Lîloz Hisên/ Qamişlo
Paqijiya giştî li gund, bajar û taxan berpirsyartiyeke kolektîfe. Pîvanên bingehîn yên jiyanê ne û pêwîste ji zarokatiyê ve were pêşxistin û bibe mîna çandekê di nava civakê de.
Di nava aloziyên ku şêniyên bajarê Qamişlo tê de dijî, ji xizaniyê, kêmbûna avê û qutkirina elktrîkê û ji xeynî wê mîna pirsgirêka paqijiyê jî cihê xwe di nava van mijaran de digire û heyanî îro jî hîn nehatiye derbaskirin.
Li gelek kolanên bajarê Qamişlo ne paqijiya kolanan bi awayekî balkêş bala mirovan dikşîne. Ji ber bermahî û gemara ku li kolanan belavkirîne, her wiha bihna qirêjiyê ya nexweş di demsala gerim a hevînê de dibe sedem ku pir nexweşî derkevin holê.
Tax û kolan tijî çopin
Hin taxên bajarê Qamişlo weke Hilko, Hîzama Şîmalî, li bazara Hetînê tijî çopin. Çi di nava kolanan de û di taxan de wekî din çopa ku derdora Konteynerên çopê belavkirî, nemaze zarok, jin û zilamên ku di nava Konteynerên çopê de digerin da ku tiştên weke Naylon, bermahiyên çekan û ji xeynî wê da ku ji xwe re bifroşin û kîsên çopê vekirî dihlin û belavî derdora wê dikin. Ev wêneyekî ne xweş ji bajarê Qamişlo nîşan dide û dibe sedema gelek nexweşiyan. Ji ber ku gelek kêzikên wek mêşên qûmê li ser kom dibin ku dibe sedema nexweşiya Laşmaniyayê, ev yek dibe sedema belavbûna gelek nexweşiyên din.
Di vê dema dawî de nexweşiya Ciderî el-qîrde li gelek welatan belav bûye, pêwîste sazî û aliyên eleqdar di vê mijarê de zêdetir bixebitin û hişyariyê bidin gelê herêmê, divê zêdetir kolan û tax werin paqij kirin û parastina wan were kirin, da ku ev nexweşî neghêje welatê me, ji ber ku wê karesetekê bi xwe re bîne.
Girêdayî vê pirsgirêkê û çareseriya wê çavdêriya giştî ya beşa paqijiyê ya şaredariya Qamişlo Mihmed Reşîd Silêman ji rojnameya me re axivî.
Pilana şaredariyê
Mihemed Reşîd Silêman diyar kir ku şaredariya Qamişlo dest bi hemleyek paqijiyê kiriye û wiha anî ziman:” Hemleya paqijiyê ji 15`ê meha Tebaxê dest pê kir û di heman dîrokê de di meha Eylûlê de wê bi dawî bibe. Hemle ji çerxereya Basil destpê kiriye û ber bi aliyê Hîzamê ve û di nava taxa Hilko û derdorê û bazara Hetînê berdewame.
Mihemed Reşîd Silêman wiha domand:”Her roj 25 erebeyên paqijiyê di demên sibehê û êvarî derdikevin û li kolanan belav dibin, rojane em kolanên sereke û taxên biçûk paqij dikin.”
Mihemed Reşîd Silêman diyar kir ku hejmara karkerên paqijiyê 125’in, dibe ku hejmara wan û wesayîtên paqijiyê ji bo projeyên paqijiyê di rojên bê de zêde bibin, projeyên me hene ku em tevahî taxan paqij bikin û çanda paqijiyê li bajarê Qamişlo di nava civakê de pêşbêxin.
Mihemed Reşîd Silêman destnîşan kir ku xebata beşa paqijiyê berdewam e li tevahî taxan bi awayekî birêxistinkirî, û ji bo rawestandina kar carnan bi sedema ku hin wesayîtên paqijiyê hewceyî lênêrînê ye, ji bilî wê kar birêxistnkirî ye li gorî bernameya ajokerên wesayîtan.
Karê Beşa Paqijiyê li ser werdiyeyên 24 demjimêran hatiye dabeşkirin, wesayîtên ji bo rakirina konteyneran ji nava bajêr hene û hin erebe hene ji bo taxan hatine dabeş kirin. Her wiha xebatkarên paqijiyê ji bo tevahî tax û rêyên sereke hatine dabeş kirin.
Derbarê pirsgirêka diyardeya jin û zarokên ku di konteyneran de digerin û belavkirina çopê derdora wê wiha got:” Ev diyarde bûye weke werşeyên kar û ji hêla hin kesan ve tê kirin, me têkilî bi desteya Hundirî kiriye da ku çareseriyê deynin”.
Ji bo derengbûna wesayîtên paqijiyê û rakirina çopê bi sedema astengiyên rê di bajar de, ji bo vê yekê jî têkilî bi trafîk û komînan re hate kirin da ku bê çareserkirin.
Mihemed Silêman Reşîd diyar kir ku hejmara giliyan ya beşa paqijiyê hatiye aktîv kirin, da ku daxwazên welatiyan li hemû taxan pêk bînin û ji bo erêkirina giliyan bi awayekî bilez pêkwere.
Mihemed Silêman Reşîd destnîşan kir ku eger giliyên gel hebe di riya (Daxwaza Nivîsandinê) li navenda şaredariyê bê kirin an bi riya WhatsApp re têkilî daynin û wêneyê bi navnîşana wê re ji bona vê hejmara telofûnê (0991326495) re rêkin.
Di dawiyê de Mihemed Reşîd Silêman got:” Bi hêvî me gel parastina paqijiya taxan bikin û çopê derxînin dema wesayîta paqijiyê bighêje cihê wan, her wiha çop neyên şewitandin da ku bihnên qirêj li taxan belav nebe û nexweşiyan bi xwe re neyne”.
Paqijî berpirsyartiya her kesî ye
Ne tenê şaredarî berpirsyarê paqihjiya tax û kolanan e lê berpirsyartiya her kesê/î ye ku li vî bajarî dijî û pêwîste ku her tev bibin alîkar di parastina xweşkbûna bajarê xwe de.
Paqijî pêşketina gelan nîşan dide
Gelên paqij ew gelên ku rêzdarî ji xwe û gelê xwe re digrin, dixwaze wêneyek xweşik ji yên din re nîşan bide, ji ber ku paqijî cûreyek ji exlaqê ye.
Parastina paqijiya bejahiyê erkeke divê her kes beşdar bibe, ji ber ku gelek mirov tê de jiyan dikin, her wiha paqijî mîna neynikekê pêşketina welat nîşan dide. Her çiqas ku gel parastina paqijiya bajarê xwe bike, wê ew bajar an welat pêşbikeve.
Divê mirov derdora mala xwe û taxa xwe biparêze, çopan navêje nava kolanan û bixe cihên taybet yên ji bona çopê weke Konteynerên çopê û ji xeynî wê, piştre rola şaredariyê tê ku bi erkê xwe rabe û xebatkarên di vî warî de kar dikin bi dilsozî xebat bikin.