Diyana Mistefa/Reqa
Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê bi dirûşmeya “Bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê em ê têkoşîna xwe bilind bikin” Şehîd Akîd û Şehîdên meha Hizêran, Tîrmeh û Tebaxê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li guristana Şehîdan a bajarê Hikûmiyê bi merasîmekî bibîr anîn.
Di bîranînê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, Meclîsa Leşkerî ya Reqayê, partiyên Siyasî, Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya û şêx û rûspiyên eşîran amade bûn.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê Şehîdan dest pê kir, piştre toreneke leşkerî ji aliyê Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Reqayê ve hate pêşkêşkirin, her wiha gelek axaftin hatin kirin, di nav de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî axaftin hatin kirin ji aliyê Endamê
Meclîsa Malbatên Şehîdan Etab El-Deyf û wiha got: “Em îro bi bîranîna Şehîdên nemir ên ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne sembola serbilindî û rûmetê, weke ronahiyek dibiriqin.
Di van rojan de me di şerê rizgarkirina Reqayê de di sala 2017’an de bi sedan Şehîd dan.”
Etab El-Zeyf jî got, “Îro em li Bakur-Rojhilatê Sûriyê di qonaxeke bingehîn a ku bingeha têkoşînê ye de dijîn Bi fedekariya 13 hezar Şehîdan, planên dagirkeriyê û di serî de jî planên dewleta Tirk de, Em hemû gelê xwe, Malbatên Şehîdan û dayîkên Şehîdan silav dikin û ji wan re dibêjin em rêya wan dişopînin.”
Li ser navê gelê Reqayê hevserokê Meclisa Rêveber li kantona Reqayê Mişleb El-Turkan axivî û got:”Îro em giyanê Şehîdên xwe û şehîdên Pêngava 15’ê Tebaxê bi bîr tînin û niha jî bi saya vê xwîna pak me karîbû modela herî baş a neteweya demokratîk li Bakur-Rojhilatê Kurdistanê ragihînin.”
Ji destpêka şoreşa Sûriyê û vir ve û ev ewlekarî û ewlekariya ku em jiyan dikin bi saya xwîna şehîdên me yên rewa ye.
Bîranîn bi dawîkirina torana leşkerî bi dawî bû û piştre malbatên Şehîdan û endamên Saziyên Sivîl û leşkerî find li ser tilîliyên şehîdan pêxistin.”






