Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekiîtiya ragahandina azad bi daxuyaniyek êrîşen li ser Rojnamevanan şermezarkir

23/08/2024
in NÛÇE
A A
‘Li Silêmaniyê êrîşa li ser Ragihandina Azad’
Share on FacebookShare on Twitter

Di 23’yê Tebaxa 2024’an de an ku roja salvegera yekemîn a êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya kenala Jin Tv a li ser riya di navbera Qamişlo û Amûdê de pêk hatibû, balfira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk li navçeya Seyîd Sadiq a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê erebeyek rojnamevanan bombebaran kir.

Di encama êrişa ku li dijî erebeya Şîrketa Chatr Production ya medyayê de pêk hat2 jinên rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û Rêveberê Şîrketa Chatr Production Rêbîn Bekir jî di nav de 6 kes birîndar bûn.
Careke din diyar die ku hedefgirtina erebeya Şirketa Chatr Production berdewama êrişa salek berê ya li dijî ekîba Jin tv ye. Dewleta Tirk a dagirker ku di êrişên xwe yên li dijî gelê kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê têk diçe. Bi van êrişan dixwaze ser têkçûyînênxwe bigire.
Ev êrişên ne merdane yên li dijî rojnamevanan têkçûn û lawaziya dewleta Tirk û hikûmeta wê nîşan dide. Di heman demê de tirsa wan a zêde ji ragihandina azad û xebatkarên wê ku li beranberî siyasetên wê bûne mertal û her dem riwê wan ê reş ji civakê re nîşan didin, careke din aşkere dibe.
Lê tişta mirov hîn zêdetir dêşîne helwesta hikûmeta Iraqê û hevkariya PDK’ê ya di êrişên dewleta Tirk a dagirker de. Di heman demê de bê dengiya Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê ku di qanûn û peymanên xwe de êrişa li dijî rojnamevanan qedexe dike û wekî sûc nîşan didin. Lê dewleta Tirk li ber çavên wan û aşkere rojnamevanan dike armanca êrişên xwe, di bêdengiya xwe de bi israr in.
Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di dema êrişa ne merdane ya dewleta Tirk şermezar û nelet dikin, sersaxiyê ji malbatên jinên rojnamevan ên di êrişa Silêmaniyê de şehîd bûne û tevahî xebatkarên ragihandina azad re dixwazin. Di heman demê de şifaya xêrê ji birîndaran re hêvî dikin.
Di heman demê de ji sazî û dezgehên navdewletî û di serî de yên ida dikin ji bo parastina rojnamevanan dixebitin, erka xwe pêk bînin û li dijî dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin. Ji ber bê dengiya wan tê wateya hevkariya wan a bi kujeran re.
Di dawiyê de em careke din êrişên li dijî rojnamvanan bi tundî şermezar û nelet dikin, di heman demê de em soza xwe dubare dikin ku em ê ji pêkanîna xewnên cangoriyên xwe û pêşxistina ragiahndina azad tekoşîna xwe hîn bi hêztir bidomînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.