Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşgerê bêhempa; Tekîn Goyî

31/08/2024
in NÛÇE
A A
Şoreşgerê bêhempa; Tekîn Goyî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Şoreşgerê kurd Tekîn Goyî bi tevlîbûn, helwest, têkoşîn û rûmeta xwe ya fermandariyê navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka têkoşîna şoreşa Kurdistanê û gelên herêmê de nivîsand.

Şehîd Tekîn Goyî (îsmet Unver) yek ji şoreşgerên pêşeng ê Kurdistanê ye, li bajarê Şirnexê yê herêma Botanê ji dayik bûye, zarokatî û ciwantiya xwe li erdnîgariya dijwar a Kurdistanê derbas kiriye. Ew di salên destpêkê yên jiyana xwe de bû şahidê zilm û zordariya ku li hemberî gelê wî tê meşandin, bi hişmendiya tolgirtinê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di temenekî ciwan de bi desteka ku ji malbata xwe girt, di sala 1992’yan de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bû.

Şehîd Tekîn ji roja tevlîbûna  têkoşîna azadiyê de, bi biryardariyeke mezin dest bi xebatê kir. Di sala 1996’an de derbasî qada Rêber Apo bû û li vê derê bi perwerdeyên ku dîtine hişmendiya şoreşgerî û ruhê berxwedanê xurt kir û bû şoreşgerekî zana. Bi taybetî piştî dîtina perwerdeyên Rêber Apo, li her qadekê temsîla felsefe, fikir û şexsiyeta mîlîtaniya Apogerî kir.

Şehîd Tekîn têkoşîna xwe ya şoreşgerî li gelek herêmên Kurdistanê berdewam kir. Li qadên ku berxwedan lê zêde bû, weke Behdînan, Botan, Mêrdîn, Qendîl, Rojava û Şengalê bi awayekî aktîf cih girt. Bi keda ku li van herêman da meşandin, li her cihî di dilê gel de cihekî taybet girt û bû yek ji navên sembol ên têkoşîna azadiyê. Di her qadê de bi dilsoziya xwe ya ji gel re û bi biryardariya xwe ya şoreşgerî hat naskirin. Wî hemû jiyana xwe da têkoşîna azadiyê. Bi îrade, coş û fedekariyeke mezin li seranserî Kurdistanê xebat kir. Xwedîderketina li têkoşîna azadiyê yek ji taybetmendiyên wî yên herî girîng bû. 32 salan li her milekî Kurdistanê li ber xwe da û ked da. Bi bawerî, cidiyet, îrade û dîsîplîna xwe ya bilind, ji hevalên xwe yên li derdora xwe re bû mînak. Şehçd Tekîn di vî şerê dijwar de bi giranî birîndar bû û lingê xwe yê çepê winda kir. Lê belê ev windabûna fizîkî nekarî têkoşîna wî ya şoreşgerî bide sekinandin. Berevajî vê, bi coşeke hîn mezintir têkoşîna xwe hembêz kir û erkên xwe yên şoreşgerî berdewam kirin.

Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Rojava kir, li ser bangawaziya Rêber Apo ya seferberiyê Şehîd  Tekîn bê dudilî berê xwe da Kobanê. Li Kobanê weke fermandarekî xwedî ezmûn di eniya herî pêş a şerê berxwedanê de cih girt. Piştî têkçûyina DAÎŞ’ê ji aliyê şervanên azadiyê ve, di gelek xebatên xizmetgûzariyê û civakî de pêşengtî kir. Herî dawî di xebatên tenduristiyê de bi awayekî aktîf cih girt, xizmetên tenduristiyê pêşkêşî hevrêyên xwe û gelê kurd  kir û di vê pêvajoyê de kedeke mezin da. Bi tevlîbûn, helwest, têkoşîn û rûmeta xwe ya fermandariyê navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka têkoşîna şoreşa Kurdistanê û gelên herêmê de nivîsand. Şoreşgerekî bêhempa bû û bîranîna wî, wê her tim di têkoşîna gelan de bijî.

Di 19’ê Tebaxa 2024’an de, dema ku Şehîd Tekîn Goyî (îsmet Unver) li bajarê Qamişlo xebatên xwe yên tendurustiyê didomandin, di encama êrîşeke hovane ya dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên bê mirov de şehîd bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.