Lîloz Hisên/ Qamişlo
Jina ciwan ya bi navê Cûdî Ibrahîm ku insyatîfeke kesayetî ya çandina daran li bajarê Qamişlo daye destpêkirin diyar kir ku hevkariya civakî bingeha serkeftina tevahî insyatîfan e.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedema şer û pêvçûnên domdar, di piraniya warên jiyanê de gelek kêmanî derket mîna qûtkirina av û elktrîkê, gel jî neçar ma ku alternatîfên cuda bide bikaranîn. Ev altirnatîv jî bûye sedema qirêjkirina hewa û jîngehê bi giştî. Di heman demê de ziyaneke mezin li tendirustiya mirovan dike. Li hemberî wê jî, da ku hewaya herêmê û jîngeh bi giştî paqij bibe, gelek pêngavên cûda tên li dar xistin. Yek ji van pêngavan ku bandoriyekê erênî li jîngehê de, pêngavên çandina daran e.
Armanc projeyên çandiniyê:
Hebûna daran li bajar û gundan dihêle ku hewa ji gazên jehrî paqij bibe, ji bilî wê vegirtina CO2 ji bo kêmkirina guhertina avhewayê, herwiha ji bo parastina bejahiyê û tenduristiya mirovan ji nexweşiyên respirasyonê kêm bike, wekî din aboriya herêmê pêşdixe û dihêle xwe têr kirin çêbibe.
Li bajarê Qamişlo jineke ciwan bi navê Cûdî Ibrahîm bi slogana “Dar pişika bajêr e” insyatîfeke kesayetî ya çandina daran da destpêkirin, armanca wê jî parastina xwazyê û zêdekirina hişyarkirina civakî ye.
Derbarê mekenîzmeya inseyatîfa çandina daran û armancên wê, jina ciwan ya ji bajarê Qamişlo ku insyatîf daye destpêkirin ji Rojnameya me re axivî.
Cûdî Ibrahîm di destpêka axaftina xwe de wiha got: ” Tîma me ya hemleyê ji 101 kesan pêk tê, ji wan 11 endezyar û 4 pisporin. Hemleya çandiniyê wê li ser asta kantona Cizîrê bi giştî be li bajar û gundan. Di riya komînan wê dar bên belav kirin û ji aliyê xwe ve wê daran bişopînin û biparêzin. Lîsteyek me amadekiriye nêzî 2000 kes tevlî hemleyê bûne, gelek kampanî, endezyar, bijîşk û hinek dikanên bazirganiyê wê alîkariyê bidin me û tevlî hemleyê bibin, çi di riya pêşkêşkirina alîkariya madî an pêşkêşkirina daran û çawaniya çandina daran.”
Cûdî Ibrahîm wiha pê de çû: “Me sardana Desteya Ekolojîk kir ji bo alîkariya me bike ji ber ku ew piştgiriya hemleyên dilsoziyê yên civakî dikin wekî din wê hejmareke baş ji daran pêşkêşî me bike. Tîma wan ya çandiniyê jî heye wê bi mere bibe akîlar ji bo çandinê, zêdetir gundên ku hewcdarî daran e nas dikin. Wekî din me danûstendin bi xwediyên meştelan kir ji bo peydakirina cureyên daran; darên berdar wê li gundan bên çandin ji bo pêşketina aborî û xwe têrkirin zêde bibe, êdî nema hewce hebe em sebze û fêkî ji derve bînin.”
Cûdî Ibrahîm wiha domand: “Hemleya çandina daran di 15`ê meha Îlonê de ji bajarê Qamişlo wê destpê bike û ber bi Amûdê, Dirbêsiyê û Hesekê ve biçe. Bi rastî pêdiviya şînkayê li derdora me pir heye, ji ber ku jenertorên elktrîkê pir bûne nemaze kargeha û kargehên neftê û gazê ku bandoreke neyinî ser jiyana mirovan dike gelek nexweşiyan bi xwe re tîne mîna nexweşiya Rebû û Qnsêrê di riya zêdebûna mesaheta şînkayê em karibin nexweşiyan kêm bikin, hewayeke paqij peyda bikin û em bibin parçeyek ji desteya ekolojîk û alîkariya wê bikin di vî warî de.”
Cûdî Ibrahîm diyar ew ê semîneran jî bidin di riya komînan têkildarî armancên hemleya darçandinê herwiha belavkirina broşorên hişyarkirina civakî derbarê parastina bejahiyê, me çend semîner jî dane çend taxan û em ê berdewam bikin vê yekê û got: “Em dixwazin çandina daran bibe çandek di nava civakê de belav bibe. Em ê di hemleyê de zarokan jî tevlî bikin ji bo ji zaroktî li cem wan ev çand çêbibe û çawa parastina daran û derdora xwe bikin”.
Cûdî Ibrahîm wiha gotinên xwe bi dawî kir: ” Hêviya min ku hemû civak tevlî vê hemleyê bibin ji ber ku alîkariya civakî bingeha serkeftina hemleyan e û insyatîf bidestxistina çandê ye. Ji bo parastina nifşên bê ji nexweşiya em daran biçînin û cihên şînkayê mezin bikin, ji ber ku darçandin bingeha domandina jiyanê ye û dibe alîkar ji bo guhertina avhawaya me ber bi baçûbûnê”.
Darên ku bên çandin ev in: (Zeytûn, Hinar, Tû, Tirî û Fisteq Helebî û Kestena,Leymûn û Xurme) li gundan bê çandin, li bajar wê yên( Şemsî, Hinar, Tirî û Leymûn) bên çandin