Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

9’mîn Pêşengeha Hunera Şêwekariyê li Reqayê hat lidarxistin

25/08/2024
in Uncategorized
A A
9’mîn Pêşengeha Hunera Şêwekariyê li Reqayê hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa/Reqa

Rêveberiya Çand û Şûnewaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dirûşmeya “Li Ber Ritma Rengên Sûriyê” 9’emîn pêşangeha salane ya Hunera Şêwekariyê lidar xist.

Di pêşangehê de 80 hunermend ji hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Sûriyê beşdar bûn. Di pêşengehê de nêzî 100 tabloyên hunerî ku qonaxên kirîza Sûriyê, geşbûn û vejînê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedihewîne, hatin pêşandan.

Di vekirina pêşangehê de hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokatiya kantona Reqa, hevserokatiya Rêveberiya Çand û Şûnewaran ya Bakur û Rojhilatê Sûriy û endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Piştî birîna korta vekirinê, Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cebraîl Şemûn bixêrhatina beşdaran kir û got: “Em her sal di vê rojê de vekirina pêşangeha hunera Şûnewar li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi beşdariya hunermendên ji hemû bajarên Sûriyê ji bo pêkanîna aştiyê li welatê me lidar dixin.”

Piştre hevserokê Desteya Çand û Şûnewar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serferaz Şerîf vekirina pêşangehê pîroz kir û got: “Ez di wê baweriyê de me ku çand û huner canê me digihîne hev.”

Paşê şêwekar wêneyî Muhened Ala El-Dîn ji bajarê Laziqiyê spasiya Rêveberiya Çand û Şûnewar kir ku derfet daye wî ku beşdarî pêşangehê bibe.

Beşdaravan li dora pêşangehê geriyan û her şêwekarek li ser tabloyên xwe, çi sembol û çi îfade dike ji temaşevanan re şîrove kir.

Ev pêşangeh yekem car tê dîtin ku şêwekarên ji hemû bajarên Sûriyê hatine gel hev.

Hêjayî bibîrxistinê ku  pêşengeh wê sê rojan berdewam bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.