Diyana Mistefa/Reqa
Înîsiyatîfa Gel a Reqayê ji bo ramanên Rêber Abdullah Ocalan li Reqa, Tebqa û Minbicê bi dirûşmeya “Ji Krîza Sivîl ber bi Şaristaniya Demokratîk ve” ji bo remanên Rêber Abdullah Ocalan konferansek orgenîzekirin.
Di konferansê de zêdetirî 180 kes ku di nav de endamên Saziyên Sivîl ên ku paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan xwendin, nûnerên Meclisa Rêveber a Reqa, Yekîtiya Rewşenbîran, şêx û rûspiyên eşîran, Serokatiya Hevbeş a Gelên Demokratîk, Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk amade bûn.
Konferansa ku li salona Meşwar a bajarê Reqayê hate lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê Şehîdan dest pê kir û piştre jî axaftina bixêrhatinê ji aliyê Şêwermendê Meclîsa Rêveber a Kantona Reqayê Zelal Cîger ve hate kirin. wê bixêrhatina beşdaran kir û wiha got:
“Em îro di vê konferansê de li hev dicivin û em hêvîdar in ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ev înîsiyatîfa ku gelê me daye destpêkirin berfireh bi be.”
Zelal wiha dewam kir: “me weke gelên herêmê ev fikir qebûl kiriye û ji bo ku em bigihêjin armanca me ew e azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan e, divê em kûrtir bikevin nava nîqaşan û sepana pratîkî”
Piştî axaftina bixêrhatinê, xebatên konferansê dest pê kir û niqaş li ser du xalan hat meşandin: xala yekem pirsgirêkên civakê ji pirtûka sêyemîn a pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” û ya duyemîn jî “Rêyên çareseriyê bi perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan” cih girt
Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Hind El-Elî beşa yekem ku pirsgirêk û qeyranan tê de xwend û wiha got: “Li gorî rastiya ku em tê de dijîn, em di şerekî birêxistinkirî de dijîn û nirxên wê yên îthalkirî ji bo rastkirina jiyanê û dûrxistina nifşên îroyînin ji nirxên civakê û bi vî rengî nasnameya civakê biguhere, em di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de xeteke jiyanê dibînin ya neteweya demokratîk”.
El-Elî wiha dewam kir: “Bi lêkolîna xwe ya li ser civaknasiya azadiyê, û netewa demokratîk û çareseriya şaristaniya demokratîk, em dibînin ku civakên me tenê li ser bingeha kûrahiyeke dîrokî ku rabirdûyên ku bi îro ve girê dide, nayên avakirin. Divê em vegerin ser bingeha van pirsgirêkan, rehên wan û dîroka civakan, ku ji bo van pirsgirêkan rêyên çareseriyê ên guncaw pêş bixin.”
Piştre derî ji nîqaşê re li ser eksena yekem hat vekirin, ku hevseroka Rêveberiya Perwerdeyê ya kantona Tebqayê Leyla Mihemed teqez kir û got:“Dema ku gelê hemû cîhanê rastiya revandina Rêbertî hîn bûn, meraq kirin li ser sedema revandinê û ji ber vê yekê pêwîst bû ku em rastiya van pergalên ku Rêbertî eşkere kirine fêm bikin.”
Endamê Meclisa Gel a Kantona Minbicê Şêx Hisên El-Maşî jî wiha got: “Me weke ciwan pirtûka çaremîn xwend û me dît ku pirsgirêka etnîsîte û eşîrê heye û em dizanin ku ev şiklê bingehîn e Civak netew e û ji ber vê yekê mezinahiya komployê gelekî mezin e û tişta ku li Dêrezorê qewimî, belgeya herî mezin e ku li hevgirtina civakê were xistin.”
Şêxê eşîra El-Sûxanî Şêx Fewaz El-Bêk wiha got: “Xwezî ji bo wan kesên ku ji bo azadiyê xwe feda dikin û naxwazin bibin qurbanî dema em behsa qeyranan dikin, divê em ji xwe dest pê bikin û teng bikin, her kes dizane ku qeyranên ji derve ne ku gelek ramanwerên dijberê vê axê û gelên wê li ser kar kirine, lê qeyrana perwerdehiyê heye û perwerdehî armanca hebûnê ye û eger zanist pêş bikeve dewlet pêş dikeve û ev rastiyek e ku divê em bi zelalî lêkolîn bikin.”
