Hemza Sêvo/ Qamişlo
Navenda Rojava ya Lêkolînên Startejîk (NRLS) di derbarê koçber û tevgera siyasî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê li hola Zana ya bajarê Qamişlo komxebat li dar xist.
Îro NRLS’ê, bi armanca diyarkirina xeteriya koçberiyê li Rojavayê Kurdistanê, destnîşankirna çareseriya koçberiyê û xebata tevgerên siyasî yên kurdî li Rojava, pê re jî asoyên çareseriya kirîza Sûriyê komxebat li dar xist.
Herwiha hin partiyên kurdî, siyasetmetar, rêxistinên civakî, rewşenbîrên kurd û hin kesên din di vê komxebatê de li ser asta kantona Cizîrê amade bûn.
Komcivîn bi xuleka rêzgirtinê hat destpêkirin û piştre semînerek derbarê koçberî, êş û azarên ku koçber rastî tên, ji hêla endamê Desteya Rêveberiyê ya NRLS’ê, Kurdiyar Dirêî ve hat dayîn. Herwiha di nav semînerê de mijara guhertina demografî ya ku li deverên dagirkirî
weke Efrîn, Serêkaniyê û hwd… çêdibe, hem jî rewşa kurdan, kampên penaberiyê yên koçberan û mijara kirîza Sûriyê hat diyarkirin.
Piştre jî sinivizyonek girêdayî êş û azarên koçberên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî li kampan de hat pêşandan. Di siniviziyonê de koçberan bang kirin ku partiyên siyasî yên kurdî bibin yek û xwedî li wan derkevin, hem jî çareseriyekê ji wan re bibînin ku vegerin warê xwe.
Di berdewamiya komcivînê de encamên rapirsînê ya ku ji hêla NRLS’ê ve hatibû amadekirin, ji aliyê endamê Desteya Rêveber, Raman Reşwanî hatin eşkerekirin. Rapirsîn li ser rola tevgerên kurdî yên Rojava bû, bi gelê kurd û hin rêxsitin û partiyên siyasî yên kurdî re hatibû çêkirin.
Di encamên rapirsînê de hat zanîn ku koçberan gotin, partiyên siyasî di warê derxistina êşa wan û pêkanîna çareseriya koçberên kampan de kêm man. Li aliyekî din jî partiyên siyasî yên kurdî rexnedayîna xwe dan ji bo kêmasiyên ku çêbûn di mijarên koçberan de û anîn ser ziman ku hemû hewldanên xwe bikin ku kirîzên koçberiyê çareser bikin.
Piştî navberekê, 10 qewêtî û pêşinyarên NRLS’ê hatin gotin. Mînak ku partiyên siyasî yên kurdî, çalakiyan ji bo biştgiriya koçberan li dar bixe. Herwiha partiyên siyasî di milê aborî de gavên girîng ji bo koçberan bavêjin pêş. Di heman demê de fişar li saziyên navnetewî were kirin ku dagirkeriya Tirk li ser deverên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê were bidawîkirin ji bo koçber vegerin malên xwe.
Di dawiyê de derfet ji bo beşdaran hat dayîn ku nerînên xwe bidin






