Ayşa Silêman/ Qamişlo
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye, ev roj li hemû welatên dinyayê xwedî watedariyeke mezin û cuda ye. Piştî bidawîbûna şerê cîhanê roja 1’ê Îlonê wekî rojeke pîroz hat destnîşan kirin, da ku bibe roja bidawîbûna qirkirina mirovan. Ev roj, li hemû cîhanê tê pîrozkirin û di vê rojê de herkesê aşîtîxwaz bendewariyên xwe yên aştiyê tîne ziman.
1’ê Îlonê li hemû cîhanê tê pîrozkirin
Di 1’ê Îlona sala 1939’an de Naziyan di bin fermandariya Adolf Hitler de, bi dagirkirina Polonyayê Şerê Cîhanê yê Duyem da destpêkirin. Di Şerê Cîhanê yê duyem de 50 milyon mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ev şer roja 1’ê Îlonê dest pê kir û di heman rojê de, di sala 1945’an de bi dawî bû. Piştî şer, Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî ji bo ku careke din şer destpêneke û aştiyeke gerdûnî pêk were, 1’ê Îlonê weke “Roja Aştiya Cîhanê” ragihand. Êdî 1’ê Îlonê, li navendên cîhanê yên curbicûr bi pîrozbahiyên cihêreng tê pîrozkirin. Li gel ku 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhaniye jî, lê dîsa li dijî Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîş hene û bi deh hezaran kurd tên kuştin û tu kes dengê xwe nake, tevî ku li pêşiya wan jî diqewime lê mafê kurdan tên xwarin.
Tevî îmzekirina peyama aştiyê jî lê hîn şer berdewame
Di dîroka mirovahiyê de bi hezaran şer çêbûne. Gelek şer neketine rûpelên dîrokê de. Lê hin şer hene him ji ber ku gelek mirov hatine kuştin, him jî ji ber teknîk û rêbazên xwe di rûpelên dîrokê de cihên xwe girtine. Bi piraniya şerên di navbera du aliyan de pêş ketine, aliyekî êrîş kiriye, aliyê din jî li dijî êrîşan parastina xwe kiriye. Ji ber vê yekê li ser rûyê cîhanê gelek keleh, sûr û birc hatine avakirin. Bilindbûn û heybetiya van keleh û bircên hatine avakirin, nîşan didin ku bi şer û êrîşên çiqas mezin re rû bi rû mane. Di dîrokê de gelek şerên mezin pêş ketin. Di şerê nava dewletan û şerê global de bi sed milyonan mirov hatin kuştin. Di van şeran de gelek cûreyên çekan hatin bikaranîn. Li gel ku ewqas xwîn rijiya û bi milyonan mirov hatin kuştin jî, lê dîsa hêzên navdewletî di şer de israr dikin. Li gel ku peyman û quralên şer di nava dewletan de hatin îmzekirin û qebûlkirin jî dîsa peyman û quralan binpê dikin. Dîsa her roj bi sedan mirov li ser rûyê cîhanê di şer de tên kuştin.
Aşîtiya Cîhanî wê bi destê jinê pêk were
Îro gelek mirov ji watedariya aştiyê dûr mane. Rojane êrîş û qetilkirin li ser mirovan tê meşandin. Di vê navberê de em çiqas dikarin aştiyê bi rengê wê yê rast bidin nasîn. Girîngiya aştiyê di şexsê mirovan de tê avakirin, yanî em dikarin bêjin eger mirov fêrî rastiya jiyana azad bibe wê çaxê ji bo mirovên din jî dikare aşîtiyê pêşkêş bike. Mêr her xwe ji bo şeran amade dibînin da ku civakên aram û aştiyane neyên avakirin. Berovajî vê eger qala jinê bikin em dibînin tim yên ku li peyî aşîtiyê ne jin in. Loma heger aştiyeke cîhanî çêbibê jî wê dîsa bi destê jinan pêk were.






