Amara Baran/ Qamişlo
Endamê Fermandariya Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) Çiya Firat diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî bi serbest tevgerê dikin û ew herêm ji xwe re kirine navendên perwerde û rêxistinkirinê.
Çeteyên DAIŞ’ê li ser destê QSD’ê li Baxozê têk çûn û cografiya ku li ser serwerî dimenşand, ji destê wan hat rizgarkirin. Endamên DAIŞ’ê ku reviyan, li ser hişmendiya DAIŞ’ê bi awayekî veşartî karê xwe yên tûndrew dewam kirin. Sedemên ku di destpêkê de çeteyên DAIŞ’ê pir zû pêş ket, artêşa Sûriyê û Iraqê bû. Ji ber ku herdû artêşan ji ber DAIŞ’ê reviyan û li ber xwe nedan. Hinek dewletan jî xeteriya DAIŞ’ê cidî negirtin. Hinek hêzan jî, çavê xwe ji wan girtin û xwestin wan ji bo xwe bikar bînin. DAIŞ ji van welat û nêzîkatiyan sûd wergirt û bi lez pêşket. Neha jî çeteyên DAIŞ’ê bi israr in ku kiryarên xwe yên terorî dewam bikin.
Çeteyan di demeke kin de ewqas imkan bi dest xistin û bi deh hezaran çete ji welatên derve kom kirin. Piranî jî bi navê cîhad û xîlafeta islamî rêxistin kirin û derbasî heremê kirin. Li aliyê din jî hemû nirxên mirovahiyê binpê kirin. Dixwaze mirovahiyê vegerîna sedsala heftan û tevahiya ol, bawerî û çandan perçe bike. Şidest û zordestî ji xwe re kir bingeh û li ser wê bingehê tevger kir.
DAIŞ li hemberê mirovahiyê tevahiya kiryarên dijmirovî pêk tîne
DAIŞ niha mirovan dike kole, jinan ji xwe re wekî genîmeta şer dibîne, li hemberî mirovahiyê ti xirabî û şidet nemaye ku pêk nanîye. Ji bo wê pewîste hemû welat li hemberî DAIŞ’ê tevbigerin û nehêlin ku ew ji van derfet û îmkanan sûdê werbigre û li ser tevahiya mirovahiyê xeteriyê ava bike.
Dewleteke wekî Tirkiyê û serokê wê Erdogan jî hişmendiya wan pir ne cuda ye. Ew nîşan dide ku xeta wê ya bingehîn olî ye, lê di rastiyê de nijatperstiya Tirk pir li pêşe û xwedî hişmendiyeke reş e. Ew piştgiriyê dide hemû kiryar û komkujiyan û wan rast dibîne. Heman komkujî û pişaftinên ku li ser kurdan dimeşîne. Ew ji çeteyên DAIŞ’ê zêdetir li ser kurdan komkujiyan pêk tînin û dixwazin cografiya xwe firehtir bike. Dagirkeriya Tirk li Sûriyê ji DAIŞ’ê re herêm vekir û çete jî ji vê yekê sûdê werdigrin.
Dagirkeriya Tirk bi giranî êrişên xwe li ser herêma Rêveberiya Xweser dike, dixwaze Rêveberiya Xweser hilweşîne û ji bo vê yekê tevahiya kiryaran pêk tîne. Ya ku herî zêde ji van êrişan sûd digre jî DAIŞ’ê ye û tevgera wê zêde dibe.
Ji xwe dijminê gelan yê sereke dewleta Tirk a dagirker e, ew bê sînor dijminatiya Îradeya gel dike. Ew endama NATO’yê ye û imkanên wê pir in, her wiha di qada navneteweyî de jî piştgiriyê ji Erwopa, Emrîka û NATO’yê werdigre. Li aliyê din jî têkiliyên wê bi welatên derdorê re heye. Ji bo wê bi rengekî hesanî tevahiya pîvanên mirovahiyê binpê dike.
Di aliyê hişmendiyê de jî dewleta Tirk û DAIŞ pir nêzî hevin û tu cudahî di navbera wan de tune ye. Piştî ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir kir, çeteyên DAIŞ’ê pir bi rehetî di van herêman de tevgerê dikin, aboriya xwe pêş dixe û têkiliyên xwe dimeşîne. Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, DAIŞ endamên xwe rêxistin dike û ji wir derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya herêmê dibe.
