Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bihabûna kelûpelan jiyana xizanan zehmetir dike

01/09/2024
in Uncategorized
A A
Bihabûna kelûpelan jiyana xizanan zehmetir dike
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Sedema sereke ya bilindbûna bihayên kelûpelan, têkçûna nerxê lêreya Sûrî ye. Herwiha Desteya Pêjiyaniyê ya bajrê Qamişlo jî da zanîn ku çareseriya pirisgirêkan ew e ku di nava civakê de zanebûm û bîrwerî were avakirin.

Piştî derbasbûne 12`e salan di ser kirîza Sûriyê re, ji ber şer û dorpêça heyî aboriya Sûriyê ji sedî 80`ê têk çû, her wiha bihayê lereya sûrî li hember dolarê Amrîkî pir kêm bûye. Ji ber ku tevahiya kelûpel li gorî dolar tên firotin, vê yekê barê ser milê welatiyan girantir kir û welatî bi zehmetî debara jiyana xwe dikin. Li hemberî cûdahiyên di navbere buhayên kelûpelan û ji bo kontrolkirina bazirganiyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Pêjiyaniyê gelek kar û xebatan dide meşandin.

Derbarê bilindbûna bihayên kelûpelan, bazirgan û Desteya Pêjiyaniyê ya bajarê Qamişlo ji rojnemeya me re axivîn.

Bazirganê kelûpelan Xalid Enter da zanîn ku sedema bihabûna kelûpelan, bilindbûna nirxê dolare û wiha got: “Di dema dawî de, ji ber bilindbûna mezin a nirxê dolar li hemberî lîreya Sûrî, her kes rastî zehmetiyan hat, mûçeyên karmendan ji bo debara jiyana welatiyan, kême. Sedema wê jî têkçûna nirxê lêreiya Sûrî ye. Herwiha bilindbûna dolar li hemberî lêreya Sûrî zerarek gihand pazirganan jî. Ev yek jî ji ber bê istqrarbûna nirxê dolare. Zêdebûna bihayan û hilweşîna nirxê lêreyê bandoreke neyênî li ser jiyan û hêza kirînê ya welatiyan kir, ev yek jî di tevgera bazarê de eşkere ye. Li aliyekî din jî, yek ji sedemên bihabûna kelûpelan, ew e ku dikandar û bazirgan, piraniya kelûpelan ji derveyî herêmê dikirin.”

Zehmetiyên ku welatî dibînin

Welatiya bi nave Mehfûza Elî diyar kir ku şopandina temwînê di nava sûk û dikanan de pir lawaze û wiha got: “Di van salên dawî de, gelek aloziyên aborî derketin û di heman demê de ev alozî jî bû zehmetî li bwe jiyana gel. Her wiha gelek malbatên ku nikarin debara jiyana xwe baş bikin û gelek ji wan malbatan jî hijmara wan mezine ku gelek cara zarokên wan birçî dirazan. Ji ber ku roj bi roj kelûpel biha dibin û dolar jî bilind dibe. Her dikanek jî li gor kêfa xwe bihabûna kelûpelan zêde dike, lê ka wijdan. Her malbatek ew derfet li cem wan tune ye ku debara jiyana xwe baş biqedînin. Ji ber vê yekê pêwîste temwîn şopandina xwe di nava sûkan de û li tevahî bajar de xurt bike, temwîn bi erka xwe ya sereka na leyize.”

Zagona madeya 4`an

Rêveberiya Desteya Pêjiyaniyê a bajarê Qamişlo Bengîn Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Bi awayekî rojane ku girûbên şopandinê derdikevin bajarê Qamişlo, her wiha rojê 3-4 girûp dikevin tevgerê de û bazaran heya astekê dişopînin. Wek tê zanîn ku şopandina me li ser kelûpelên dîrokên wan hatine derbas kirin, fatûre kontirol kirin û hwd… û li gorî pirsgirêk û kêmasiyan jî ceza di derheqê wan kesan de tên dayîn. Niha gelek gazin û rexinên gel ji bo me hene, bi taybet li ser bihabûne kelûpelan. Em wekî  Desteya Pêjiyaniyê eleqadarî bi mijara bihabûnê tune ye, ji ber ku di 1`ê Nîsana 2022`an de biryara zagonî ya madeya 4 hat derxistin ku êdî bazar, sûk û tevahî cihên firotinê di aliyê bihabûnê de azad bin, ew jî ne ku bi awayekî ne wijdanî li ser gel bihayan zêde bikin.”

Sedemên Gendeliya di nava civakê de

Bengîn Ehmed da zanîn ku di nava civakê de gelek kesên dixwazin tevlîheviyê çêbikin hene û li ser jiyana gelên xizan xwe didin jiyankirin û wiha got: “Em wekî  Desteya Pêjiyaniyê heya astekê bilind me xwest ku gelek pirsgirêkan bidin çareserkirin, lê mixabin di nava civaka me de hin kes hene her dixwazin tevlîhevî û gendeliyê belav dikin. Mînaka wê jî, hin xwediyên nangihan ard ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi erzanî digre, da ku kêmaniya nan dernekeve û kêleka wê jî mazot jî bi erzanî dide wan, lê hin kes ji wan ard û mazotê digirin û derve didin firotin û bi bihayekî bilind, ji ber vê yekê her ku diçe kêmanî derdikevin û ev kes jî li gorî berjewandiyên xwe li ser mile jiyana gel xwe dide jiyan kirin. Çareseriya van pirisgirêkan  ew e ku di nava civaka me de zanebûm û bîrwerî were avakirin. Heya ku civak wiha tevbigera û li gorî berjewandiyê xwe yê kesayetî bimîne, her wê gendelî jî hebe. Em bi hêvîne ku êdî her kes ew zehniyeta kaptalîzimê ji serê xwe derxe û bi rengekî komînal û demokiratîk tevbigere.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.