Navenda Nûçeyan
Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Omer Guneş, anî ziman ku nêta Tirkiye tune ku di mafê hêviyê de gavan bavêje û got: “Mînaka rewşa Abdullah Ocalan li cîhanê tune ye. Êdî bi gotinê jî nayê pênasekirin.”
Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Omer Guneş, li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ku di 2014’an de ji bo Rêber Abdullah Ocalan dabû axivî û wiha got: “DMME’yê 10 sal berê ji bo mafê hêviyê bê parastin biryar dabû. Ez di wê baweriyê de me ku Tirkiye der barê serbestberdana Abdullah Ocalan a ji bo mafê hêviyê de tu gavan navêje. Dema em li şert û mercên heyî dinêrin û helwesta Tirkiyeyê ya neçareserkirina pirsgirêka kurd dinêrin; em digihêjin wê baweriyê ku Tirkiye tu gavan navêje. Rewşa ku Abdullah Ocalan tê de ye rewşeke mînaka wê tune ye. Êdî gotina Rewşa Awarte jî têra pênaseya şertên ku Abdullah Ocalan tê de ye nake. Rewşek pir taybet û xwemalî ye. Rewşek wisa di lîteraturê cîhanê de tune ye.”
Tirkiye ji xweber gavan navêje
Parêzer Omer Guneş, da zanîn ku di cîhana moderin de nehatiye dîtin ku rêberekî 13 salan bi parêzerên xwe re hevdîtin neke û wiha pêde çû: “Bi taybetî 9 sal in di bin tecrîdeke mutlaq de ye. Heta niha tecrîdek wisa mutlaq û ew qas giran li ser tu rêberekî nehatiye meşandin. Ji ber vê yekê gotina binpêkirina mafan êdî têrê nake. Tirkiye girêdayî peyman û saziyên navdewletî ye. Li vir a girîng rol û bandora saziyên navdewletî ya li ser Tirkiyeyê ye. Heta ku Konseya Ewropa (KE) Saziya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û hwd, rola xwe nelîzin Tirkiye gavan navêje. Her wiha rewşa girava Îmraliyê jî nayê guhertin. Hêza Tirkiyeyê ya navxweyî têrê nake hin guhertinan bikin. Xwestekek Tirkiyeyê ya guhertinê jî tune ye. Heta ku hêzên derve li ser Tirkiyeyê ferz neke, Tirkiye bi xwe guhertinan pêk nayîne. Heta ku hêzên derve zextan li Tirkiyeyê neke, Tirkiye tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranake. An jî divê tevgera kurd bi awayekî serkeftî gavan bavêje ku guhertinan pêk bîne.”
Gelek gav hatin avêtin
Parêzer Omer Guneş, bal kişand ser xebatên dîplomasiyê yên ji bo çareseriya pirsgirêkên kurd jî û ev agahî dan: “Di aliyê dîplomasiyê heta niha têr neke jî gelek gav hatine avêtin. Ev xebat bi hin kesayetên demokrat ên navdar re hatin kirin, kesên navdar ên wekî akademisyen, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar re, him jî bi saziyên sivîl re xebat hatin kirin. Dîsa di qada navdewletî bi taybetî li Ewropayê bi delegasyon û rayedarên dewletê re hin hevdîtin hatin kirin. Ev xebat heta astekê digihêje pêlek girîng. Ji bo dîplomasiyê derfet û sazî jî hene.”
Encam girêdayî têkoşînê ye
Omer Guneş, li ser encamên xebatên dîplomasiyê jî rawestiya û wiha got: “Beriya her tiştî armanca van xebatana fikrek û hestiyariyekê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bidin çêkirin pêş dikeve. Bala şexsiyetan, saziyan û dewletan dikişine ku gelê kurd ji bo azadiya Abdullah Ocalan dixebitin. Wekî Nelson Mandêlla, azadiya Abdullah Ocalan jî ji bo gelê kurd mijarek jiyanî û gelekî girîng e. Kurd çiqas serkeftî têbikoşin dê encam jî ew qas xurt bi dest bixin. Dema gelê kurd bandorekê li ser hêzên derve bike û ev hêzên derve erka xwe pêk bînin, dê wekî Nelson Mandella, encamê bigire û dê ev hêz bandorek mezin li ser Tirkiyeyê bikin.”
Eleqeya pirtûkên Abdullah Ocalan zêde ye
Guneş, bal kişand ser xebata xwendina fikr û pirtûkên Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: “Ev xebata xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan eleqeyek baş dibîne. Xebatên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hem di asta kesayet û saziyan de û hem jî di asta rêxistinan de eleqeyek mezin dibîne. Belavkirina van fikran gelek girîng e. Eleqeya vê xebatê baş e, lê pêwîste mirov hinek din berfirehtir bike.”
Helwesta CPT siyasî ye
Parêzer Omer Guneş li ser rola CPT jî rawestiya û wiha got: “CPT her çendî der barê Abdullah Ocalan de raporan amade bike û her çend rewşê rast û fireh tespît bike jî, gav avêtina Tirkiyeyê rasterast girêdayî Konseya Ewropayê ye. CPT heta astekê dikare tiştekî bike. Bêdengiya CPT û KE’yê rasterast girêdayî rewşa siyasî ye. Mixabin heta bûyer û geşedanên siyasî li gorî lehê kurdan pêş nekeve û hin geşedan di lehê kurdan de neye şîrovekirin, dê ev bêdengiya CPT berdewam bike. Di navbera peywira saziyê û bêdengiya wan de nakokiyên mezin hene. Avakirina wê û xebatên wê hiqûqî ye. Pêwîste CPT di hiqûqê de israr bike û qedera bêhiqûqiyan, ji holêrakirina bêhiqûqiyan divê girêdayî biryarek siyasî nebe. Qedera CPT a girêdayî biryara siyasî nakokî û bêçaretî ye. Tevgera CPT a heyî, bi temamî siyasî ye. Bêdengiya CPT siyasî ye. Pêwîste li gel xebatên hiqûqî, xebatên siyasî jî bên kirin. Xebatên siyasî divê di astek mezin de bi taybetî di Konseya Ewropayê de bên kirin ku bandorê li ser CPT bike. Divê CPT di eleqê Tirkiyeyê de qanala daxuyaniyê veke. Mafê CPT heye ku der barê Tirkiyeyê de daxuyaniyekê bide. Wê demê Tirkiye mecbûre daxuyaniyê bide û gavekê bavêje.”
Bêtir pêdivî bi xebatên siyasî hene
Parêzer Omer Guneş, li ser xebatên azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha bi dawî kir:“Ji bo azadiya fizîkî di aliyê hiqûqî û siyasî de xebatek tê kirin. Lê Pêwîste xebatên siyasî derkevin pêş. Ji ber ku Tirkiye dibêje dê heta dawî di girtîgihê de bimîne. Lê li gorî biryara DMME’yê jî divê Abdullah Ocalan bê berdan. Ev nakokî bi biryarên siyasî ji holê radibe. Di aliyê hiqûqî de têra xwe gelek doz û dosya li DMME’yê hene. Dê ji niha û şûnde jî dosya bên zêdekirin û doz bêne vekirin. Di aliyê hiqûqî de têra xwe xebat tê kirin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan geleke xebatên siyasî di asta bilind û asta navdewletî de pir berfireh bêne kirin. Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de xebatek ji aliyê dostên kurdan ve hat destpêkirin. Ev xebat gelek girîng e. Mirov dikare bişibîne rewşa birêz Mandella. Lê divê ev xebat hîn berfirehtir û mezintir bibe. Xebatên siyasî bêtir giring û bandorker in.






