Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siyasetmedarên Jin bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

31/08/2024
in Uncategorized
A A
Siyasetmedarên Jin bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) êrîşên dagirkeriya Tirk ku giraniyê dide kuştina jinan, bi taybetî jinên çalakvan, rojnameger û sivîlan şermezar kir û ji hêzên navneteweyî xwest ku li dijî van sûcan helwesta xwe nîşan bide.

Diyana Mistefa/Reqa

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a kantona Reqayê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Sûriyê û bi taybet li dijî gelê Kurd şermezar kir.

Endamên meclisên jinan yên partiyên siyasî, Partiya Biratiya Kurdistanê, Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyê, Partiya Kesk a Demokrat, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Meclisa Kesk a Idlibê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li ber avahiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji aliyê Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fatima Xelîl ve hate xwendin û wiha hat gotin: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker, hewl dide li Sûriyê xewnên xwe yên dagirkirina herêmê û osmaniya nû  pêk bîne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, “Ji bo nîşandana dijmantiya xwe ya bi gelê kurd re  bombebarana xwe  ya bi riya balafirên keşfê dewam dike. Armanca wê têkbirina îradeya gelê me û têkoşîna wî ya demokratîk e. Bi taybet jinên çalakvan dibin armanca êrişên dagirkeriya Tirk.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bang li Meclisa Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo pêşî li êrîş û bombebarana dewleta Tirk a li herêmên me yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bigire û kuştina sivîlan rawestîne, biryareke cidî bigire û helwsta xwe nîşan bide.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.