Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo gelê kurd ji nû ve zindî kir

01/09/2024
in Uncategorized
A A
Rêber Apo gelê kurd ji nû ve zindî kir
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku 25 sal in îşkence li ser Rêber Apo tê meşandin û wiha gotin: “Rêber Apo gelê kurd ji goristanê rakir û ji nû ve zindî kir. Bi paradîgmaya xwe hemû plan û projeyên hêzên serdest û hegomon têk bir.”

Hêzên hegemon di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a li Sûriyeyê dest bi komploya navdewletî kirin û di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin. Di her 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê de bi girseyî derketin kolanan û komploya navdewletî şermezar kirin. Rêber Apo li êşkencexaneya Îmraliyê berxwedaneke bêhempa meşand û bi paradîgmaya konfederalîzma demokratîk jiyana azad pêşkêşî gelan kir.

Derbarê girêdana gel bi Rêber Apo re endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Rojnemeya me re axivîn.

‘Fikirê Rêber Apo bingihê jiyanê ye’  

Siyabend Efrîn diyar kir ku fikir û felsefeya Rêber Apo bû numûneyekî jiyanî û wiha got: “Fikra Rêber Apo bû bingeha jiyana nû ji bo her kesî û her kes mafê xwe nas kir. Rêber Apo di dirêjahiya salan de xebatên gelek mezin û giran dida meşandin, da ku civakê di her alî de zane bike, di heman demê de bi salan Kurd ji mafên xwe hatibûn qutkirin û dinava înkarekî re derbas dibûn ku Kurd roj bi roj nav û heybeta xwe winda dikir, Rêber Abdullah Ocalan bû nimuneyekî jiyanî. Di kesayet û fikirê Rêber Apo de hêza çareseriyê gelek girînge, yanî bi hêza xwe ya fikirî bi ser pirsgrêkan de diçe û hewl dide bi riya aqil çareser bike. Ji bo azadiya Rêber Apo jî pêwîst e em di her astê de xebatên xwe bidine meşandin. Rêber Apo di demên xwe de heya niha erka xwe li hemberî her kesî pêk anî, ji lewra ya ku dikeve ser milê me de ew e ku em jî erka xwe pêk bînin û azadiya wê ya fîzîkî mesoger bikin. Ji ber ku girêdana me bi Rêber Apo re roj bi roj zêde dibe û di heman demê de kîna me li hemberî dijmin mezintir dibe.”

‘Komploya Navneteweyî dewam dike’

Siyabend Efrîn wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Li cîhanê pêngava “Ji Rêber Ocalan re azadî, ji pirsgirêkên gelê kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Dostên kurdan di 10’ê Cotmehê di li 74 navendan di 10’ê Cotmeha 2023’an de pengava cîhanê dan destpêkirin. Komployên ku dest pê kiribûn îro didomin. Ji ber vê yekê heta ku Rêber Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe, wê her tişt kêm û nîvco bimîne. Heta Rêber Ocalan azad nebe, em çi bikin jî kêm e.”

‘Azadiya Rêber Apo wê bi destê jinê be’     

Di heman çarçoveyê de Eyda Xelîl da zanîn ku bi felsefeya Rêber Apo jin xwe ji tariyê derbasî ronahiyê bûn û wiha domand: “Girêdana me bi Rêber Apo re di asta herî jor de ye. Bêguman Rêber Apo fedakartiyekî gelek mezin kir ji bo gelê xwe, wek tê zanîn ku Rêber Apo di pirtûkên xwe de jî li ser jiyan û kesayeta jin radiweste. Di dirêjahiya salan de jin ji mafê xwe hatibû tecrîd kirin û dinava koletiyekî mezin de jiyan dikir. Sîstema zilam her dem jin dixiste dinava çar dîwarên hesnkirî de, lê piştî felesefeya Rêber Apo jin careke din xwe ji wî qalibî rizgar kir û di her qadan de xebatên xwe birêve bir. Her wiha Rêber Apo jiyana me ji nûve guhert, niha di dîrokê de gelek Rêber rabûn ser dika dîrokê lê derketina Rêber Apo gelek cuda bû, ji ber ku Rêber Apo Ronahî da her kesî bi taybetî Ronahî da Jin û hemû ferdên civakê. Ji lewra di derbarê azadiya Rêber Apo de çi were xwestin pêwîst e em bikin, yanî dikarim êda bikim ku azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê bi destê Jin be.

