Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansa Aştî û Demokrasiyê

03/09/2024
in NÛÇE
A A
Konferansa Aştî û Demokrasiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo
Bi beşdariya akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran, di 31’ê Tebaxa 2024’an de, bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê li Berlînê ‘Konferansa Aştî û Demokrasiyê’ hat lidarxistin. Konferans bi dirûşmeya “Qirkirina civakî, qirkirina jinê û qirkirina ekolojiyê ye” hatibû destpêkirin, 2 rojan berdewam kir.

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tunekirina aştiyê ye
Di konferansê de mînakên balkêş ên konsepta şer a nû ya dewletan hatin vegotin. Di serî de li ser lihevkirina dewletan a li ser tûndiyê û bêdengiya li ser komkujiyan pêşket, astengkirina mafê axaftinê ya li ser aştiyê û heta hewldana ji holê rakirina hemû derfetên aştiyê yên ku di pêşerojê de hebin, hate niqaş kirin. Herwiha piştî wê ji bo aştî veguhere xeta têkoşînê ya navneteweyî pêşniyarên xurt hatin kirin.
Dı dewama wê de hirgulîyên polîtîkaya tecrîda bê dawî a dewleta Tirk a li Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, bi mînakên berbiçav hatin vegotin. Hate diyarkirin ku bi polîtîkaya tecrîdê re ne tenê hebûna kesayeta Rêberê Gelê Kurd Ocalan, di heman demê de tinekirina fikra aştiyê û xeyalên gelan ên azadiyê ye. Hate destnîşankirin ku daxwaza azadiya Ocalan bi daxwazên gel ên aştiyê û rêzgirtina li vîna gelê Kurd ve girêdayî ye.

Peyamên ku di panêlan de hatin dayîn wiha ne:
-Serpêhatiyên ku hevdîtinên aştiyê yên li Oslo û Îmraliyê çawa û çima têk çûn?
-Dîrok wê dubare nebe û ji nû ve avakirina maseya aştiyê ancax bi dersên ku ji ezmûnên Oslo û Îmraliyê hatine girtin pêkan e.
– Ne hêsane ku vegere ser heman demê û pozîsyona stratejîk û îdeolojîk a dewleta Tirk hatiye guhertin; Û tam ji ber vê yekê tekez li ser wê yekê hate kirin ku di danûstandinên aştiyê de qanûnek nû bê danîn.
-Tecrubeyên navneteweyî yên têkildarî têkoşîna aştiyê.
-Di panela duyemîn û sêyemîn de bi berfirehî behsa serpêhatiyên Tirkiye û Kurdistanê hat kirin.
– Di panelên çaremîn û pêncemîn de sûcên şer ên dewletan hatin eşkerekirin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, ku heta doh weke çavdêriyeke spekulatîf di dewrê de bû, di nîvê jiyana me de veguherî rastiyek.
– Hate teqezkirin ku ji bo avakirina aşitiyê îsrar, hewldan û fezîleteke zêdetir lazim e, berovajî peymana şer a ku ji aliyê aliyan ve li ser mirin û kuştinê hatiye îmzekirin.
– Panelîstên ku rasterast şahidên her du pêvajoyan bûn, bi mînakên şênber diyar kirin ku dewleta Tirk di pêvajoya Oslo û Îmraliyê de ku bi hev ve girêdayî bûn, ti carî dilrast nebû, gavên pêwîst neavêt, pêşniyar nehatin kirin. Hema hema bi çekdanina PKK’ê aştiyê dê pir zehmettir bike. Her wiha, bi taybetî dema ku muzakereyên li Îmraliyê dewam dikirin, hewldana dewleta Tirk a bi piştgiriya çeteyên cîhadî ku Şoreşa Rojava bifetisîne bû kulma dawî.

