Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Yê ku tê darizandin ne Silêman Ehmed e, pênus û dengê rastiyê ye’

28/08/2024
in Uncategorized
A A
‘Yê ku tê darizandin ne Silêman Ehmed e, pênus û dengê rastiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Rojnamevan Zinar Yildiz da xuyakirin ku di demên dawiyê de li Başûrê Kurdistanê zext û zordarî hatiye zêdekirin, ji bona dengê rastiyê dernekeve holê.

Di 25’ê  Cotmehê a  2023’an , edîtorê ajansa Rojnewsê ya beşa Erebî, Silêman Ehmed ev 5 sal bû ku bi fermî ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibû, ji deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) yê di bin kontrola çekdarên PDK’ê de ye,  dema ji bo serlidana malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bike, di aliyên çekdarên PDK’ê ve hat girtin. Bi awayekî fermî dihat diçû, ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi hinceta tevlî çalakiyan bûye û endamê PYD (  Partiya Yêkitiya Demokrat) hat girtin û hat darizandin. Di encamê de cezayê 3 salan girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed hat birîn.

Derbarê girtina rojnamevan Silêman Ehmed de, hempişeyê wi rojnamevan Zinar Yildiz ji rojnameya me re axivî.

‘Bi awayekî fermî hevalê me derbasi Başûrê Kurdistanê dibû’

Rojnamevan Zinar Yildiz da xuyakirin ku ev biryara girtigehê derheqê Silêman Ehmed de hatiye birîn, siyasî ye û wiha dest bi axivtina xwe kir: “Di serî de dema mirov nêzikatiyên desthilat û metingeran binirxîne, rê nade ragihandin û sazîyên çapemenîyê ji bona bikarin heqiqetê derxinin holê. Taybet li Başûrê Kurdistanê herêmên di bin desthilatîya PDK’ê de piştî dîroka 2003’an têkbirina rejîma Sedam Hûsên, PDK‘ê bû desthiladar. Ev ji di aliyê neyênî de pir guhertin bi xwe re anîn. Pir kiryarên derqanûnî li hemberî çapemenî û ragihandina azad pêk anîn. Di bin desthilatiya PDK’ê de gelek rojnemevan hatin qetilkirin. Bi şêwazekî wisa ev dikirin ku kujerên wan ne diyar bin. Pir rojnamevan hatin girtin, cezayên bi salan yê girtîgehê li wan hat birin û dest danîn li ser alavên wan yên ragihandin ê. Di wî alî de dema mirov siyaseta PDK’ê dinirxîne, taybet li hemberî rojnamevan û endamên çapemeniya azad dîrokekê reş e. Destûr nadin ku dezgeh û saziyên çapemeniya azad bi şêwazekî fermî kar û xebatên xwe li Başûrê Kurdistanê bimeşînin. Rojnamevan Silêman Ehmed jî endamekî fermî yê ragihandinê bû. Di ajansa Rojnews ya beşa zimanê Erebî de kar dikir. Hatin çûyina xwe ya li Başûrê Kurdistanê fermî bû. Rûxmê ku bi dehan caran deriyê Sêmalka (Pêşxabûr) hatibû li Rojavayê Kurdistanê jî, ji bona hevdîtina malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê. Silêman ji parêzerê xwe re dibêje, dema tê desteserkirin di aliye çekdarên PDK’ê ve demildest lêpirsîna wî di aliyê endamên MÎT‘a Tirk ve tê kirin. Pirsên ku lê dipirsin û kesên lê pirsîna wî dikin hemû saziya istixbarata Tirk ya MÎT‘ê ye. Ev revandina Silêman Ehmed bi hevkariya PDK’ê û MÎT a Tirkan hatiye kirin.”

‘Mafên wî yên xwe parastinê destê wî hatine girtin’

Zinar Yildiz wisa berdewam kir: “Mafên Silêman Ehmed yên xwezayî yê parastinê ji destê wî hatine girtin. Demekê dirêj agahî ji malbatê re jî nehatiye dayîn. Parêzer nedikarin biçin hevdîtinê bi Silêman Ehmed re pêk bînin. Heya Demekê ji raya giştî jî, di derheqê rewşa Silêman Ehmed de ne agahdar bû. Girtina Silêman Ehmed ne qanûnî ye, revandinekî çetewarî . Çawa li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de dimeşin û kiryarên wisa tên kirin, heman hişmendî di aliyê PDK’ê ve tê meşandin. Di ti qanûna de ne hatiye nivîsandin ku endamê çapemeniye bê ku ispatek hebe bê girtin.  Ji ber wê em weke endamê ragihandina azad dibêjin pêwiste ev biryar bê xêrakirin û demildest hevalême bê berdan. Ji ber ev sedema ku hevalê me tê darizandin, sedemeke sîyasî û dervî hiqûqî ye. Dibêjin Silêman Ehmed endamekî Partiya Yêkitiya Demokrat (PYD) ye. Ev sedem rast be jî  PYD partiyek fermî ya Rojavayê Kurdistanê ye. Ji bona serkeftina yêkîtî û rizgariya Rojavayê Kurdistanê ev qas kar û xebat kiriye. Niha jî pêşengiya şoreşa giştî Sûriyê dike. Yanî ger rojnamevanek bibe endamê rêxistinekî fermî ev ne suc e. Nûnertiya PYD li Başûrê Kurdistanê jî heye.  Ev dide xuyakirin ku armanca PDK’ê ne tenê dîlgirtina Silêman Ehmed e, armanc ne rewa nişandana PYD li  Başûrê Kurdistanê ye.”

‘Pêwêste rojnamevan bibin dengê azadiya Silêman Ehmed’

Zinar Yildiz axivtina xwe wiha bi dawî kir: “Erkê dikeve ser milê endamên Ragihandina Azad, bername  û nûçeyên tên amade kirin de, wan kiryarên ji derveyî hiqûqê bikin rojev. Siyaseta PDK’ê ya li hemberî ciwanê Kurd bê rojev kirin, ji ber raya giştî jî van mijaran agahdar bibe. Dibe rastiya ku di holê hertim bên şopandin. Deng û pênûsê endamên ragihandinê yên dîlgirtî di destê PDK’ê de, ne sekine. Ew hewil didin Silêman Ehmed kesayetî bi darizînin lê ya rastî pênus û rojnamevaniya Silêman Ehmed tê darizandin. Ev ji armanc tê kirin ku ji bona PYD û endamê wê bike armanca êrîşên dagirkeriye dewleta Tirk. Peyama me ji bona hemû dezgehên ragihandinê yên navnetewî ye, bila demildest bertek û nerazibûneke tûnd wê biryara derheqê Silêman Ehmed de bidin nişandin û tiştê pêwîst were kirin.”

Post Views: 59
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.