Amara Baran/ Qamişlo
Zagona daxistina temenê zewicandina keçan heta 9 salî pêşkêşî perlemantoya Iraqê hatiye kirin. Berdevka Tevgera Jinên Azad yên Êzîdî (TAJÊ) Rîham Heco diyar kir ku armanc ji pwejrandina zewaca temen biçûk, pişaftina hêza jin û civakê ye.
Li cîhanê diyardeya xerab ya zewaca zarokan roj bi roj zêde dibe û gelek welatan qanûnên ku zewaca zarokan dipejirînin derdixin. Niha jî li Iraqê behsa qanûna zewaca zarokan dike û temenê zewaca keçan dadixe 9 saliyê. Di vî çarçoveyê de berdevka Tevgera Jinên Azad yên Êzîdî (TAJÊ) Rîham Heco ji rojname ya me re axivî.
`Di parlementoya Iraqê de biryarên ne di cihên xwe de derdikevin`
Rîham Heco di destpêka axaftina xwe de wiha got: “jinên Îraqê û Başûrê Kurdistanê heya roja me ya îro li gorî zagonên Iraqê bê maf mane. Zagon û biryarên li dijî jinan, bi taybet li dijî jinên kurd şerekî giran tê meşnadin. Tevî ku di gelek zagonan de mafê jinê hatiya xêzkirin lê hişmendiya zilam û destheledariya heyî rê nade ku jin bi maf û misyone xwe tevbigere, hişmendiya zilam nahêle ku jin bibe xwedî îrade, biryar, zanebûn û hêz. Her dixwaze ku jinê di bin destê xwe de bide helandin û tunekirin. Her wiha di nava eşîrên Îraqê de rewşa jinan roj bi roj ber bi xerabiyê ve diçe, mijarên zewaca biçûk zêde dinav wan de hatiya belav kirin, bêgûman ev biryara zewaca temen biçûk ne tenê wê bandorî li kesayete wê zarokê were kirin, di heman demê de wê bandorekî neyinî li ser civak û malbatê jî bike.”
`Di zagonên Iraqê de mafê jinê hatiye binpêkirin`
Rîham axaftina xwe wiha domand: “Di zagonên Îraqê de tu mafekî jinê tuneye û bi taybet di zewcandina zarokan de, ev jî li ser zehiniyeta baviksalarî û destheledaran e. Ewqas êriş û eşkenceyên ku ser jinan tê kirin, sedem ew e ku di roja îro de gelek jin radibin ser piyan û doza mafê xwe dikin, di heman demê de jin bi hemû hêz û îradeya xwe li hemberî sîstema desthilatdar û dagirker disekine, jin niha di nava tevger û tekoşînekî pir mezin de ye. ji ber vê yekê biryara hatiya dayîn ku jin êdî bi temenekî biçûk were zewcandin, da ku jin bi rêya zewaca temen biçûk bidin tune kirin û rê li pişiya wê bigirin. Dewletên desthikatdar her dixwazin ku mêjiyê jinê bi zewac û xwedîkirina zarokan bide mijûl kirin, rastê niha rojeva piranî jinê Îraqê buye zewaca temen biçûk, yanê gavên ku jin avêt û xwe pêşxist.”
`Armanca biryara zewaca temen, biçuk tunekirina civakê ye`
Rîham balkişand li ser armanca biryara zewaca temen biçûk û pêde çû: “Zewaca temen biçûk tunekirina civakê ye. Mijara zewaca zarokên 9 salî, mijareke girêdayî hişmendiyê ye. Pirsgirêka hişmendiyê jî li ser malbatan û civakê dimîne. Ger dayikekê ku keçeke 9 salî bide zewicandin ew pirsgirêka qirkirin û qetilkirinê ye, ji bo wê jî divê mijarê de ji Hikumetê zêdetir, pêwîste jin rol û misyona xwe bileyîze di pîvanê civakê de, herwiha pêwîste ev tişt werin qedexekirin û ev qanûn werin rakirin.”
`Li Iraqê di salane 20 hezar jin têne berdan`
Rîham wiha domand: “Pêwiste hemû civak bi riya baweriyê nekeve xefikên dewletê, dewlet dixwaze civakan bi xwe ve girêbide û ji pêvan û civakbûyînê derbixe, ev yek dibe qirkirina civakan, di roja me ya îro de em dibînin xort û keçê tev hev li ser piyane û dibêjin em ê tu carî van biriyaran nasnekin û ne kevin van xefikan de. Ev qanûn ne tene ji bo keçikan, ji bo xortan jî derbasda re, roja me ya îro de dema em li nav civakê mêyze dikin keçeke 12 salî bi kureke 13 salî re zewiciye, encamê zewacawan gelek tiştên neyînî bixwe re tîne. Ji ber ku hê zarokin wata zewacê çi ye nizanin, tenê weke rojeke şahî ango dawetê digrin dest û hemû zewacê bi vî renge xeyal dikin. Pişte ku dizewicin hevre famkirin çênabe û bi hevre nikarin jiyan bikin û hevdû berdidin. Li Iraqê herê kêm salê de 20 hezar jin û zilam hevdû berdidin û gelek ji wan zarok di ortê de dimînin û dibin qurabnên van biryaran. Di roja me ya îro de bi hezaran zarokên ku bê malbat mezin bûne hene, ev jî dibe sedem ku li hemberî civaka xwe dijminatiyê bikin.” `Pêwîste civak nekeve xefika dewletê`
Riham di dawiyê de bang li hemû jinan kir û wiha got: “Ez bang li hemû civakê dikim, pewîste civak nekeve xefika dewletê, ez denge xwe digihînim tevahî jinan çawa ku di roja me ya îro de li hemberî her cure zext û zoriyê disekine û serî hildide îro dikare li hember van biriyaran jî serî hilde û bibêje bese ji zilma we re, ev yek di serî de dikeve ser milên tevgerên jin de her wisa aktivîst rojnamevan û her rêxistineka jin di kur hebe dikeve ser milê wan bi her awayî li dijî van biriyran derbikevin.”