Ji bona aşitiyek mayîn de teqez fikir û ramanên Rêber Apo pêkan e
-Di hawîrdoreke ku jin û zarok bi qetlîamên mezin re rû bi rû tên hiştin û hewl tê dayîn homofobî, nîjadperestî û wêrankirina xwezayê bibe hêsan bibe, ji her demê zêdetir pêdiviya aştiya civakî zêdetir bûye. Konferansê de ji bona aşitîyek cîhanî bang hate kirin.
-Di komxebatên ku tevahiya rojê dom kirin de, ji bo pêşxistina têkoşîna aştiyê rêze biryar hatin girtin. Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî de li Berlînê tê lidarxistin, li dijî şerên ku li cîhanê her roj tundtir dibin, bi armanca hevgirtina navneteweyî ava bike.
-Hat xuyakirin ku şerê lê cihnaê dimeşe hevgirtina tûndiya desthilat kar tîne dewletên ku tên qal kirin; Ukrayna, Filistîn, Sûriye, Yemen bigire heta Kurdistan, Meksîka, Ekvador, Kolombiya, , Sûdan, Sahraya Rojava,. Tamir Elam û Papuaya Rojava.
– Dibêje ku divê têkoşîna aştiyê ya li dijî îtîfaqa şer a dewletan jî bibe xwedî xisletek navneteweyî.
-Hirgûlîyên polîtîkaya tecrîda girankirî a dewleta Tirk a li Îmraliyê li dijî Birêz Abdullah Ocalan dimeşîne, bi mînakên berbiçav hatin vegotin. Hate diyarkirin ku bi polîtîkaya tecrîdê re ne tenê hebûna kesayeta Rêberê Gelê Kurd Ocalan, di heman demê de tinekirina fikra aştiyê û xeyalên gelan ên azadiyê ye. Hate destnîşankirin ku daxwaza azadiya Ocalan bi daxwazên gel ên aştiyê û rêzgirtina li vîna gelê Kurd ve girêdayî ye.

Di van panelan de serpêhatiyên ku hevdîtinên aştiyê yên li Oslo û Îmraliyê çawa û çima têk çûn hatin parvekirin
Hat diyarkirin ku di hawîrdoreke ku jin û zarok bi qetlîamên mezin re rû bi rû tên hiştin û hewl tê dayîn homofobî, nîjadperestî û wêrankirina xwezayê bibe hesanî, ji her demê zêdetir pêdiviya aştiya civakî zêdetir bûye. hat destnîşankirin ku aştiyeke ku ne tenê mafên mirovan ên çêkirî, her wiha hemû zindiyan û ne zindiyan biparêze, wê adil be. Panelîstan her wiha destnîşan kirin ku dîrok wê dubare nebe û ji nû ve avakirina maseya aştiyê ancax bi dersên ku ji ezmûnên Oslo û Îmraliyê hatine girtin pêkan e.

Encamnameyên konferansê
-Armanc dike ku bi tecrubeyên tevgerên jinan tevkariyê li aştî û demokrasiyê bike. Ev tecrîd bandorê li jinan jî dike. Heta ku ev tecrîd ji holê ranebe ti şansê me yê aşitiyê nîne. Têkoşîna hemû jinên ku rastî şîdeta dewlet û mêr hatine, di serî de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Plaza del Mayo, Emîne Şenyaşar, bigihînin platformên navneteweyî.
-Geşedanên dîrokî û siyasî rewşa Birêz Abdullah Ocalan bi çareseriya pirsgirêka Kurd re li ser eksena demokrasî û azadiyê pêk anîne. Yekitiya van her du rastiyan; Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê divê hemû xebatên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, vekirina rêya aştî û muzakereyê û derbaskirina rejîma otorîter û faşîst, bi perspektîfeke ku azadiya Ocalan di nav de ye, bimeşîne.
-Ji bo ku aştiyeke adil û mayînde pêk were, divê arşîveke bîranîna lêkolînên aştiyê bê çêkirin û pêşî li avakirina zimanekî aştiyane yê berfireh ku dê aştiya civakî pêk bîne, bê avakirin. Ji bo ku daxwaza aşitiyê û zimanê wê ji beşên cuda yên civakê re were ragihandin, divê kampanya bên organîzekirin. Di vê çarçoveyê de divê di warê dîplomasî, hiqûq, çapemenî û raya giştî de xebatên berdewam bên kirin.
-Forûma 4emîn ji bo zêdekirina hêvî û kelecana aştiyê û bilindkirina enge aştiyê di demeke nêz, navîn û dirêj de konser, mîhrîcan, kampanya, civîn, afirandina platformên dîjîtal û hilberîna hunerê ji bo aştiyê armanc dike.
-Em dikarin kolonyalîzmê rawestînin, karxaneyên çekan ku têra xwe makîneyên kuştinê çêdikin ku cîhanê çend caran hilweşînin, qetlîamên ku hemî deverên cîhanê vediguherînin dojehê, dînbûna şer ku her roj me hemûyan bêtir feqîr dike, me dikişîne ber riyên koçberiyê. , newekheviyê kûr dike û xwezayê wêran dike.
-Werin û bibin parçeyek ji vê xewna aştiyê ya ku ji aliyê dîrokê ve hatiye ceribandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.