Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hevyazbariya Zanîngeha Rojava di roja duyem de didome

25/08/2024
in Uncategorized
A A
Hevyazbariya Zanîngeha Rojava di roja duyem de didome
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hevyazbariya Giştî ya Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Sala xwendinê 2024-2025’an li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo di roja duyem de didome.

Hevyazbariya Giştî ya Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Sala xwendinê 2024-2025’an di 18’ê Tebaxê de hat ragihandin.

Herwiha di 24’ê Tebaxê de Hevyazbariya Giştî ya Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Sala xwendinê 2024-2025’an hate destpêkirin.

Têkildarî heman mijarê xwendekarên ku nû xwe tomar dikin ji rojnameya me re axivîn.

‘Daxwaza min Peymangeha Bilind ya Ragihandinê ye’

Xwendekara bi navê Berfîn Metînî diyar kir ku ew dixwaze Peymangeha Bilind a Ragihandinê bi dest bixe û wiha got: “Ez Berfîn Metînî, xwendekara beşê zanistî me. Min bawernameya zanistî ji 800’î, 747 pile qezenc kir. Em xwendekar îro hatine navê xwe ji bo hevyazbariya zanîngehê tomar bikin û 4 metiriyalên zanistî qeyd bikin ji bo ezmûnan. Em wekî xwendekarên beşê zanistî, em ê derbasî ezmûna metiryalên zanistî bibin, ji bo gelek xwendekaran ev ezmûn hêsan e, lê dema wê pir kêm e. Li aliyekî din jî pêwîste ezmûn ji xwendekarên wêjeyî re jî werin çêkirin, ji bo ku wekeheviyek di navbera her du aliyan de çêbibe. Xwesteka min ya sereke ji hevyazbariyê re, xwendina Peymangeha Bilind a Ragihandinê ye, ji ber ku ez gelekî ji vê qadê hez dikim. Daxwaza min û ya gelek xwendekaran ew e ku di warê ragihandinê de beşeke taybet bihata çêkirin. Li nik vê yekê jî beşa dermansaziyê were vekirin.”

‘Dema ezmûnan pir kêm e’

 Mihemed Mardelî anî ser ziman ku dema destnîşankirî ji bo ezmûnan kêm e û wiha got: “Ez xwendekarê beşê zanistî me, weke xwendekarên beşa zanistî em îro hatine navê xew tomar dikin. Min ji pileya giştî ya beşa zanistî, 79 pile bi dest xist. Xwesteka min xwendina beşê Enderziyarî û beşê Huner e. Em niha xwe ji bo ezmûnan ama de dikin, li gorî sala derbasbûyî hejmara xwendekarên îsal kêmtir e, tirs li cem hin xwendekaran ava dibe. Ji ber ku hem ezmûnan bi rengekî zehmet texmîn dikin û hem jî xwendekarên îsal ne ji refa yekê ve bi minhacên Rêveberiya Xweser dixwînin, xwendina hikumta Şamê bû, bi taybet xwendekarên kurd. Lewma em dibînin ku dema ezmûnê pir kêm e, xwendekar nagihêje ku çar metiryalan pêşkêş bike. Banga me ew e ku rêjeya beşan li gorî xwesteka me be, bilind nebe, ji ber ku sala bûrî rêjeya pejrandina hemû beşan bilind bû û gelek xwendekar ji xwendinê bêpar man. ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.