Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Zagonên Terafîkî ji bo ewlehiya ajokar û  welatiyan in’

25/08/2024
in Uncategorized
A A
‘Zagonên Terafîkî ji bo ewlehiya ajokar û  welatiyan in’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Reveberiya Terafîkê ya kantona Cizîrê, Ibrahîm Xelîl diyar kir ku zagon û cezayên ku ji erebe û ajokaran re hatine destnîşankirin ji bo ewlehiya ajokar û welatiyan in. Herwiha Xelîl da zanîn ku ew hewil didin pirsgirêkên tirafîkî çareser bikin, li aliyekî din jî pêwîste civak li gorî zagonan tevbigere.

Rûdanên terafîkî û nirxên cezayên ku li erebe û ajokaran tê birîn, li aliyekî din jî bikaranîna erebeyan ji hêla zarokan ve, herwiha hin mijarên din dibin sedema derxistina qezayên terafîkî. Têkildarî heman mijaran rêveberiya Terafîkê ya Kantona Cizîrê, Ibrahîm Xelîl bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Sedem çi ye ku nirxê cezayên li ajokar, erebe û motoran tê birîn bilind e û hejamara cezayan gelek e?

Wekî em dizanin berî niha nirxê ceyzayên ku li ser ajokar û erebeyan dihat birîn pir hindik bûn. Ev yek dihişt ku ajokar piraniya zagonên trafîkî bin pê bike, tevî ku hewldanên me ji bo pêşîgirtina vê yekê hebû, lê belê dihat domandin. Em neçar bûn ku êdî nirxê cezayan bilind bikin. Dema ku nirxê cezayan kêm bûn, gelek ajokar derveyî zagonên terafîkê tevdigeriyan, eger cezayek lê bihata birîn, bandor lê nedikir. Ajokar zagon bin pê dikir û rasterast cezayê ku lê hatibû pêkanîn, dida. Cezayên ku em pêk tînin tu cudahiyê naxe navbera tu kesan de, ne kesên zengîn û ne yên din. Dibe ku cezayên bilind ne di xizmeta hin kesên belengaz de be, lê belê ev zagon û biryar ji bo selametiya wan ji rûdanên terafîkî ye. Dema ku nirxê cezayan bilind bû êdî ajokar neçar man ku li gorî sîstem, zagon û biryaran tevbigerin. Zagonên terafîkî jî tev ji bo rêkûpêkiya tevgera erebe û welatiyan e. Lewma pêwîste welatî û hemû ajokar li gorî zagonên terafîkê bimeşin.

-Di dema heyî de îşaretên terafîkî ye di çi rewşê de ne, gelo çima hertim ji xizmetê derdikevin û kengî wê ev mijar bê çareserkirin?

Destpêka ku me nîşaneyên terafîkî li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih kirin, gelek pirsgirêkên tirafîkî hatin çareserkirin. Di encamê de jî rêjeya rûdanên terafîkê pir kêm bûn. Sedem ew bû ku ajokar bi sîstematîk tevdigeriyan, rast e di destpêkê de ajokar ne li gorî nîşaneyan diketin tevgerê, lê bi demê re ev pirsgirêk hate çareserkirin. Îşaretên rengîn yên terafîkê ji bo rêkûpêkdariya tevgera ajokar û mirovan xwedî girîngiyeke pir mezin e. Piştî ku îşaret ketin xizmetê de bi demeke kurt, êdî hin pirsgirêkên teknîkî derketin pêşiya îşaretan. Ev yek dihişt ku şaşîtiyan çêke di warê tevgera terafîkî de. Lewma me pêwîstî didît ku werin rawestandin. Ev bûye nêzî salekê, ji ber sedema pirsgirêkên teknîkî, îşaretên terafîkî hatine rawestanin. Ji ber tunebûna parçeyên teknîkî îşaretên, ew ji xizmetê hatine derxistin. Lê em tekez dikin ku hewldanên me ji bo peydakirina parçeyan hene û wê di rojên pêş de ev pirsgirinêk çareser bibe.

