Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRJ`ê bi daxuyaniyekê encamên hemleya ‘Na Ji Darvekirinê Re’ aşkere kir 

26/08/2024
in Uncategorized
A A
YRJ`ê bi daxuyaniyekê encamên hemleya ‘Na Ji Darvekirinê Re’ aşkere kir 
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ`ê encamên kampanyaya ‘Na ji Darvekirinê Re’ ya ku di 12`ê Tebaxê li hemberî biryarên darvekirinê ku dadgehên Îranê li rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî birîne, hatibû destpêkirin eşkere kir.

Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ`ê bi amadebûna rojnamvanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Baxçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişlo civînek çapemeniyê li dar xist û tê de bi daxuyaniyekê encamên kampanyaya ‘Na ji Darvekirinê Re’ eşkere kir. Daxuyanî bi zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin, bi Kurdî ji aliyê endama Meclisa YRJ`ê Sorgul Şêxo û Erebî ji aliyê endama Desteya Rêveber a YRJ`ê Xedîce Mîrza ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Me wekî rojnamevanên jin ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin sîwana Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ`ê de kar û xebatê dimeşînin, li hemberî kiryarên rêjîma Îranê û dayîna cezayê darvekirinê li dijî çalakvana mafên mirovan Şerîfe Muhemedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî, kampanyaya komkirina îmzeyan bi dirûşmeya ‘Na Ji Darvekirinê Re’ dabû destpêkirin. ”

‘Di kampaniyê de 36 hezar û 398 îmze hatine komkirin’

Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Kampanyaya me di raya giştî ya Herêma Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê de deng veda.  Biryar bû ku kampanya 19`ê Tebaxê bi dawî bibe, lê li ser daxwaza gelek sazî û çalakvanên mafên jinan a tevlêbûnê, me dema kampanyayê dirêj kir. Komîteyên me yên têkildar ji dehan saziyên ragihandinê yên jin, saziyên civaka sivîl ên jinan û saziyên hiqûqî îmze wergirtin. Di encama kampanyayê de ji rojnamevan, endamên saziyên sivîl, jinan, saziyên hiqûqî yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her çar aliyên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Misir, Mexirb, Tunis û welatiyên Ewropayê 36 hezar û 398 îmze hatin komkirin. Kesên ku îmzeyên xwe dane, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan, rojnamevan, endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û saziyên hiqûqî û kesayetên serbixwe bûn.”

Sazî û rêxistinên ku tevlî kampanyayê bibûn wiha ne:

1-Rêxistinên Kongra Star a Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê û Ewropayê

2-Meclisa Jinan a Sûriyeyê

3-Kombûna Jinan a Zenûbiya

4-Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

5-Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

6-Navenda Lêkolînên Jineolojiya

7-Weqfa Jina Azad

8-Rêxistina Sara

9-Aboriya Jinan

10-Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

11-Rêveberiya Xweser a Kantona Minbicê

12-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

13- Partiya Nûjen û Demokratîk

14-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

15-Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî

16-Partiya Muhafezkaran

17-Komeleya Sawişka ya Jinan

18-Partiya Yekitiya Suryan

19-Yekitiya Jinên Suryanî

20-Akademiya Civaka Demokratîk

21-Meclisa Edaleta Civakî

22-Partiya Sûriyeya Pêşerojê

23-Hêzên Parastina Civakî (HPC)

24-yekîtiya jinên ciwan

25-Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûriyeyê

26- Partiya Welatparêzên Azad

27-Meclisa Siyasî ya Şoreşgerî

28-Tevgera Pêşeroja Kurdistanê

29-Partî Demokratîk Kurdistanî-Sûrî

30-Pirtûkxaneya Herekol

31-Keskesora Alan

32-Partiya Kesk a Demokrat

33-Ermenên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

34-Tûra Fermandarên Aştiyê ya Jinan

35-Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan

36-Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava

37-Desteyên Jinan ên Kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

38-Rêveberiya Xweser a Kantona Tebqayê

39-Heyva Sor a Kurd

40-Tevgera Hîlala Zêrîn

41-Parêzer û bijîşkên ji tevahî kantonan

42-Desteya Perwerde Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî mamosteyên wê

43- Komeleyên Çerkes û Tirkmanî yên li Minbicê

44-Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TJAÊ)-Şengal

45-Weqfa Jinên Êzidî ya Şengalê

46- Doplomasiya Jinên Êzidî ya Şengalê

47- Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropa

48-Hiqûnqasên Ewropa

49-Kombûna Amazîxî ya Cîhanî

50-Kombûna Piştgiriya Projeyên Çandiniyê-Tûnis

51-Koordînasyona Mexribê ya Meşa Cîhanî y a Jinan.

‘Xebata me dê li vir bi dawî nebe’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Rojnamevanên ji Kurdistanê, çalakvanên ji Misir, welatên Ewropa, Başûrê Kurdistanê, Şengal û Lubnanê jî tevlî kampanyayê bûn. Em beşdarên kampanyaya xwe agahdar dikin ku em ê lîsteya îmzeyan ji Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî, Human Rights Watch û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas re bişînin. Xebata me dê li vir bi dawî nebe. Li ku derê dibe bila bibe em ê sûc pêkanên li dijî jinan têne ragihînin, ta edalet pêk were û rola pêşang a jinan di civakê de mîsoger bibe. Wê piştgiriya me ya ji bo serhildana “Jin, Jiyan Azadî” û pêkanîna têgehên wê bidome.”

Post Views: 143
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.