Lîloz Hisên/ Qmişlo
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Emîne Bêrim driya kir ku mijar û nirxandinên ser asta bilind hate nîqaş kirin, mijara dîblomasî ya herî girin bû da ku têkiliyên bi jinên cîhanê re bê xurtkirin û hêz kirin.
Di dîroka 20`ê meha tebaxê sala 2024`an kongra sêyemîn Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li bajarê Hesekê hate li darxistin, bi drûşmeya “Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, Misogeriya Civaka Exlaqî, Siyas Demokraîk e” bi tevlîbûna zêdetirî 400 delege. Herwiha bi hazûrbûna saziyên Rêvebriya Xweser, kongra Star, MSD, Saziya Malbatên Şehîdan, bi hemû pêkhateyan.
Derbarê encamnameya Kongreya Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê endama Meclisa Giştî a Partiyê a Helebê Emîne Bêrim ji rojnameya me re axivî.
Emîne Bêrim di destpêka axaftinên xwe de bal kişand ser naveroka kongir û wiha got: “Nirxandinên ser asta du salan hate kirin, çawa meclisa jin karîbû di nava partiyê de xwe bi rêxistin bike tevî zor û zehmeyên ku herêm tê de derbas dibe. Kêmasiyên ku derketin di du salan de jî hate nirxandin û rexnekirin. Rexneyên pir giring li pêş bûn der barê mijarên birêxistinkirina jinan û nekarîbûna negihaştina hemû jinan di milê rêxistinî, diblomasî , kar û xebata di nava gel de û bi taybet di nava jinan de, di van mijaran de nirxandinên di astên herî jor hatin kirin.”
Emîne Bêrim wiha domand: “Nirxandinên taybetî ku çawabûna karibin jinên ciwan di nava meclisa jin de bi rêxistin bikin, ji ber ku ger jinên ciwan xwebirêxistin bikin wê demê meclisa jin jî xwebirêxistin dike û bi hêz dibe. Herwiha mijara hevserokatiya hevbeş hate nirxandin ku cara yekemîn partiya PYD’ê serkêşiya vê sîstemê kir û bû tecrûbeyek ku cihê xwe girt li her deverê hate rûnişkandin.”
Eemîne Bêrim da xuyakirin ku jinên ereb li aliyê Dêra Zorê, Reqa û Tebqa daxwaza birêxistinkirina jinan zêdetir kir bi taybet li aliyên wan li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û xeta jina azad ev nîqaşên herî giiring di kongir de hate kirin û wiha domand:” Jinên ereb daxwazî li meclisa jin kir ku derbasî van aliyan bibin jiber ku wir hîn jin tên kuştin, di bin desthilatdriyê ne da ku bihêlin jinên li wê deverê jî xwedî îrade, hêz, fikir û îdyolojî bin. Beşê herî giring ew bû ku em çawa jinê perwerde bikin û pêşxistina zanista jinê di nava hemû civakê bidin belav kirin. Nîşqa ser vekirina Akadîmiyan ji bo meclisa jin hate kirin da ku zêdetir bêne perwerdekirin.”
Emîna Bêrim wiha doman: “Di kongir de çawabûna Zagona Jinê di nava civakê bibe mijareke sereke ku em kaibin li gorî wê tev bigerin û kesên destên wan di kuştina jinan de heye bên ceza kirin; hate nîqaş kirin. Meclisa Jin a PYD roleke sereke bilîze di nava nivîsandina hevpeymana civakî û ya taybetî jinê û cihê xwe tê de bigrin. Herwiha di aliyê dîblomasî de nîqaşên pir girin hate kirin ku em karîbin di bin slogana (Jin, Jiyan, Azadî) ku çawa çirûska yekemîn di hundirê rojhilata kurdistanê de hate pêxistin îro em dibînin li Efxanistan, Hindistan û hemî jinên cîhanê di bin vê drûşmeyê xwe birêxistin dikin, lê em karibin di milê dîblomasî de wan jinan hembêz bikin weke partiya PYD bi taybet meclisa jin. Di milê dîblomasî xwe xurt bikin têkiliyên xwe bi hemû jinan bikin û wan jî birêxistin bikin li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku hiştiye jin bibe xwedî îrade, felsef, biryarên herî giring ji bo jinan bidin meşandin.”
Emîna Bêrim wiha domand: “Piştî nirxandina rewşa siyasî, rêxistinî, perspektîfên rêber apo hatin xwendin , çalakiyên ku di van sala ne hatin kirin di senevîzyonekê hate pêşkêş kirin, pîrozbahî hatin xwendin, mekenîzmeya kar hate xwendin û li ser hate erê kirin, hilbijartin hate kirin, meclisek nû hate hilbijartin û 32 endamên meclisa jin di nav de yên kantonan de hatin hilbijartin û li ser hatin erêkirin.
Kongir bi encamnameyekê û hejmareke biryar hatin derxistin bi dawî bû:
Biryarrên hatin derxistin evin:
-Asta têkoşînê bilind bikin ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya fîzîkî.
-Li hember madeyên hişbir ku di nava jinên ciwan tê belavkirin têkoşînekê bidin meşandin.
-Di aliyê zansita jinê perwerdeyê girtî û vekirî li ser asta partiyê were vekirin.
-Civînên berfireh û biçûk di nava civakê de bidin meşandin bi serkêşiya jinê.
-Xurtkiria têkiliyên dîblomasî û dengê xwe bighêjin hemî jinan di cîhanê yên bi drûşmeya ( Jin, Jiyan, Aadî) ji xwe re kirin esas û vê sedsalê bikin sedsala azadiya jinê.
-Em hewil bidin û bibin alîkar ji bo bihêzkirina YPJ û HPC.