Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Na Ji Darvekirinê re’

26/08/2024
in Uncategorized
A A
‘Na Ji Darvekirinê re’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Endama Desteya Rêveber ya YRJ`ê Newroz Demhat diyar kir ku bi hezaran îmze hatine komkirin û her ku diçe kampaniyaya Na ji daevekirinê re belav û berferehtir dibe û got: “Her jinekê karîbû xwedî li dengê Jin_Jiyan_Azadî û li ramanên Rêber apo derkeve, ji lewra pêwîst e em li ser esasê vê mîraseyê xebatên xwe serbixînin.”

Bi hezaran jinên têkoşer di zindanên rejîma Îranê di bin îşkenceyên giran de ne, nemaze biryarên hovane yên darvekirinê ku derheqê jinan de derdikevin. Di dîroka 4`ê Tîrmeha borî de biryara darvekirinê li dijî çalakvan Şerîfe Mihemedî û di 24`ê heman mehê de li dijî çalakvana mafên jinan û rojnamevan Peşxan Ezîzî hate birîn. Li ser vê bingihê Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ`ê di 12`ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo herdû jinan û tevahî jinên ku îşkence li wan tê kirin di zindanan de pêngava îmzeyan ragihand û destpêkir. Di vê çarçoveyê de Endama Desteya Rêveber ya YRJ`ê Newroz Demhat ji Rojnameya me re axivî.

‘Pergala dewletê li dijî rastiyê ye’

Newroz demhat balkişand ser pêngava ku bi diruşmeya ‘Na Jin Darvekirinê re’ û wiha got: “Li Bakûr û Rojhilatê Suriyê Yekîtiya Ragihandina Jin di 12`ê tebaxê de dest bi pêngava ku bi duruşmeya ‘Na ji darvekirinê re’ kirin ku ev pêngav li dijî hemû sîstemê li dijî azadî, demokrasiyê û dengê gel ji rastiyê qut bikin destpêkir û roleke girîng da ser xwe. Di vê pêngavê de hate ragihandin ku yên dixwazin civakê tune bikin, sîstem li gorî berjewendiyên xwe dixwaze civakê qirbike. YRJ`ê jî xwest pêngavekî bi vî rengî li dar bixe, ango YRJ`ê dikare hemû pilanên dijmin bin bixe. Niha li Bakur û Rojhilatê Suriyê gelek êrîş bi rengên cuda li ser jinên Rojnamevan û bi taybet li ser gel de tê kirin, ji ber ku pergala dewletê li dijî royê rastiyê ye, her kesê ji bo heqîqet û Azadiyê dixebite dewlet bi gelek hêncetên cuda dixwaze wan ji holê rake, her wiha gelek mînakên bi vî awayî jî hene. Di heman demê de kesên ku îro pêşengtî ji bo pêngava ‘Jin_Jiyan_Azadî’ kir Jinên Ciwan bûn, ji lewra ev pêngav ji bo hemû Jinên Rojhilata Navîn bû mîraseyek jiyanî.”

‘Îradeya jin ji zulma ku tê kirin xurtir bû’

Newroz da zanîn ku gelek saziyên jinan piştgirî dan pêngava ‘Na ji darvekirinê re’ û wiha domand: “Di roja me ya îro de em dibînin ku her êrişekî li ser rojnemevanekî tê kirin, di heman wextî de ev êriş li ser hemû jinan dimeşe. Ji ber ku yên ku rastiyê derdixine hole, civak û rastiya rojnemevana ne, yên ku tarîtiyê ferz dikin jî hêzên desthilatdarin û mêrsalarin. Niha li her devera cîhanê pêngavek xwort hatiye destpêkirin ku her kes bi rengê xurt tevlî dibe, ev gav dide nîşandan ku jin li kur dibe bila bibe wê xwedî li xwe û rastiya xwe derkeve. Bêguman piştî ku yekîtiya Ragihandina Jin YRJ`ê dest bi îmzeyan kir gelek sazî û destkeftiyên me û di heman demê de gelek rêxistinan jî piştgirya xwe dane nîşandan, di demek gelek kur de derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Ev gav jî careke din nîşan da ku Jin dikare li hemberî zulm û zordariya heyî bisekine. Di dema bûyerê de jî gelek êriş bi şêwazên cuda li ser jin hatin pêkanîn, lê îradeya jin ji zulma ku dikin xurtir bû.”

‘Piştgirya civaka ma jî rengek ji rengê hêzê ye’

Newroz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Heya niha bi hezaran îmze hatiye komkirin û her diçe belav dibe. Li ser banga giştî biryar hat girtin ku pêngav xurtir bibe û yekîtiya Ragihandina Jin xwebatên xwe berferehtir bike. Ji lewra em dibêjin çiqas xebat, ewqas encamp û ewqas azadî. Ji bo vê piştgirya civaka ma jî rengek ji rengê hêzê ye.”

‘Asta tekoşînê bilind bikin’

Endama Desteya Rêveber ya Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ`ê Newroz Demhat di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha ne tenê li îranê li tevahiya cîhanê zextek dijwar li ser jinan tê meşandin. Raste li îranê gihaye lotkeya xwe ya herî dawiyê, lê sîstema bavikanî her ew sîsteme ku ti guhertinek têde neqewimî ye. Dewletan xwest bi gelek reng jinên Rojnemevan çi li Rojhilatê Kurdistan be çi li Bakurê Kurdistanê be û heya çi jî li Afganistanê be jî bin çav bike, di astekî de ku bi hezaran jin hatin girtin. Jin careke din xistin dinava çar dîwaran de, lê wê nikaribin ku vîna jin werbigrin. Ji lewra ya ku ji hemû rêxistinên jin têne xwestin ew e; bikaribin bibin deng û rengên jinan, bikaribin bibin dengê civakê, Ango bibin dengê Rêber Apo yê ku dixwaze civakê li ser bingeha sê aksenan civakê bidê avakirin rabin ku felsefeya Rêber Abdillah Ocalan îradeyek mezin da hemû neteweyan bi taybet jina ku digot ez nikarim, karî û bû dengê Jin Jiyan Azadî, ji lewra pêwîst e ku em xwe ji vê mîraseyê bidin avakirin, di vî alî de gelek ked hatin dayîn, ya ku ji me jî tê xwestin em bikaribin tekoşîna xwe xurt bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.