Li Rojhilata navîn şer her diçe berfireh dibe
Li giştî cîhanê şerekî sêyemîn tê jiyan kirin, navenda wê jî Rojhilata Navîn e. Her diçe germ, fireh û kûr dibe. Di Rojhilata Navîn de Iraq û yek Sûriyê hatin asta hilweşandinê, Îraq di aliyê siyasî de perçe perçe bûye û biryara wê ne di destê wê de ye. Hikumeta Şamê jî pir lawaz bûye, hikumetê Şamê hatiye wê astê ku nikare eskerê xwe biparêze. Ji ber wê çeteyên DAIŞ’ê li ku derfetê dibîne êriş dike, valatî li ku hebe, çete xwe li wir bi cih dikin. Van her du dewletan xeteriya DAIŞ’ê dizanîn, operasyonên wan li dijî DAIŞ’ê dewam dikin, lê ew di aliyê istixbarat û ewlekariyê de lawaz bûne û serweriya wan li holê nîne. Ji xwe civak jî destekê nade wan, ji ber ku wan sîstemekî demokratîk ava nekirine û di herêmên wan de valatî heye. Li aliyê din ve jî şerê Israyîl û Hemasê mezin bû û Îran ketîye nava vî şerî. Dewleta Tirk jî li Sûriyê û Iraqê şer daye meşandin û rojane êriş dike. Linge Tirkiyê li aliyekî bi NATO, Emrîka û Ewropa re ye û lingê wê yê din jî bi çeteyên DAIŞ‘ê re ye. Tirkiyê bi hezaran çete li derdora xwe kom kiriye.
Li Iraqê artêşa navendî zêdetir koma Heşid Alşehbî heye, milîs hene Sûriye jî weke vana ye. Ji bo wê qasê ku pênase dikin qasê xeteriya DAIŞ’ê dibînin nikarin bi hevre kordîne bikin enerjiya xwe istixbarata xwe bixin hereketê. Pêwîste derfet neyê dayîn ku DAIŞ xwe birêxistin bike, nefes bigre û çavkaniyên ku destekê didine wê werin qut kirin. Çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji rewşa heyî digre û li ser sînorê dewletên herêmê tevgera û êrişên xwe berdewam dike. Ji milekî din ve jî ji ber ku hişmendiya netew dewletên rojhilata navîn naxwaze ku gelên wan zane bibin û xwe birêxistin bikin, ev yek jî dibe sedem ku xwe parastina cewherî nayê dîtin û gel li hemberî hemû zehmetiyên heyî bi tena serê xwe dimîne.
Dewleta tirk hemû derfet daye çeteyên DAIŞ’ê
Dewleta tirkiyê pêşiya DAIŞ’ê di serî de vekir û bêre hevkarî raste rast kir û sînorên xwe li pêşiya çûn û hatina çeteyên DAIŞ’ê vekir û ji tevahiya cîhanê çeteyên DAIŞ’ê derbasî xaka Sûriyê bûn. Tirkiye xwest bi riya çeteyên DAIŞ’ê kurdan qir bike û hikumeta şamê hilweşîne û li şûna wê ixwan mislimîn bîne ser desthilatiyê. Dagirkeriya tirk ji hemû milî ve Sûriyê talan kir û ji penaberên ku derbasî tirkiyê jî bûne sûd wergirt û ew li hemberî Ewropa û cîhanê tevahî jî bikar anîn. Dagirkeriya tirk û bi riya çeteyên girêdayî wê di roja îro de teroreke cîhanî dide meşandin û li hemberî vê yekê jî kes dengê xwe nake û xeteriya vê yekê nabîne.
Hêzên cîhanî û herêmî her yekî ji van hêzan li gorî berjewendiyên xwe çeteyên DAIŞ’ê bikar tînin û bi hevre jî hevkariyên qirêj û gemar li ser hesabê gelên herêmê didin meşandin. Dagirkeriya Tirk jî heyanî roja îro ji nakokiyên di navbera NATO û Rûsiyê de sûdê digre û li gorî wê tevdigere.
