Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hêza çareseriya aloziya Sûriyê pergala Neteweya Demokratîk e’

27/08/2024
in NÛÇE
A A
‘Hêza çareseriya aloziya Sûriyê pergala Neteweya Demokratîk e’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo
Hevseroka Meclisa Diblomasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûrşan Hisên diyar kir ku di komxebata PYD`ê de gelek nîqaş û pêşinyarên girîng ji bû çareserkirina aloziya Sûriyê û hebûna nasnameya Kurdî li Sûriyê, li ser du rûniştinan hat kirin û got; “Rêveberiya Xweser çareseriya bingehîn ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.”
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê bi diruşmeya ‘Pênasekirina Nasnameya Kurdî Û Gelên Sûriyê Di Pergala Neteweya Demokratîk de’ têkldarî doz, çand û hebûna gelê kurd li Sûriyê di 21`ê Tebaxê de komxebatek li dar xistibû. Di komxebatê de, hin partiyên kurdî, siyasetmetar, rewşenbîrên kurd û hin kesayetên din li ser asta kantona Cizîrê beşdar bibûn. Armanca komxebatê jî ew bû ku pênasekirina nasnameya kurdî û tevahiya pêkhateyên Sûriyê hem jî felsefeya Neteweya Demokratîk bêrî şoreşê û piştî bê zelalkirin û nirxandin. Herwiha komxebat li ser du mijarên sereke hatibû nîqaşkirin, yek jê pêşveçûna sosyolojiya çandî û siyasî ya nasnameya kurdî, berî û piştî Şoreşa Rojava, mijara din nasnameya kurd a siyasî û rêxistbûyî ya ku piştî şoreşê ava bûye û perspektîfa çareseriya doza kurdî li Sûriyê.
Derbarê encamên komxebatê de Hevseroka Meclisa Diblomasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûrşan Hisên ji rojnameya me re axivî.
Nûrşan Hisên diyar kir ku di 21`ê vê mehê de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê ve Komxebatek hatibû birêxistinkirin û wiha got: “Komxebat bingehê wê li ser du runiştinan hat birêvebirin, yek li ser pêşketina yan jî pêşveçûna sosyolojîk, çandî û siyasiya nasnameya kurdî li Sûriyê berî û piştî şoreşa Rojava, rûniştina duyemîn jî pênasekirina nasnameya kurdî ya siyasî û rêxistinbûyî ya piştî şoreşa Rojava hatiye avakirin, ev jî bi beşdarbûna nêzî 80`ê kesî/ê ji rewşenbîr, kesayetên di zanîngeha Rojava de, mamosteyên dibistanan û Rêveberiyên Saziyan pêk hat. Herwiha nîqaş li ser nasnameya kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de hat kirin. Ji ber ku niha em di pêvajoyekî gelekî girîng û hestiyar re derbas dibin. Bi rengekî domdar êrişên qirkirinê li her çar perçeyên Kurdistanê li ser gelê kurd heye û li Sûriyê bi tevahî gefên dewleta Tirk li ser nasnameya kurdî ya ku pergala Neteweya Demokratîk birêve dibin heye. ”
‘Misogeriya hêza çareseriya aloziya Sûriyê pergala Neteweya Demokratîk e’
Nûrşan Hisên di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku em ê çawa rolekî pêşeng di hundirê aloziya Sûriyê de bilîzin û wiha got: “Ya girîng ew e ku em ê çawa bihêlin nasnameya kurdî cihê xwe li Sûriyê bigire û rolekî pêşeng di hundir aloziya Sûriyê de bilîze, herwiha çawa bihêlin hêza çareseriyê di bin sîstema pergala netewa demokratîk de pêk bê, nîqaş bi vî rengî hatibûn kirin. Û gelek nirxandinên pêşveçûna dîrokî ya hebûna kurd li Sûriyê hatin kirin. Di heman demê de çawa doza kurdî di Sûriyê de bê çareserkirin, weke doza kilît ji bo hemû pirsgirêkên ku di aloziya Sûriyê de derketina pêş hatin nirxandin û çareseriya doza kurdî li Sûriyê weke kilîta çareseriyên nasnameyan ku di Sûriya pêşerojê ya Sûriyeke demokratîk ne navendî û pir alî hat nirxandin. Herwiha hinek perspektîvên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û pêşinyarên ku kurdan li Sûriyê pêş xistine hatin nîqaşkirin. Rûniştina yekemîn a komxebatê ji aliyê Mamoste Sîpan Ismayîl û rûniştina duyemîn jî aliyê Ilham Ehmed ve weke axêver hatin kirin, bi vî awayî nîqaş hatin birêvebirin.”
‘Sûriyeyek ne navendî pir alî bê avakirin’
Hevseroka Meclisa Diblomasî Nûrşan Hisên axaftina xwe wiha qedand: “Di komxebatê de nîqaşên ku hatin kirin piraniya xwe ku çawa aloziya Sûriyê bê çareserkirin di bin pergala netewa demokratîk û Rêveberiya Xweser de. Rêveberiya Xweser çareseriya bingehîn ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye, ji bo wê em sîstemekî konfedral ava bikin ku mafê hemû pêkhateyên di herêmê de bê parastin û li ser bingehê demokratîzekirina Sûriyeke ne navendî piralî û demokratîk bê avakirin. Herwiha perçeyên ku niha Sûriyê bi wan rûbirûye û mîna sê erdnîgariyan jiyan dike, erdnîgariya Rêveberiya Xweser, erdnîgariya bin kontirola Hikumeta Şamê û erdnîgariya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, bi rengekî demokrat û xweser bê yekirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.