-Hûn xeteriya ajotina zarokan ji erebe û matoran re çawa dinerxînin û zagonên di vê derbarê de çiqasî dikevin piratîkiyetê de?

Wekî tê zanîn li gorî zagonên terafîkî, qedexe ye ku temenê ajokar di bin 18’an re be. Yek ji sedemên pirbûna diyardeya rûdanên terafîkî, ajokarên ku temenê wan di bin 18’an de ye û erbeyan diajonin. Di encamê de rûdan çêdibin, zererên canî û madî çêdibin, gelek caran ew kes jî jiyana xwe ji dest didin, hem zererê dighînin xwe û hem jî didin derdora xwe. Ji ber vê yekê jî me hin biryarên tund di derheqê ajokarên temen biçûk de, da. Yek ji van biryaran ew e ku dema em pêrgî ajokarên biçûk tên, eger erbe an jî mator pêre be, tê girtin. Herwiha jî belgeyekê ji kesên nêzîk yên ajokarên biçûk, eger bav anîj bira û hwd… be tê xwestin. Ev yek jî ji bo were tekezkirin ku careke din ev kesê zarok erebeyan neajone. Pêngava li dijî ajotina kesên bi temen biçûk tê domandin û em hewl didin ku vê diyardeya xeternak ji nav civakê rakin.

-Gelek rûdanên terafîkî li herêmê çêdibin, gelo sedem çi ye? têkildarî vê pirsgirêkê çi biryar û riyên çareseriyê hatin destnîşankirin?

Pir sedem hene ku dihêle diyardeya rûdanên terafîkî zêde bibin, hejmara mezin a rûdanên trafîkê yek jê, ji ber nepabendbûna ajokaran bi biryarên destnîşankirî û nîşanên trafîkê ye. Yan jî gelek ajokar gelekî bi lez diajon û leza destnîşankirî ji erbeyan re derbas dikin. Herwiha diyardeyeke din a xeternak heye ku ew jî hin ajokar di bin bandora madeyên hişbir erebeyan dajonin. Li aliyekî din jî  kesên bi temen biçûk erebeyan diajon, hem jî di warê teknîkî de hin pirsgirêk di erebeyan de çêdibin û ajokar lênerîneke giştî ji erebeyan re çênakin. Di heman demê de hin ajokar bê ku qoçana ajotinê derxînin, tevdigerin. Di encama hemû sedemên ku me anîn ser ziman, rûdanên zor û gelek dijwar çêdibin. Da ku hejmara rûdanan kêm bibe û civak bi rêkûpêk bimeşe, dewriyeyên trafîkê, radar û broşurên hişyariyê li têne zêdekirin û hejmarek kêm ji ajokaran, pabendî van rênimayan in. Bi vî rengî pirsgirêka kirîza trafîkê û diyardeya rûdanên pir, çareser dibin.

 -Heta ku welatiyek bikaribe qoçana ajotinê bi dest bixe, pêwîste çi bike, di heman demê de mercên derxistina qoçanan çi ne?

Heta ku welatiyek qoçana ajotinê bi dest bixe pêwîste di hin ezmûnan re derbas bibe û hin mercan bi cih bîne. Di serî de divê temenê ajokar di ser temenê qanûnî re be û temenê guncaw ji 18’an û bi şûn de ye. Herwiha xwedî dîtin û çavên baş be li gorî vê yekê jî perwerdeya îşaretên ajotinê û fêrkirina ajotinê tê çêkirin. Di heman demê de jî divê perwerdeya mîkanîkî jî ji bo ajokar tê dayîn û hem jî qanûnên trafîkê ji bo wî/ê tên nasandin. Piştre jî derbasî ezmûna ajotinê û ya mîkanîkî dibe, wekî din jî ezmûna îşaret, tabloyên ku li deveran tê bicihkirin û zagonên terafîkê tê çêkirin. Pêvajoya derxistina qoçanê ya ku ajokar tê re derbas dibe, di bin çavdêriya komîteyek trafîkê ya pispor de tê çêkirin. Di encamê de jî eger ajokar zagon û ezmûnên cihêreng derbas kirin, qoçana xwe werdigire.

Post Views: 152
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.