Dagirkeriya tirk dema ku dît heremên di destê çeteyên DAIŞ’ê de yek bi yek ji destê wê derdikevin, di serî de li Kobanê xwest ku bi hemû hêza xwe bi ser bikeve, lê di encamê de û bi berxwedaniya gel kobanê neket û bi saya şervanên YPG û YPJ’ê bi ser ket, li gorî vê yekê hemû pilanên tirkiyê vale derketin. Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hemleya rizgarkirina gundewarên Kobanê, Minbic, Reqa û dawiyê jî Dêrezorê dest pêkir û bi encam bû.
Dema ku dagirkeriya tirk dît ku bi riya çeteyên DAIŞ’ê nekarî kurdan qir bike û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirbike, bi xwe dest bi êriş û dagirkeriyê kir û ji Cerablos, Bab, Ezaz, Idlib, Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî kir. Li wan heremên ku dagirkeriya tik dagir kirine, bi sed hezaran gel bi darê zorê hate koçber kirin, gelek welatî hatin kuştin, girtin, işkence kirin û gelek jin hatin kuştin û tecawiz kirin û sererd û binerdê van hemû herêman hatin talan kirin. Heyanî roja îro jî li wan herêmên ku ji milê dagirkeriya tirk ve hatiye dagirkirin qirkirina gel û xwezayê bê sînor tê meşandin û sûcên dij mirovî û xwezayê têne meşandin.
Hêzên hegemon û herêmî çeteyên DAIŞ’ê bi kar tînin
Hêzên hegemon ji bona kiryarên ku dagirkeriya tirk li herêmê dide meşandin çavê xwe digrin û binve binve jî pêre alîlarin. Li milekî qaşo bi kurdan û hêzên herêmê re li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di nava hevkariyê de ne. Ji milekî din ve jî li hemberî hemû êriş, gef û sûcên dij mirovî yên ku dagirkeriya tik û çeteyên wê dide meşandin dengê xwe nake. Weke ku tê zanîn dagirkeriya rik dixwaze di serî de gelê Kurd qir bike û xweseriya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye îlan kirin û xwe di nava gel de birêxistin kiriye ji holê rake, li tevahiya Kurdistanê jî vê yekê dide meşandin. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştî binketina çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina hemû deverên ku ji milê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin. Ji hemû pêkhateyên herêmê rêveberiyeke xweser hate avakirin û êdî sistemeke nenavendî û hevbeş bi destê gelên herêmê hate avakirin. Lê li hemberî avakirina vê rêveberiyê ji roja destpêkê ve û heyanî roja îro dagirkeriya tirk tehemula wê nîne û bi hevkariya çeteyên DAIŞ’ê û PDK’ê û hişmendiya ntew dewletên herêmê dixwaze hemû destkeftiyên ku bi destê gel hatine pêkanîn ji holê rake.
Di roja îro de jî hêzên hegemon û herêmî jî dizanin ku dagirkeriya tirk sersebebê nearamî û tevlîheviya ku li herêmê û cîhanê tê jiyan kirin e. Her wiha dagirkeriya tirk di serî de çeteyên DAIŞ’ê û hemû hêzên çete hem li Sûriyê û gelek deverên mîna Lîbiya, Ezirbêcan, Nîcîriya û li başurê Kurdistanê li hemberî gelê kurd dide bikaranîn. Kiryarên ku dagirkeriya tirk dike û sûcên dijmirovî li ber çavê cîhanê tevahî dide meşandin, lê kes dengê xwe jêre nake. Her hêzekê li gorî bejewendiyên xwe tev diger û di serî de çeteyên DAIŞ’ê li her devera ku bixwaze bikartîne û dixwaze gelê Kurd tevahî qir bike û hişmendiya xwe li ser cîhanê tevahî serwer bike. Li hemberî vê hişmendiya dagirkeriya tirk ya ku li ser cîhanê tevahî xeteriyeke mezin ava dike û bandora wê ji dîrokê ve heyanî roja îro berdewame. Di serî de gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz li hemberî vê yekê destê xwe bidin hev û her tim di nava kar, xebat û têkoşînê de bin û dawiya hişmendiya faşîst, nijatperest û planên osmanya kevin û ya nû bînin. Her wiha di serî de li Rojhilata Navîn û cîhanê sistema Netewa Demukratîk, kunfedraliya demukratîk û rêveberiya xweser avakirin.






