Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Festîvala Şahiya Zarokatiyê ya 5’emîn li Reqayê tê lidarxistin

02/09/2024
in Uncategorized
A A
Festîvala Şahiya Zarokatiyê ya 5’emîn li Reqayê tê lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa/Reqa

Bi dirûşmeya “Zarokê  îro geşbûna  pêşerojê ye” 5’emîn şahiya zarokatiyê li Reqayê ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya kantona Reqayê ve tê lidarxistin.

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Reqayê Festîvala 5’emîn a Şahiya Zarokatiyê li kantona Reqayê bi dirûşma “Zarokê îro geşbûna pêşerojê ye” li dar xist.

Festîval bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê Şehîdan dest pê kir, piştre hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya kantona Reqayê Lîlav Xelîl bixêrhatina mêvanan kir û wiha got: “Festîvala îsal ku bi diruşma “Zarokê îro, geşbûna paşerojê ye”  ji ber du sedemên girîng gelek cuda ye ji festîvalên berê  û ya duduyan hevsengiya vê çalakiya zarokatiyê ya xweş bi tawaneke hovane ya ku ji aliyê dijminên zarokatiyê û mirovahiyê ve hatiye kirin, ji ber ku zarokên me li Dêrezorê kirine hedef, lê ji vir û pê ve di vê festîvalê de em sersaxiyê radigihînin ji bo vê kiryara tirsonek, ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin.”

Piştre zarokê bi navê Sêf ku ji bajarê Dêrazorê ye û di encama bombebarana hêzên hikûmeta Şamê li ser gundê Dahla malbata xwe ji dest da, bû mêvan û beşdarî festîvala zarokatiyê li Reqayê bû.

Piştre ji zarokên beşdar pêşwaziyek hate kirin û herwiha Cîgira Seroka Rêveberiya Jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Sewsan El-Xelef axaftinek kir û wiha got: “Zaroktî ev bereketa Xwedê ye, xemilandina jiyana vê dinyayê ji bilî parastin û xwedîderketina li wê, em îro li ber destkeftiyên nû yên ku zarokatiya xwe li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi dest xistiye, pîroz dikin. Zarok ew in ku ronahiya rêya me ronî dikin û qet naçin, û festîval platformek e ku rê dide wan ku hunera xwe derxînin pêş.”

Paşê çalakiyên roja yekem a festîvalê bi stranekê ku 150 zarok tê de beşdar bûn dest pê kir, piştre dîmenek dramatîk bi navê “Dîk, Kîvroşk û rovî” hat pêşandan û piştre jî gerstêrka zaroktiyê komê jimareyek ji kovendan pêşkêş kir û jimareyek dîlanê jî ji aliyê koma Navenda Çanda Keçan ve hat pêşkêşkirin.

Di çalakiyên Festîvalê de şanoya bi navê Holako jî ji aliyê zarokên naxweşên şekir ve hat  pêşkêşkirin.

Her wiha Koma Navenda Çand û Hunerê jî stranek ji mîrateya Reqayê û stranên Kurdî ji aliyê Koma Behar ve hatin pêşkêşkirin.

Roja yekem a festîvalê bi pêşandana mîrata kurdî ji aliyê Koma Stranên Gelêrî ya Bahar ve bi dawî bû.

Li gorî komîteya amadekar, çalakiyên roja duyemîn a festîvalê dê pêşbirkên xêzkirin û govendê, vekirina pêşangehekê, serdana Muzexaneya Keşnasiyê û serdana baxçeyê zarokan bê kinrin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.