Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Jinên rojnamevan û jinên pêşeng tirs xistine dilê dijminan’

01/09/2024
in Uncategorized
A A
‘Jinên rojnamevan û jinên pêşeng tirs xistine dilê dijminan’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Nûnera Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê, Sûad Hiso da zanîn ku jinên rojnamevan û jinên pêşeng yên kurd, tirseke mezin xistine dilê hemû hêzên desthilatdar, bi taybet dewleta Tirk a dagirker. Herwiha Sûad Hiso diyar kir ku armanca dewleta Tirk û PDK’ê ew e ku bi hedefgirtina jinan, bêvîn û hêzbûnekê li cem jinan ava bikin, hem jî wan ji civakê qut bike.

Hedefgirtina jinên pêşeng, rojnamavanên jin kiriyarên ku bi awayekî rojane li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ve tên kirin. Di derbera vê mijarê de, nûnera Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê, Sûad Hiso pirsên rojnameya me bersivand û hevpeyvîn wisa bû:

-Sedema hedefgirtina rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê ji milê PDK’ê ve tê çi ye?

Mijara hedefgirtina rojnamevanan ji demeke dirêj ve ye, bi dirêjahiya dîrokê re, rojnamevanên jin û kesên azadîxwaz ên pêşeng li Başûrê Kurdistanê kar dikin ji aliyê PDK’ê ve tên hedefgirtin. Bi taybet jinên pêşeng û jinên rojnamevan ku dixwazin guhertinê li Başûrê Kurdistanê çêbikin û rastiya gelê kurd, diyar bikin. Herwiha çi kesê ku rastiya PDK’ê derdixe ji raya giştî re, rasterast ji aliyê PDK’ê ve tê girtin an jî kuştin. Ji vê yekê xerabtir, çi rojnamevanekî/e ku hewl bide dengê rastiyê eşkere bike, PDK’ê bi riya sîxurên xwe agahiyan dide dagirkeriya Tirk û dewleta Tirk jî wî/ wê hedef digire. Li Şengalê me dît ku çawa rêheval Nûjiyan a rojnamevan a ku kiriyarên PDK’ê derdixist, hat hedefgirtin. Berî demekê dewleta Tirk a dagirker bi vî hawî rojnamevanên Raghandina Azad yên jin, şehîd xistin. Berî çend mehan jî rojnamevanên Stêrk TV li Şengalê hatin hedefgirtin. Berî wan jî edîtorê ROJNEWS’ê, Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hat revandin di encamê de cezayê 3 salan lê hat birîn. Bi vî rengî PDK’ê bi rengekî eşkere tevkariya dewleta Tirk dike. Hewiha PDK’ê bi riya ajantî û sîxurtiya xwe ya bi dewleta Tirk re şerê şoreşger, pêşengên jin û tevahiya gelê kurd dike.

-Tundiya li hember jinê û hedefgirtina rojnamevanên jin û jinên pêşeng tê çi wateyê?

Dewleta Tirk di serî de û hemû dijminên gelê kurd yên desthilatdar, hertim li pêşiya sekna jinan rawestiyane û kirine hedef. Destpêkê divê em li ser berxwedamiya jinê ya bêhempa biaxivin. Wekî em dizanin, bi destpêkirina Şoreşa Rojava re YPJ’ê ew xwenên radîkal yên avakirina dewleta DAIŞ’î bi dawî kir. Di heman demê de jî, jin bû pêşenga şoreşa 19’ê Tîrmehê, hem jî vîn, karîn û hêza xwe ji bo tevahiya cîhanê da tekez kirin. Li aliyekî din jinê bi felsefe û slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ cîhan bi giştî xist bin bandora xwe. Lewma bi dirêjahiya dîroka berxwedaniya jinê dît ku bi dehan jinên kurd yên pêşneg û rojnamevan, bûn hedefa hêzên desthilatdar di serî de dewleta Tirk a dagirker. Nemazeya van pêşengan, şehîd Hevrîn Xelef, rêheval Nûjiyan, Çîçek, Sosin û hwd… Hêjayî gotinê ye ku jinên kurd bi heybet û cesaret in, lewma hertim tên hedefgirtin. Bi vê sedemê dewleta Tirk jinên pêşeng şehîd xistin, armanc jî ew e ku vîn, hêz û cesareta jinên kurd yên pêşeng bişkîne. Di heman demê de jinên pêşeng yên ku bandoreke mezin dane avakirin, ji civakê qut bikin û bêbandor bikin.

-Li hember tundî û hedefgirtina  ku li ser jinê tê meşandin  erkê ku dikeve ser milê jinê û civakê çi ye?

Jina kurd di roja îro de riya azadiyê, fikrên azad, perwerdeyê û parastina nirxên pîroz yên şehîdan nas kiriye. Ev yek jî bi saya xeta bîrdozî ya YJA-Star û felsefeya Rêber Apo bû. YJA-STAR xwedî roleke bingehîn bû ji bo pêşxistina jinan, wê li ser raman û terzê Rêbertî jin û gel perwerde kirin. Herwiha hewldaneke mezin kir ji bo azadiya jinê û tevahiya civakê, hem jî hêza me xurt kir ku em li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan derkevin. Di encama xebat û hewldanên jinê yên ku bi dihên salan hatin kirin, bedelên giranbuha hatin dayîn, ew jî keda hevalan û xwîna şehîdan bû. Êdî jina kurd destkeftî, erk û xebata xwe nas kir, tevlî hemû warên jiyanî bû çi leşkerî, aborî, siyasî, civakî û hwd… be. Di vê çarçoveyê de di nav Şoreşa Rojava de û Tevgera Rizgariya Kurdistanê gavên pîroz û bi nirx avêtin pêş. Li ser hîmê felsefeya “Jin Jiyan Azadî ” ya ku bi saya raperîna Jîna Emînî û tevahiya jinên azadîxwaz, rihê berxwedanê li cem jinên cîhanê hat çandin. Beriya çend rojan li ser hedefgirtina jina ku li Hindê rûda, bi dehan jinên azad, durşmeya “Jin Jiyan Azadî ” hildan jor û banga mafê jinan kirin. Lewma em dibînin ku xebata jinê di salên dawî de û roja îro dike xebateke bi nirx e, divê destpêkê riya vê xebat û bîrdoziyê bidomîne. Herwiha da ku kiryarên ku li ser jinên azadîxwaz, tên kirin, raweste pêwîste xeta azadiyê bidomîne. Di heman demê de jin û tevahiya civakê li ser ramanên Rêber Apo û YJA-STAR’ê tevbigerin.

Post Views: 125
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.