Argêş Gewda/Qamişlo
Piştî Şoreşa Rojava di gelek qadan de, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek pêşketinên mezin di tevahiya qadan de bi dest xist, yek ji wan qadan jî qada xebatên diplomasî bû. Ji bona pakrewaniya keç û xortên Kurd bidin naskirin kar û xebatên diplomasiyê bigehînin serkeftinê kar û xebatên di asta jor de berdewamin. Cîgira Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Elî da diyar kirin ku di asta xebatên diplomasî û peywendiyên derve pir gavên girîng hatin avêtin.
Derbarê projeyên qada diplomasiyê a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Gulîstan Elî ji rojnameya me re axivî.
‘Kar û xebatên me yên diplomasiyê bê sekin berdewam dike’
Gulîstan Elî da zanîn ku ji bona pêşxistina danasîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê peywendiyên bi welatên derve re her diçe xurttir dikin û wiha dest bi axivtina xwe kir: “Piştî rizgarkirina axa Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê qada herî zêde giringî lê hat dayîn, yek jê qada peywendiyên derve û bi navê din qada diplomasiyê bû. Çawa di qada leşkerî de keç û xortên Kurd çeteyên DAIŞ’ê têkbirin, di heman demê de bi pêşxistina karê diplomasiyê me danasîna van keç û xortên ciwan di hemû cîhanê de kir. Peywendiyên me yên bi welatên derve û
bi hêzên Koalisyonê re,vê rastiyê berbiçav dike. Beramberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê tên kirin, gelek kar û xebatên diplomasiyê hat meşandin û gavên pir girîng di aliyê diplomasiyê de jî hat avêtin. Ev pêngava me da xuyakirin ku ev şerê hatiye kirin ne tene leşkerî bû, di her aliyên kar û xebatên şoreşê bû.’
‘Em ê cîhanê bidin fêmkirin ku êrişên dagirkeriya Tirk terorî ne’
Gulîstan Elî bibîrxist ku êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser gelê sivîl ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin, êrişên binpêkirina mafên mirovane û wisa berdewam kir: “Êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin, di asta navnetewî de her tim di rojeva kar û xebatên me yên diplomasîyê de jî cihek girîng digire. Me ji bona wan êrîşan, wêneyekî rastiyê ji bo hemû cihanê da xuyakirin. Derbarê herêmên hatine dagirkirin weke Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê, me di tevahiya hevdîtinên xwe de wekî êrişên dagirkirinê nirxand û pêşniyar kir ku dewleta Tirk di asta navnetewî de bê darizandin. Ji bona binpêkirina mafên mirovan me pir dosyayên taybet ji bona darizandina dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê di dadgehên navnetewî de amade kirin. Ev kiryarên dewleta Tirk bi ispat û dîmen wekî rapor ji aliyên peywendîdar ve hatin nîşandan. Pêşketinên di asta diplomasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çi asta leşkerî de be, çi asta aborî û siyasî de be, tên niqaşkirin û rojevkirin. Ev êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk çiqas zerera madî daye gelên sivîl hatine belge kirin. Ji bona aramiya jiyana gelên me yê herêmê di aliyê diplomasiyê de çi erk dikeve ser milê me, em ê pêş bixin. Ev dewletên ku dibêjin em dostên Kurdan e, em pirsgirêka Sûriyê wek pirsgirêka xwe dibînin, hevdîtinên girîng bi wan re hatin kirin. Peywendiyên me li gel gelek welatan jî xurttir bûne. Gelek welat û dewletên navdar jî soz dane ji bona bi lezgînî pirsgerêka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê çareserkirin. Bê guman em ji wê rewşê agahdarin ku hindek berjewendiyên dewletan dibe sedem ku li hemberî wan êrîşan bêdeng bimînin. Astengiya bingehîn yên ku xebatên me yên diplomasiyê, berjewendiyên dewletên derve yên bi dewleta Tirk ya dagirker û Hikûmeta Şamê re ye. Ev dibin sedem carnan hin mjarên berjewendiyên gel diparêzin bên paşguh û taloqkirin.’
‘Ji bona Statûya Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê em ê kar û xebatê xwe pêş bixin’
Gulîstan Elî derheqê projeyên demên pêş de agahiyên girîng dan û wiha domand: “Em ê wekî xebatkarên karê diplomasiyê heya dawiyê kijan welat mabe, kijan kesayetên navdar hebe ji bona berjewendiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê peywendiyan pêk bînin û xorttir bikin. Ev demên dawîyê gelek welatî hatin qetil kirin û gelek ji wan jî koçber bûn. Ev kiryarên wisa yên asta tometbariyê ne. Pêwîste di asta navnetewî û cihanî de dadgeh bê avakirin û bên darizandin. Hewildan û karê me hemû dê li ser xurtkirina xebatên bidome. Heya Statuyekî fermî bê destgirtin, her deriyê ku heye em ê lê bidin û niqaşên pêwîst bidin meşandin. Em ê wê zextê li welatên ku em karê diplomasiyê pêre dimeşînin, mafên mirovan yên navnetewî bi wan kiryarên dewleta Tirk weke terorî û jênosid bidin pejirandin. Mijarek din jî ya çeteyên DAIŞ‘ê yên di girtigehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tên girtin, piraniyên wan niştecihên Ewropa û welatên derve ne. Ev çete ne, kujerên bi hezaran mirova ne û tohmetên wan giranin. Ji bona ev di dadgehên navneteweyî de bên darizandin em xebatên xwe bi wan welatan re didomînin. Mijarek din jî zarok û jinên di kampa Holê dene. Ev zarok bi hişmendî û ferasetên DAIŞ’ê tên mezinkirin û perwerde kirin. Metirsiyek mezin ji bona pêşeroja Sûriyê didin avakirin. Di encamê xebatên peywendiyên derve de, me heya niha gelek zarok û jinên di kampa Holê de dimînin, radestî welatên wan kirine. Di demên pêş de ji plansaziyên me yên cûda ji bona aramî û ewlehîya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê berdewam bike.”
‘Em ê jiyaneke bi aramî ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda bikin”
Gulîstan Elî wiha axivtina xwe bi dawî kir: “Peyama me ji eve ku, hemû gelên ku xwe gihandine asta azadiyê û şoreş avakirine, em ji hewl bidin wek wan welata bi aram û wekhev jiyan bikin. Emê wek gelê Kurd û herêmê heya asta navnetewî de bê naskirin em ê dengê gelê xwe bidin guhdarkirin li hemû cîhanê. Bila bê zanin ku ev berdêla ku Rojavayê Kurdistanê û herêmê hatiya dayin bi hêsanî ne hatiye serxistin û bi hêsanî ji winda nabe.”






