Wednesday, June 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Destkeftiya herî girîng ji bo jinê Sîstema Hevserokatiyê ye’

01/09/2024
in Uncategorized
A A
‘Destkeftiya herî girîng ji bo jinê Sîstema Hevserokatiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Desteya Çandinî û Avdaniyê Leyla Saroxan diyar kir ku wekî tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser, jin di Desteya Çandinî û Avdaniyê de bi rola pêşengtiyê dilîze û xebatan pêşdixîne.

Yasmîn Omo / Hesekê

Piştî Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinên kurd hat destpêkirin, jinan di tevahiya qadên jiyanê de destkeftiyên mezin bi dest xistin û rola pêşengtiyê girtin ser milê xwe. Bi damezrandina Rêveberiya Xwesr li herêma Bakur û Rojhilata Sûriyê û avabûna sîstema hevserokatiyê, di tevahiya  deste  û saziyên rêveberiyê de jin bû pêşeng û di pêşxistin û meşandina kar û xebatê de roleke serke lîst. Yek ji desteyên ku jin tê de xwedî roleke sereke ye; Desteya Çandinî û Avdaniyê ye.

Derbarê kar û xebatê jin di Desteya Çandinî û Avdaniyê de,  hevseroka Desteya Çandiniyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  Leyla Saroxan  ji rojnameya me re axivî.

 Leyla Saroxan di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Piraniya jinên ku di desteya Çandiniyê û avdanê de kar dikin, endizyarên çandiniyê ne. Van jinan di demên borî de jî di ofîsên desteya çandiniyê de kar dikirin. Belkî destpêkê jinê wekî karekerî  xwe dihesband, lê niha xwe dihesbînin pispor û karê xwe pêş dixin.

Ji di desteya Çandiyê de di tevahiya ofîsan de cihê xwe digre, zeviyan dişopîne û di kampaniyên çandiniyê yê girêdayî nme wekî pisprê genim kar dikin. Herwiha di navenda lêkolîna Çandiniyê de jî jin bi roleke sereke radibe û kar pêşdixe. Li aliyekî din jin bi çêkirina pirojeyên cûrbicûr radibe; wekî pirojeyên sewaldariyê û çandiniyê. Di dema niha de pirojeya  Bexçê şehîd Hevrîn, pirojeyeke xwedîkirina mirîşkan li bajarê Reqayê, pirojeya xaniyên plastîkî li Tebqayê hene, niha jî hazirtiya vekirina  pirojeya dermanxaneyeke ajalan tê kirin. Dem bi dem em pirojeyan amade dikin û ew piroje jî bi destê jinê tên birêvebirin.”

Leyla Saroxan di derbarê zehmetiyên ku jin rastî wê tên wiha got: “Zehmetiyên ku destpêkê  derketin pêşberî jinê, hişmendiya baviksalarî bû. Ji ber vê hişmendiyê  herdem zilam xwe wekî pispor û rêveber didît, herwiha xwe ji jinê zanetir dihesibînin. Lê bi saya têkoşîna jinê ev zihniyet hêdî hêdî hildiweşe û jin ji tirsa ku civakê di dilê wê de çandibû, xwe rizgar kir.”

Leyla balkişand ser destkeftiyên jinan û wiha pê da çû: ” Destkeftiyên jinê ji her kesî re diyarin, destkeftiya yekemîn sîstema hevserokatiyê ye ku rê li ber jinê vekir da ku karibe bi rola xwe rabe û bighje asta biryarstendinê, vê yekê hişt ku  derfet li ber jinê vebe û di tevahiya saziyan de bi karê xwe rabe. Herwiha parastina mafê jinê yê bingehîn û xwezanekirin jî hişt ku jin bi berpirsyartiya ku dikeve ser milê rabe û xebatê pêşbixîne.

Hevseroka Desteya Çandinî û Avadaniyê leyla Saroxan axaftina xwe wiha qedand: “Li cihan heta niha jinê tirsa xwe derbas nekiriye bi rola xwe rabe. Ji ber wê em di perwerdeyên rêxistinkirin û pêşxistina jiana de berdewam in, da ku tevahiya jinan karibin bi kar û erkîxwe rabin, herwiha bi rola pêşengtiyê xebatên xwe bisrxînin.

Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî
NÛÇE

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî

10/06/2025
Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.