Şêniyên herêmên Tebqa, Reqa û Girkî Legê teqîna duh ya li Qamişlo ya ku erebeke kir hedef û di encamê de welatiya bi navê Xalîde Îsa û kurê wê Hecar Silêman Şehîd bûn, şermezar kirin.
Tebqa
Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê, bi sepereştiya Partiya Sûrya Pêşeroj, şêniyên Tebqayê meşeke girseyî lidar xistin. Di meşê de silganên li dijî êrişên dagirkeriyê hatin berzkirin. Di meşê de endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ala Mihemed axivî û got: “Em soz didin şehîdên rûmet û Rêber Abdullah Ocalan ku tola êrişên.dewleta dagirker a Tirk hilînin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em ê têkoşîna şoreşgerî ya aştiyane û çekdarî bidomînin, Neteweya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta cîhanê pêk bînin”.
Herwiha serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Tebqayê Ehmed El-Xelef jî wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê didomîne, ji ber vê yekê em soz didin ku em ê li ser rêya şehîdan bimeşin û bigihin projeya xwerêveberiyê ya ku her dewlet lê digere.”
Meş bi qîrîna dirûşmên, “Ji kuştina sivîlan re na” bi dawî bû.
Girkê Legê
Di heman çarçoveyê de Meclîsa Bajarê Girkê Legê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hedefgirtina nexweşxane û sivîlan hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gundê Dirona Axa erebeya dewriya Rûsyayê li jineke ku hewl dida rê li dewriyeke hevpar a bi artêşa Tirk a dagirker re bigire li herêmê da, herwiha hat destnîşankirin ku ev kiryar ne exlaqî ye û xizmeta dagirkeriya Tirk dike.
Reqa
Derbarê heman mijarê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Reqayê jî daxuyaniyek dan, daxuyanî ji aliyê hevserokê tevgerê Ehmed El-Hemûd ve li Stargeha beledî ya bajarê Reqayê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û welatiyan Şermezarkirin û hat destnîşankirin ku ev êrîş di encama şikestinên wê yên li hemberî hêzên gerîla ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li kantona Reqayê soz didin ku em ê li hemberî hemû êrîşên dewletên dagirker bisekinin û wan bişkînin. Em ê li gorî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û Şehîdan li ber xwe bidin, heta ku em hemû hêzên ku li dijî dagirkeriyê têk bibin”.






