Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi boneya ‘Heftiya avê’ komxebatek li Qamişlo hat lidarxistin

25/08/2024
in Uncategorized
A A
Bi boneya ‘Heftiya avê’ komxebatek li Qamişlo hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi Boneya ‘Heftiya Avê’ Rêveberiya Xwecihî û Rêveberiya Giştî ya Avê ya Kantona Cizîrê derbarê pirsgirêka avê û rêya çareserkirinê komxebatek li hola Nêrgiz ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi boneya Heftiya Avê, Rêveberiya Xwecihî û Rêveberiya Giştî ya Avê bi tevlîbûna endamên deste, meclis yên Rêveberiya Xweser û Rêxistinên Civaka Sivîl, bi diruşmeya ‘Av û Aştî Hevkariyeke bihêz ji bo pêşerojeke geş’ komxebateke li hola Nergiz Kafê ya bajarê Qamişlo li dar xist. Komxebat li ser gelek bendan hat şîrovekirin û nirxandin. Herwiha berî destpêkirina komxebatê xuleyeke bêdeng li ser giyanê şehîdan hat rawestandin.

‘Pirsgirêka avê bûye pirsgirêkeke cîhanî’

Pişt re axaftina destpêkê ji aliyê hevseroka Giştî ya Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer hat kirin û wiha got: “Pirsgirêka avê ne tenê pirsgirêka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê di heman demê de bûye pirsgirêkeke cîhanî ku em çawa avê peyda bikin û bihêlin av neyê qutkirin. Herwiha tê gotin ku wê demek bê ku şer li ser avê bên rûdan, ev yek niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, ji ber av bûye mijarek siyasetê û li dijî mirovan tê bi kar anîn. Niha jî pirsgirêka avê ya herî zêde li bajarê Hesekê tê jiyankirin, lê em weke Rêveberî bi hemû hewldanan hewl didin ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Û ne tenê bajarê Hesekê, li giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolînên û hewldanên me li ser van pirsgirêkan heye. Ji xwe herî dawî jî lêkolîna me li ser ava binerdê hebû, ew jî metirsiyeke diyar dikir, ji ber weke ku diyare ava binerd dawîbûn lê heye, lewra pêwîste bi baldarî av bê xerckirin.”

Piştî wê, ji aliyê Hevseroka Hevbeş a Desteya Giştî ya Avê Bêrîvan Silo ve girîngî û çavkaniyên avê yê kantona Cizîrê hat nirxandin, herwiha ji aliyê Dr. Zanista Biyolojîk ê Zanîngeha Rojava Nîzar Xilêf ve rewşa ava binerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat şîrovekirin, di heman demê de ji aliyê lêkolînerê di warê teknolojiyên avdana nûjen de Emîn Erefat ve, bandora rêbazên avdanê li ser ava binerd nirxandin hat kirin, piştre têkiliyên jinê bi avê re ji aliyê Rêveberiya beşê Jinolojî ya Zanîngeha Rojava Zozan Mihemed ve nirxandin hat kirin, herwiha senefizyonek li ser girîngiya av û jêngehê  hatpêşandan,

herî dawî komxebat bi giftigo û pêşniyaran hat bidawîkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.