Argêş Gewda/Qamişlo
Di demijmêra seet 12’ê nivro de, li Navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê balafirên bê mirov yên girêdayi dewleta Tirk êrişeke esmanî pêk ani. 2 Wesayitên ku endamê ragihandina azad hatin armanc girtin. Encama wê êrîşê de 2 Rojnemavanên jin şehid bûn, wesayita din ji 6 rojnamevan birîndar bûn.
Derheqê buyerê de, Rojnamevan Baran Germiyan agahiyên dawi yên girêdayi êrişê li rojnemaya me re parve kir.
Dengê Rasti yê, armanca dewleta Tirk ya dagirkerin
Baran Germiyan da diyar kirin ku wek dewleta Tirk çapemeniye xwe dide xuyakirin ev ne rastin û wisa domand: ‘Îro jî dewleta Tirk a dagirker li
navçeya Seyîdsadîq a girêdayi Silêmaniyê wesayîteke ku rojnamevanên Kurd tê de bûn bi balafirên bê mirov hatin armanc kirin. Hate zanin ku wesayîta hatiye armanc girtin girêdayi şîrketa çapemeniyê Chatr Production a li Başûrê Kurdistanê weşan dike ye. Rojnamevanên di wesayîtê de dema ji bo bernameyeke televîzyonê dixebitîn bûne armanca dewleta Tirk ya dagirker. Dewleta Tirk ya dagirker û hevkarên wê PDK‘ê wek hertim bi media yên xwe alîgir de dibêje ev wesayita endamên PKK ne. ev ne raste ji bona raya gişti bê deng bikin rastiya berovaji dikin. Ev rojnamevanin û dengê rastiyê di şopandin”.
Ev kiryarên Teroristî ne
Baran Germiyan ani ser ziman ku taybet armanc girtina jinên rojnamevan ne ji rêze ye û wiha berdewam kir “Îro jî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadîk a Silêmaniyê wesayîteke rojnamevanên Kurd hat armanc kirin. 2 hevalê me yên jin hatin şehid xistin û 6 kes ji brindar bûn. Ev kiryare kê teroristê ye. Nayê pejirandin dibe gelê me deng derxine û bê deng nemine.”
‘Nasnameyên rojnamegerên di êrîşa hovane ya dewleta Tirk de şehîd bûn, hatin eşkerekirin.’
Hêro Bahadîn ku di beşa ragihandinê ya bi navê Chatr Production de kar dikir
Pêşenga berxwedana çapemeniya azad a bajarê Elîhê yê Bakurê Kurdistanê Gulîstan Tara şehîd bû.
Ji bona şermezar kirina êrişên li ser ragihandina azad dê daxûyaniyek bê dayin’
Rojnamevan Baran Germiyan ani ser ziman ku dê ji ber şermizarkirina dewleta Tirk ya dagirker dê daxuyani bidin û wisa axivtina xwe qedand: ” Ev êrişa dide xuya kirin ku, dewleta Tirk ya dagirker armanca wê tenê ne PKK ye, armanc giştî Kurd û Kurdistanê ne. Ev hevalê me her 2 ji rojnamevan bûn û ti kiryarê ku bi ragihandina xwe de, didin xuya kirin ne kirin e. Ev kiryarên dewleta Tirk û yê hevkarê wê PDK ye. Ev endamê ragihandinê ne. Ger kiryarek ji hebe derxistina rastiyê ye. Ji bona ne pejirandin û şermezarkirina êrişên dagirkeriyê li se endamên Ragihandina Azad yên Chatr Production emê wek hevalên wan yên rojnamevan daxuyaniyekê bi din çapemenî yê “.






