Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di roja 2’emîn ya Festîvala Zarokan çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

02/09/2024
in NÛÇE
A A
Di roja 2’emîn ya Festîvala Zarokan çalakiyên cuda hatin lidarxistin.
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa/ Reqa

5.emîn Festîvala Zarokan di roja xwe ya 2’mîn de bi çalakiyên cihreng dewam kir.

Doh, 1 îlonê Festîvala Zarokan, bi şêweyê xwe yê nû, li Kantona Reqayê dest pê kir û tê de gelek çalakî û şanoyên hunerî li Stargeha beledî a Reqayê hatin pêşkêşkirin.

Festîval îro di roja duyemîn de li bajarê Reqayê bi gelek çalakiyan ji aliyê 150 zarokan ve, li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr didome. Di nav de govendên komên beşdar, Koma Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi stranek ji mîrateya Reqayê pêşkêş kir û Koma Behar jî straneke Kurdî pêşkêş kir.

Paşê pêşangeha wêneyan ji aliyê hevserokatiya desteya çandê Lîlav Xelîl ve hate vekirin û têde 80 tabloyên hunerî ji aliyê 23 xort û keçên navenda çand û hunerê û Hîlela Zêrîn ve hatin pêşkêşkirin, piraniya tabloyan dîmenên xwezayî û jinan dihewîne.

Piştî bidawîkirina pêşangehê, zarokên beşdar serdana baxçeyê zarokan li bajarê Reqayê kirin, li wir çalakiyeke çandiniyê li dar xistin û tê de 50 dar û giyayên bîhnxweş ên wek selwan û zuwa hatin çandin.

Festîvala êvarê bi pêşandanên hunerî û karnavalek li nêzî çarxereya Saetê ya li navenda bajarê Reqayê, ji bo zarokan pêşbirka bisîkletê hat organîzekirin û li kêleka meydanê vekirina wêneyekî dîrektîf bi dawî bû. Her wiha bi koma orkestrayê konserek mûzîkê li ser dikê Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê pêşkêş kir.

Pêncemîn Festîvala Zarokan wê di roja xwe ya sêyemîn de li gundê El-Ebara yê gundewarê bakurê kantona Reqayê berdewam dike û roja çaremîn li Kantona Tebqayê û ya pêncemîn jî li Minbicê ye were bi dawî kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.