Hemza Sêvo/ Qamişlo
Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat, Luqman Ehmê da zanîn ku Partiya Kesk di germahiya Şoreşa Rojava de hate damezrandin. Herwiha Ehmê diyar kir ku armanca partiyê ew e jîngeha herêmê biparêze û pirsgirêka gelê kurd li Sûriyê çareser bike.
Partiya Kesk a Demokrat yek ji partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ew xebateke siyasî li nik guhdan û parastina jîngehê dide meşandin.
Ev partiî bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re hate avakirin û şaxên wê li tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Li kantona Cizîrê 6 nivîsgeh, li kantona Reqayê nivîsgehek û li kantonên din hejmarek endamên wê hene.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku sîstema hevserokatiyê dide meşandin, di destpêkê de serok û cîgir bû û di sala 2021’ê de di kongreya 2’yemîn de bû sîstema hevserokatiyê. Niha Reşa Ebas û Luqman Ehmê hevserokatiya wê dikin. Ev partî kongreya xwe her 4 salan li dar dixe, di kongreyê de nav ji bo hevserokatiyê, meclisa partiyê û desteya rêveberiya wê tên destnîşankirin.
Têkildarî avabûn, pîvan û xebata siyasî ya Partiya Kesk a Demokrat, Hevserokê wê Luqman Ehmê ji rojnameya me re axivî.
Avabûn û armanc
Luqman Ehmê di derbarê avabûn û armanca Partiya Kesk de wiha anî ser ziman: “Ji xwe Partiya Kesk di germahiya Şoreşa Rojava de hate avakirn. Destpêkê weke girûpeke çalakvan ketin nav giftûgoyê ku karibin li gor rewşa siyasî û jîngeha heyî ya ku Rojava tê re derbas dibe, partiyekê ava bikin. Ji ber wê jî di 1’ê Berfanbara sala 2013’an de Partiya Kesk a Kurdistanî li Qamişlo hate
raghandin. Piştî wê di dawiya meha Gulana 2015’an de kongreya xwe ya yekemîn hate lidarxistin. Di kongreyê duyem de navê Partiya Kesk a Kurdistanî hate guhertin û bû Partiya Kesk a Demokrat. Sedem ew bû gelek netew di herêma me de hene weke ereb, suryan û hwd… Di destpêka Şoreşa Rojava de rewşa jîngeha herêma me gelekî xerab bû, rêjeya daran gelekî kêm bû. Di heman demê de pêwîstî hebû ku partiyeke nû bi pîvan û rêgezeke nû were avakirin. Armanca me jî ew bû ku jîngeha xwe biparêzin û xebateke siyasî bidin destpêkirin. Bêhtirî xwe em derfetê bidin jin û ciwanan ku tevlî xebata siyasî bibin û bi pîvanên Partiya Kesk karê dîblomasî bikin. Partiya Kesk rêgezekê dihewîne nava xwe ku ew rêgez jî destnîşan dike ku rêjya jinan ji 100’î 40 be û ya mêran 60 be, terzî wê jî eger rêjeya jinan 60 be divê ya mêran 40 be. Di dema heyî de jî rêjeya jinan di nava Partiya Kesk de ji rêjeya mêran pirtir e. ”
Pîvan
Ehmê girêdayî pîvanên Partiya Kesk a Demokrat wiha axivî: “ Bê guman her partiyek xwedî armancên curbecur in û her yek ji ya din cudatir e. Ji armancên bingehîn yên Partiya Kesk; çaeserkirina pirsgrêkar gelê kurd li Sûriyê, herwiha wekheviya di navbera hemû zayendan de. Di destpêka ku Partiya Kesk hate damzrandin, sîstema wê ya rêveberiyê bû, serokek hebû û cîgirek hebû, eger serok mêr ba, divabû jinek cîgir be, terzî wiha jî dibû. Lê di kongreyê me yê duyemîn de sîstema partiyê bû hevserokatî û heta roja îro jî ev sîstem berdewam e. Di heman demê de ektîvkirina rola ciwanan di hemû warên jiyanê de, hem jî çareserkirina hemû pirsgirêkên jîngehê. Nêznbûna me ji aliyê jîngehê ve û parastina wê ne li ser bingehê hişmendiyeke radîkal e. Ango kar û xebata ku ji bo parastina jîngehê tê kirin, ne bi awayekî teng e. Nimûne; em dizanin ku erebe û kargehên cuda bi rengekî neyînî li jîngehê dikin, çênabe em erbebe û kargihan rawestînin ji ber ku ev rawestandin wê bandoreke neyînî li aliyê jiyanî bike. Lê em dikarin rêbazên cuda çareseriyekê ji bo van tiştên ku zererê li xweza û jîngehê dike, bibînin. ”
Xebata wê ya siyasî li nik parastina jîngehê
Luqman Ehmê di derbarê xebata Partiya Kesk de wiha domand: “Partiya Kesk salane civîna xwe li dar dixe, li ser vê bingehê xebata xwe ya salê dinirxîne, hem jî pilana xwe ya dema pêş ji bo xwe diyar dike. Di vê civînê de biryar tên standin û bi rengekî komî li ser van birayran karê piratîkî tê meşandin. Hem ji bo çakkirina rewşa jîngehê û hem jî meşandina kar û xebata siyasî kar tê kirin. Ji ber ku biryardayîneke siyasî bandorê li hemû aliyên din yê jiyanê dike, divê her biryareke ku were standin ev biryar erênî be. Biryar û siyaseta ku aliyên siyasî yên cîhanî, hêzên desthilat û kapîtalîst dikin, tev jî bandoreke neyînî li cîhanê û xwezayê dikin. Ji ber vê yekê jî êdî rewşa jîngehê bi giştî di xeteriyê de ye, di dema heyî de jîngeh ji mirov re dibêje ku eger siyaset û kiryarên te bi vî rengî bidomin têkçûna te gekekî nêzîk dibe. Lewma em weke Partiya Kesk xebatekê ji bo parastina jîngehê dikin û hem jî karê siyasî dikin. Em salane li Bakur û Rojhlatê Sûriyê pêngava xwe ya çandina daran û parastina jîngehê didin meşandin, herwiha bîrweriya parastina jîngehê di nava gel de didin avakirin. Hêjayî gotinê ye ku me îsal nêzî 20 hezar dar li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kirin. Di heman demê de em semînerekê bi navê Jîngeh û Polîtîka di nava gel de didin dayîn, semînera me domdar e û ji bo civakê bi giştî tê dayîn. ”






