Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRJ’ê şehîdxistina rojnamevanên jin yên Ragihandina Azad şermezar kir

24/08/2024
in Uncategorized
A A
YRJ’ê şehîdxistina rojnamevanên jin yên Ragihandina Azad şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

YRJ’ê têkildarî şehîdxistina rojnamevanên jin Gulîstan Tara û Hêro Behadîn daxuyaniyek da û tevahiya jinên rojnamevan gotin, ew ê bi bawerî û biryardariyeke mezintir bi pênûs û kamereya xwe tekoşîn bikin.

Îro Yekîtiya Ragihandina Jinê di derbarê jinên rojnamevan, Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn yên ku ji aliyê firokên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîdxistin, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî bû û gelek rojnamevanên jin tevlî daxuyaniyê bûn.

Di destpêka daxyaniyê de, bal hat kişandin li ser bûyera hedefgirtina rojnamevanên jin û wiha hat gotin: “Weke Yekîtiya Ragihandina Jinê em êrişa dewleta Tirk a dagirker  ya doh a li ser du wesayîtên rojnamevanan li bajarê Silemeniyê pêk anî bi hêrsekî mezin şermezar dikin. Ji bo malbata hevrê Gulistan Tara û Hîro Bahadin û ji bo hemû kedkarên çapemeniya azad sersaxî dixwazin. Herwiha ji bo hevrêyên xwe bîrîndar jî şîfaya acil dixwazin. Em vê êrişa hovane  ya ku raste rast rojnamevanên jin  hatine hedegirtin weke sûcekî  dermirovî, bê exlaqî ya li hember ramana azad dibînin û bi tundî şermezar dikin. Ji ber Çapemeniya Azad  bi wêrektiyekî mezin, hişmendiya dagirkeriyê û kiryarên wê raxistiye pêş çavan her tim bûye  hedefa  dewleta Tirk a dagirker. Dewleta tirk a dagirker di mijara binpêkirina mafê mirovan û kiryarên li dijî rojnamevanan de yek ji dewleta herî suçdar e. Dewleta Tirk di dîroka xwe de hertim bi qetilkirin û  girtinan rojnavanan hewil daye ruyê xwe yê reş û kiryarên xwe yên bê exlaqî veşêre. Dijminê jin û rojnamevanan dewleta Tirkiyê ku ji aliyê navenda şerê taybet ve tê birêvebirin,   ji bo rastiyan berevajî bike û veşêre, kedkarên çapemeniya azad dike hedef. Ev êrişa hovane ya li ser pêşenga kevneşopiya çapemeniya jina  azad û stûna heqîqetê Gulistan Tara û hevkara me  Hêro Bahadîn bi heman armancê û ji aliyê heman navendê ve hatiye pêkanîn. ”

YRJ bal kişand ser berxwedaniya jinê û pêşengiya wê, herwiha ji bo hedefgirtina jinan raweste wiha banga xwe anî ser ziman: “Di demekî ku li hember gelê kurd û tevgera wê ya azadiyê di navbera Îraq-Turkiyê û bi taybetî jî bi hevkarî û sîxuriya PDK’ê tifaqekî xeternak û gemar pêkhatî de , ev êrişa hovane ya li dijî hevkarên me yên rojnamevan pêk hat. Guman nîne ku ev êrişa li ser hevkarên me yên rojnamevan beşekî ji tifaqa gemar û  xeternake. Weke yekîtiya Ragihandina jinê (YRJ) em van hêzan rast rast berpirsyarê vê êrişa hovane dibînin, vê êrişkariya wan bi tundî wan şermezar dikin. Ji bo  dewleta Tirk a dagirker ji ber van suç û tewanên li hember rojnamevan dike bê darizan, em bang li raya giştî ya Kurdistanî û cihanî dikin ku bêdeng û bê helwest nemînin. Hevrêya me Gulistan Tara  xwedî dîrokekî demdirêj ya têkoşîna çapemeniya azad e. Gulistan Tara  Weke şagirtekî Mazlûm Dogan û gurbet Elî Ersozan; ev 24 salin  bi pênûs û kameraya xwe bûye bawermend û şopdarekî  mezin a heqîqetê.  Di rêwîtiya  24 Salan a têkoşîna çepeminiya azad de  di dezgehên çapameniyê yên cur be cur de bûye xwedî kedekî mezin û ji bo mezinkirina mîrasê çapameniya jina azad seknekî pêşeng nîşan daye. Hîro Beheyedîn weke rojnamevanekî jin a  ji Başûrê Kurdistanê li hember Dagirkeriya dewleta Tirk û xeta xiyanetê  bi sekna xwe wêrek bûye  çiraya heqîqetê. Bi vê sekna xwe ya biryardar ji bo hemû jinên rojnamevan bûye seknekî nimûne ”

Di dawiyê de YRJ’ê soza şopdariya xeta raghandina azad da û wiha got: “Di kesayeta Pêşenga Çapemeniya jina Azad Gulistan Tara û hevkara me Hîro Beheyedîn de em hemû şêhîdên çapemeniya azad bibîr tînin û bejna xwe li hember sekna wan ya pîroz ditewînin. Weke Yekîtiya Ragihandina jinê bi biryardariyekî mezin, ji bo parastina û mezinkirina mîrasê şehîdan bi bîreweriyek hîn mezintir emê têbikoşin û bibin şapdarên van hevryên xwe.

Bila dewleta Tirkiyê û sîxurê wê PDK ya  qatilê rojnamevan û jinan e ; baş zanibe ku bi van êrişên hovane jî wê tu caran nekiribin vîna çapemeniya jina azad têk bibin. Heta li Kurdistanê bêhne kurdewarî û azadiyê hebe, heta şopdarekî çapemeniya jina azad bijî, wê ala wan ya têkoşîna azadiyê li Kurdistanê her bilind bimîne. Weke xeta çapemeniya jina azad; dibin her cure êrişkariyan de jî, bi biryardarî û wêrektiyekî mezin emê bibin şopdarê Gurbet êlî Ersoz, Gulistan Tara, Hîro Behyedîn û Rosîda Mardîn û tevahî şehîdên çapemeniya azad. Ji bo ev mîras li hemû Kurdistanê bê parastin û bê mezin kirin bi birewerî û biryardariyekî hîn mezintir bi pênûs û karemaya xwe  em ê têbikoşîn.”

Post Views: 124
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.