‘Tişta herî zor şoreşa mêjî ye’

Eyida xelîl di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pergalê berê bi hemû nirxên gel lîstibûn û wiha pêde çû: “Gel heqîqeta xwe ya bi destê hêzên serdest winda kiribû, dîsa bi pergala Neteweya Demokratîk ji nû ve bi dest xist. Fikrên Rêber Ocalan û paradîgmaya Rêber Ocalan pir zêde bi bandor e. Rêber Ocalan 40 sal berê gelê kurd ji xewa giran hişyar kir. Niha firk û felsefeya gelê kurd heye. Berê jî lehengên gelê kurd ên wekî Qazî Muhammed, Şeyh Said, Seyîd Riza û gelek kesên din hebûn. Raste. Lê van kesan ji bo gelê kurd çi kirin. Negihiştin armancên xwe. Rêber Ocalan digot ‘Berî her tiştî şoreşa fikr û ramanê ji bo me lazim e. Têkoşîn tenê bi çikan têr nake. Tişta herî zor şoreşa mejî bû. Lê Rêber Ocalan tercîha herî zehmet kir û dest bi şoreşa hişmendî û mejî kir. Pergala Modernîteya Demokratîk Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk li Rojava pêş xist. Rêber Ocalan Neteweya Demokratîk tenê ji bo gelê kurd pêş nexist. Ji bo hemû gelên bindest û hemû gelên din ev felsefe pêş xist.”

‘Mafê jin bi riye fikir û felsefeya Rêber Apo hat xuyakirin’

Di heman demê de Cîhan Gilo wiha got: “Em ji vir heya gireva Imraliyê bi germahiyek mezin silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re pêşkêş dikin, eger em li dîroka mirovahiyê bi rengekî rast binêrin gelek Rêber ji bo xizmeta mirovahiyê derketin û hewl dane ku di astek gelek mezin de xizmeta civaka xwe bikin, lê bi demê re ew Rêber têk çûn ji ber ku di astekî mezin de berjewendiyên civakê kêm bû. Lê Rêber Apo ji wan hemûyan lîkolînê wî derketin û li gorî wan tecrubeyan de tevgeriya. Dema ku Rêber Apo derket jin hevalê wî bûn, yanî kesayeta ku bi Rêber Apo re kir di her gava jiyanê de jin bû.  Di heman demê de di dîrokê de jin rastî tunebûnekî gelek mezin hat hem di hêla fikirî hem jî di hêla fizîkî de, yanî jin bê maf hatibû ragirtin. Zilamê desthiladar xwest ku fikir û îradeya jin bike bin destê xwe zilam cihek ji bo jin nehiştibû. Lê Rêber Apo wiha kir ku jin bibe xwedî maf û bibe rêveberiya sereke ya civakê. Di heman demê de Rêber Apo dema ku nirxandin dike ji her şexs û pêkhtiyê re nirxandin dike, Rêber Apo berdevkê hemû civakan ne. Niha di Rojavayê Kurdistanê de gelek partî hatin avakirin lê yekî ji wan jî ji bo mafê jin kar nekir, berjewendiyên xwe yên takekesî didane pêş.”

‘Rêber Apo gelê kurd ji goristanê derxist û ji nûve zindî kir’

Necah Gilo di dawiya axaftina xwe de bibîr xist ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal in di şertê tecrîdê de di yek hucreyê de tê ragirtin û wiha got: “Heya niha bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Tecrîdê her ku diçe giran dibe. Tecrêdê giran dikin. Li pergala Îmraliyê ev 25 sal in ku îşkence lê heye. Rêber Apo gelê kurd ji goristanê derxist û ji nûve zindî kir. Hemû plan û projeyên hêzên serdest û hegomon tev li hev kir. Dewleta tirk a dagirker ji bo hêzên navdewletî gardiyaniyê dike. CPT jî diçe Îmraliyê û ziyaretan dike, lê van raporên xwe bi raya giştî re parve nake. Rêber Abullah Ocalan gelê kurd ji goristanê derxist û azad kir. Lê niha pergal jî dixwaze Rêber Ocalan têxe wê goristanê. Divê hemû gelê kurd vê rastiyê baş bibînin.”

Post Views: 90
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.