Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi meşeke girseyî jinên kantona Cizîrê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

01/09/2024
in NÛÇE
A A
Bi meşeke girseyî jinên kantona Cizîrê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Jinên azadîxwaz yên kantona Cizîrê, bi piştgiriya Kongra Star a bajarê Qamişlo ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan, Ebdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, li barjarê Qamişlo meşiyan.

Di çarçoveya pêngava cîhanî  ya bi durşmeya “Azadiya Fîzîkî Ji bo Rêber Apo, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re” Kongreya Star û jinên azadîxwaz yên kurd, ereb, suryan û hwd… bi durşmeya “Bi Ronahiya Rojê Re Em Ê Hev Bibînin” meşek li dar xistin.

Meş ji çerxerêya Osman Seberî ya bajarê Qamişlo bi pêşengitiya jinan dest pê kir û heta  Azad Mol a li taxa Xerbî hat domandin.

Di berdewamiya meşê de wêneyên Rêberê Gelan, Abdullah Ocalan hatibû bilindkirin û jinan bi silogana “Azadî Ji Bo Rêberê Netewî, Têk Biçe Faşista Tirk, Jin Jiyan Azadî û hwd…” bang dikirin.

Girseya meşê li pêşiya Azad Mol veguherî miting, piştî wê jî meşvanan xuleyeke rêzgirtinê li ser giyanê pakrewanan rawestiyan.

Her wiha di destpêkê de li ser navê Kordînasiyona Kongra Star a bajarê Qamişlo, Şîraz Hemo diyar kir ku bi felsefaya Rêber Apo jiyana jinê û tevahiya civakê li ser asta cîhanê hate ronîkirin û wiha got: “Bi rihê Sakîne, Zîlan, Bêrîtan û tevahiya jinên azadîxwaz em li qada azadiyê soza têkoşînê bidin. Jin di roja îro de di warê siyasî, civakî, aborî û hwd… de gavên pîroz avêtin û çavê xwe vekir. Bila hêzên desthilatdar û sîstema baviksalariyê xewin nekin ku dîsa bi zincîran qeyd bikin. Ev jî bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo ye, lewma jî bang li hêzên navdewletî, rêxistinên mafê mirovan û saziyên eleqedar dikin ku li hemberî tecrîda girankirî derkevin.”

Di berdewamiya mitingê de, bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan jî Sara Hesen anî ser ziman ku wê têkoşîna jinan heta pêkanîna azadiya Rêber Apo bidome û wiha axivî: “ Wekî em dizanin Rêberê me îro di nav çardîwarên bêheqiya Îmraliyê de ye, lê li pişta wî li vir em weke jinên ciwan û jinên azad hene. Li ser hîmê berxwedana jinên azad li tevahiya cîhanê dadikevin qadan û hêviya jiyankirina Rêber Apo di nav xwe de diçînin. Em ê wekî jinên ku bi saya Rêberê xwe azad bûne, hertim li ber xwe bidin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo, azadiya jinê û tevahiya civakê ye.

Mitinga girseyî bi silogana “Bijî Rêber Apo û Têk Biçe Tecrîda Girankirî” li gel tilîliyên jinan û nîşana serkeftinê dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.