînê û dagir kirin, xelkê Efrînê bi darê zorê dane koçkirin. Îro demografiya Efrînê serûbin kirine, Tirk û Ereb bi cih kirine. Piştre berê xwe dane Serêkaniyê, Girê Spî û ew der jî dagir kirin. Gefa xwe ya li ser bi temamê Rojavayê Kurdistanê jî didomînin. Li navçeyên di bin desthilat û ewlehiya îdareya xweser a Rojavayê Kurdistanê de, bi dron û gelek teknolojiyên din ên leşkerî û istixbarî qetlîameke hovane pêk anîn. Jiyana xelkê sivîl jî adeta kirine cehenem. Digel vê bêperwatiya dewleta Tirkiyeyê jî berxwedana xelkê Rojavayê Kurdistanê bi xurtî dewam dike û hemû dînamîk û mekanîzmayên îdareya xweser ji bo ewlehiya xelkê navçeyê têkoşîneke serbilindane didin.

Niha li Sûriyê rewşek nû heye. Salek û nîv pêş niha rejima Baas têk çû û Şam kete destê hêzên Îslamî. Dema rejîma Baas têkçû, di heman demê de hêzên girêdayî dewleta Tirk êrîşê deverên Rêveberiya Xweser jî kirin. Bi taybetî li Şehbayê, li Helebê û li Minbicê êrîşên xwe fireh kirin. Li devera Tişrînê şerên gelek giran rûdan. Li hemû eniyan dewleta Tirk bi hêzên xwe yên hewayî û bejayî, ev grubên tundrew destek kirin. Hinek dever ketin destê wan grubên girêdayî dewleta Tirk. Li gel hemû êrîş û gefan jî, Rêveberiya Xweser xwe parast û êrîş dane rawestan.

Lê deshilata Şamê û hevkarên wê, li vê derê ranewestan. Lêgerînên xwe yên têkbirina Rêveberiya Xweser berdewam kirin. Piştî ku peywendiyên xwe bi dewletên Ereb, Emerîka û Ewropa re xurt kirin, deshilata Şamê di hefteya yekemîn a piştî sersalê da bi hevkariya dewleta Tirk, li Helebê dest bi êrîşê kir. Piştre jî êrîşî Reqa û Dêrezorê kirin. Gelek dever girtin û heta nêzî Hesekê hatin. Hêzên parastina Rojava (YPG – YPJ) di hemû eniyan de berxwedan û deverên Kurdî parastin. Gelê Kurd jî bi piştgiriya dostan, li çar parçeyên Kurdistanê û li seranserê Cihanê, rabûn ser piyan û bi hesteke neteweyî û niştimanî xwedî li Rojavayê Kurdistanê derketin. Di encamê de 29. 01. 2026’an li gel deshilata Şamê peymanek hate îmzekirin.

Digel van komplo, arîşe û aloziyan jî, li Rojavayê Kurdistanê xelkên navçeyê bi giştî û bi hev re di xeta parastina welêt de berxwedana xwe didomînin. Di vê têkoşîna şoreşgerî ya li Rojavayê Kurdistanê de, divê rola jinan neyê jibîrkirin, bi taybetî rola jinan di dereceya pêşiyê de ye û bi rengekî pozîtîf gelek tesîrdar e.

Lê rewşa Sûriyê bi giştî aloz e û ne diyare wê paşeroja Sûriyê çibe û wê çi bibe. Deshilata Şamê pêşiyî êrîşî Elewiyan kir û li devera Lazkiyê komkujî pêk anîn. Paşê êrîşî Durziyan kirin. Ji xwe bawemendên Mesîhî ji roja pêşî ve dibin zextekî mezin de ne. Peyre jî êrîşî Kurdan kirin. Ev deshilat di şûna çereseriyê bi xwe re bîne, ji roja pêşî ve bûye bingeha pirs û pirsgirêkan.

Niha bi desthilata Şamê re şer rawestandinek heye û bi rêya diyalogê lêgerînên cîbecîkirina Peymana 29’ê Kanûnapaşî hene. Lê gelek xal hene nehatine zelalkirin. Deshitala Şamê di piratîkkirina peymanê û zelalkirina xalan da, xwedî helwesteke negatîf e. Ev rewşeke xeternake û divê em hemû Kurdistanî li ser vê rewşê hişyar bin. Divê di serî de em hewl bidin pirs û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê divê em parastina xwe xurt bikin da ku kesek nekare êrîşî deskeftiyên me bike. Parastina Rêveberiya Xweser parastina Kurdistanê ye.

Bi vê wesîleyê em weke KNK, di 14 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, xelkên Kurdistanê û hemû rêveberiya polîtîk, îdarî, asayişî û leşkerî pîroz dikin.

KNK daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku ji bo parastin û jiyandina Rêveberiya Xweser a Rojava û axa welêt û hemû welatiyan, di pileya herî bilind de piştevaniyeke xurt û mezin bikin û li beramberî hemû êriş û bizavên dagirkerî û birandinê, piştgirî bidin xelkên Rojavayê Kurdistanê.

Şoreşa neteweyî û niştimanî ya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê serkeftî û serfiraz be!”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.