Hevserokê Akademiya El-Furat Ehmed Hesen bersiv da mudaxeleyan û wiha got: “Ji ber pirsgirêkên civakî yên ku em di civaka xwe de dibînin û pê re dijîn, me vê pirtûkê dixwendine û divê em vê pirtûkê bi rêz bixwînin. Ji bo avakirina van civakan û îro em di dawiya nîzamek cîhanê de dijîn û di destpêka nîzama cîhanê de ye ku di hemû pirsgirêkan de Rêber Abdullah Ocalan li van pirsgirêkan vegeriya û çareseriyên guncav pêşxist.”
Xala duyemîn jî çareseriya şaristaniya demokratîk a Rojhilata Navîn di nav xwe de dihewand, lê ji aliyê Endama Komîteya Amadekar a konferansê Hind Dagistanî ve hate birêvebirin û wiha got: “Di derbarê cewhera civakî de nîqaşên kûr derketine, Krîza heyî û çareseriya van krîzan jî kûrbûna zanînê ye.”
Deriyê destwerdana li xala duyemîn hat vekirin û Hevserokê Konfedraliyê Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad El-Hesen destnîşan kir ku rêxistinên terorîst yek ji wan amûran e ku pêkhateyên civaka Rojhilata Navîn ji hev biqetînin û Em dizanin ku hemû olên îlahî wek bertekek li dijî desthilatdarî û koletiyê di nav civakê de hatin û mezhebên di nava olan de zêde bûn û destwerdana olan kirin Ji aliyê olî ve, alav û çareseriyên wê bi rêya Kongreya Îslama Demokratîk, aktîvkirina vê konferansê ye”.
Endamê Nivîsgeha Avdaniyê di Rêveberiya Çandiniyê ya kantona Reqayê de Hemûd El-Şerîda jî wiha got: “Eger em çareseriyê dixwazin, divê em baweriyên heyî yên di civakê de, wek qazanca herî zêde û yên din biguherînin û eger em karibin Ji bo guhertina van bawariyan em ê çareserî û rizgariya ji krîzên civakê bibinin”.
Di dawiyê de encamnameyek hat dayîn û ji hêla serokê Nivîsgeha Perwerdê ya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Beşîr El Nayêf ve hat xwendin û wiha ye
Li ser bingeha erka me ya exlaqî divê tecrîda li ser Rêbertî bi zêdekirina têkoşînê bi dawî bikin, rewşa wî ya tenduristî were aşkerakirin. Her wiha em teqez bikin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo dozên girêk ên li Rojhilata Navîn û cîhanê klîta çareseriyê ye.
Azadiya jinê ji bo pêkanîna metoda fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî rast bingeh were girtin.
Teqezî li ser pêwîstiya birêxistinkirina civakê bi eşîr, etnîk û neteweyên xwe li gorî îdeolojiya jiyana azad a xwezayî ya ku di dîrokê de li ser wê derketiye holê û ji nû ve li dijî şarastiya dewletparêz were vejandin.
Li gorî girîngiya jîngehê û doza wê ku êdî dozeke navendî ye, divê guhartinên giştî ji bo geşkirina hevsengiya bi xwezayê re werin kirin. Ev jî tê wateya ku civakeke komînal, demokrat, ekolojî were avakirin û hewldana ber bi avakirina civakeke azad û jîngehê li gorî mentiqê hebûn û exlaqî were kirin.
Ji bo civaka aborî, ekolojî, polîtîka-exlaqî û modernîteya demokratîk jeokultura herêmê weke rê li ber avakirina têgeha neteweyê ya li ser bingeha pirrengiya çandî, ziman, etnîkî, olî û siyasî ku zemîna dabînkirina ewlehiyê ye, esas were girtin
Em hişyariyê di nav beşên cuda yên civakê û gelan de belav dikin ku di hemû aliyên civakî de rola xwe ya dîrokî, di pêşengiya jinê de bilîzin, ji bo ku nekevin pey kapîtalîzmê.






