Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca dagirkeriya Tirk qutkirina dengê jinê ye’

24/08/2024
in Uncategorized
A A
‘Armanca dagirkeriya Tirk qutkirina dengê jinê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rojnemevanên JIN TV diyar kirin ku dewleta Tirk  a dagirker ji kamîre û pênûsa jina azad ditirse, ji ber vê yekê jinên rojnemevan dike armanc û wiha gotin: “Pêwîste rêxistinên Mafê Mirovan û Mafê rojnemevanan bi erkê xwe yên exlaqî û mirovî rabin û li hemberî kiryarên dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin.”

Di 23`ê Tebaxa 2023`an de rojnamevana JIN TV dema ji amadekirina raporekê vedigeriya, li ser rêya di navbera Qamişlo û Amûdê de bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker hate bombebarankirin. Di encamê de rojnamevan Delîla Egîd bi giranî birîndar bû û karmendê bi nave Necmedîn Sînan  şehîd bû. Di vê çarçoveyê de Nûçgihana JIN TV Loristan Derwîş û Pêşkişvana JIN TV Agirî Ibrahîn ji Rojnameya me re axivîn.

Loristan Derwîş di destpêka axaftina xwe de salvegera êrişên dewleta tirk a dagirker a li ser Jin TV hat kirin şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û dewletên destheledar bi hemû awayê dixwazin ku rojnemavana têk bibin û dengê rastiyê bidin qutkirin. Li Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk bi balafir û çekên xwe yên giran êrişê xwe dewam dike da ku îrade û hêze rojnemevanan bişkîne. Li Bakûrê Kurdistanê jî bi rengekeî rojane rojnemevan û siyasetmedar tên binçav kirin. Her wiha wek van bûyran li Îranê jî ku 2 rojnemevanên jin biryara darvekirinê li ser wan hat girtin. Qaşo dibêjin ku Başûrê Kurdistanê aramî û xweşî lê heye, ev yek ne raste.  Di heman demê de rojnamevan Silêman Ehmed çawa ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûr bû ku ji aliyê hikûmeta PDK`ê ve hat revandin. Bi behaneya ku endamê PYD`ê ye ji ber vê yekê 3 sal ceza lê hat birîn. Em dikarin bibêjin ku ev hemû siyaseteke ji bo rojnamevanan hedef bigirin û wê civakê ji çavê rastiyê dûr bixin. Mînaka herî ber bi çav êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser ekîba JIN TV bi armanca ku rojnamevanan mijûl bike û wan ji civakê dûr bixînin. Ev yek jî tirsa hêzên hegemonîk ji rojnamevanan re dide xuyakirin ji ber şerê heyî bi riya rojnamevanan re tê meşandin. Dewleta Tirk  a dagirker pir zêde ji kamîre û pênûsên ragihandina azad ditirse.”

 ‘Tirsa dewletên destheledar ji dengê rastiyê re’

Nûçegihana JIN TV Loristan Derwîş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelo çima dijmin bi taybet rojnamevanan dike hedef? ji be ku rojnamevan dengê heqîqetî ye û bi riya rojnemevanan re civak xwe nas dike û civakê derdora xwe jî nas dike, ji ber vê yekê em dibînin ku dewletên destheledar bi hemû rengê êrişan li ser rojnamevanan didin meşandin, da ku ew rastî were veşartin û xwe li ser hemûyan bide ferzkrin.  Dixwazin vî rêbazê qirêj li Rojava û Başûrê Kurdistanê bidin meşandin. Lê em wek rojnamevan û ragihandina azad û bi taybet YRJ ji ber metersiya wan ya herî mezin ji xebata jin di aliyê ragihandinê de heya, em ê şopdarê riya rastiyê bin û her roj îradeya me zêdetit û mizintir dibe.”

‘Dengê rastiyê wê herdem bilind be’

Di heman çarçoveyê de Pêşkişvana JIN TV Agirî Ibrahîn balkişand ser armanc girtina dewleta tirk a dagirker li telefiziyona JIN TV û wiha got: “Armanca avakirina qenala JIN TV derxistina buyerên ku di civakê de tên qewmandin û bi taybet buyerên girêdayê jinê, di heman demê de derxistina rastiya sîstemên destheledar yên ku civak tê re derbas dibin ku xwe li ser çi bingihî dana avakirin û armanca wan çiye. mînaka wê jî dewleta tirk a dagirkere ku êdî her kes armanca wê dizane ku dewleta osmanî xwe ser çi bingihî da avakirin û hete roja me ya îro ku çawa kiryar, sûc û testheledariya xwe didin meşandin. Dewletekî li ser bingiha olparest, cinsîparest, kaptelîzim û zilanparest hatiye avakirin. Her wiha dewleta tirk a dagirker xwe li ser qirkirina gel xwe dide jiyan kirin. ji bo derxistina rastiya van dewletên testheledar û hov, rojnemevanên jin pêwîste. Em wekî telefiziyona JIN TV her me rastiya kiryar û sûcên ku dewleta tirk dide meşandin parvedikir û derdixist, ji ber vê yekê dewleta tirk a dagirker telefiziyona JIN TV kir armanca xwe.”

Mafê Rojnemevanan

Agirî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Derxistina rastiyê erka me tevahî Rojnemevanan e, wek tê zanîn ku heya roja me ya îro êriş li ser rojnemevanan heye û bi taybet rojnemevanên kurd. Me behsa dewletên destheldar kir û em dikarin dina de jî PDK`ê jî biin mîneka xiyanetê û destheledariyê, ji ber ku li gor berjewandiyê xwe destê xwe daye dijminê xwe ku rojnemevan silêman Emed ji aliyê wan hat revandin û cezayê 3 salan li ser birîn, di heman demê de dewleta îranê ku bi dihan rojnemevan binçavkirine û beriya demekê jî di derbarê 2 çalekvanan Pexşan Ezîzî û Şerîfa Mihemedî biryare darvekirinê li ser wan birîn, em van kiryarên ku li hemberî rojnemevanan û dengê rastiyê tên kirin bi tundî şermezar dikin. Pêwîste rêxistinên Mafê Mirovan û mafê rojnemevanan bi erkê xwe rabin û van kiryarên hovane werin rawistandin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.