Navenda Nûçeyan
Romana nû ya nivîskar Ronak Mirad ku bi serenavê Şoreşgerên Cizîrê ye û bi zimanê erebî ye hat derketin. Roman ji 60 beşî pêk tê û behsa şoreşgerên kantona Cizîrî dike.
Nivîskara kurd ya Rojavayê Kurdistanê Ronak Mirad romana xwe ya bi serenavê Şoreşgerên Cizîrê derxist. Pirtûka ji (60) beşî pêk tê. Her beşek jî jiyaneke. Roman li ser şoreşgerên ji kantona Cizîrê ,bi taybet devera Dêrka Hemko ye. Ji destpêka hatina PKK’ê li devera Dêrka Hemko ta beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Roman li ser berxwedana wan lehingan a bêhempa ye di Kurdistanê de ya li dijî dagirkeriya Tirk e. Ronak Mirad w roman bi şêwayekî zanistî nivîsandiye, gelekî bi jînwar û civakê ve girêdayî ye, xalên girtine dest jî wiha ne:
-Tekoşer Xelîl avakirina Dêrka Hemko û mêraniya rêzdar Emerê Temer meznê eşîra Batoyan diyar dike.
-Di riya jiyana Şehîd Mihyedîn re avakirina gundê Dêrna Qulingan tê zanîn.
-Behsa malbata kurdperwer rêzdar Evdilezîz Hiso de avakirina gundê Indîwerê û gundê Giresorê Hiso û henek ji tekoşerên wê malbatê mîna Şehîd Kendal û Şehîd Zinar û Şehîd Sozdar û Mihemed Bavê Fener tê nas kirin.
-Têkiliyên wan şoreşvanan bi fremandar Mûrad Qeraylan re bi taybet dema ew dihate wê deverê û xebat bi wan re dikir.
-Bûyerên rojevî û jînwarî û piratîkî mîna xenqandina yê Qaçaxçî Hacî di avê de, dema ku hewil dida ku wan di çemê ava mezin re derbasî Bakur bike.
-Serpêhatiyên Şehîd Xebat, Şehîd Mihyedìn , Şehîd Dijwar li devera Dêrikê û derbasbûna çemê ava mezin.
-Diyarkirina mijarên mîna ajanên rêjìma Baas Enwerko û ebû Ibêda.
-çîroka Ş.Dijwar li Lîbiyayê û çûna bavê wî ji boyî wî bîne malê .
-Nirxê eşîran di riya pênasiya li ser kesan .mînak: Batoy,(Emerê temer) Seyd(Ş.Mihyedîn), Hesinan(Xelîl), Erebiyan(Ş.Xebat),Meman(Ebû Xemo) …htd.
-Naskirina Ş.Zerdeştê Simayilê Heybet û dîroka mala wan. Û wilo Ş.Simayil(Simko) û Ş Hisên Şawîş.
-Jiyana wan tekoşeran li Şamê û Lîbiyayê dibe mînak ji koçberiya Kurdan a neçar re.
-Simayîl û Apo Osman Sebrî li Şamê, perwerdeya zimanê Kurdî û serpêhatiya şoreşa Çiyayê Sasûnê ya sala 1925’an.
-Destana 4’ê Berfanbara 1989’an a derbasbûna Şehîd Zinar, Şehîd Ehmed û ehîd Mihêdîn a ava mezin, bûyer bi bûyer û çawa bi berxwedanê şehîd bûn.
– Tekoşîna Şehîd Kendal a bêhempa li deverên bakurê Kurdistanê û pakrewaniya wî û ajokarê wî yê xiniz.
-Tekoşîn û gorava Şehîd Xebat û birîndariya wî û serpêhatiya wî bi Birahîmê qirûçî re û firyadkirina Gulbihar û hevjînê wê ji gundê Xerxolê ,jêr e. Carekê din di şerê berxwedanê de birîndar bû ,parçeyek li qirka wî ket û bû sedema ku ew ji axaftinê bikeve û weke lalan lê hat a ku bû sedem ku ew henekî bêzar bibe û nojdarê wî D. Sadiq ji mala Evdilê Bedro yên Qamişlo bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku roman ji (428) rûpelên tejî ji bûyer û çîrokên berxwedana rûmetê pêk tê. Herwiha Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê (YRKC) di 21’ê Tebaxa 2024’an de li Navenda Diclê ya çand û hunerê li Dêrka Hemko şevbiwèrkek li ser wê romanê li dar xist û tê de nivîskar Ronak Mirad a nivîskara wê li ser axivî û pirtûk li mihvanan wek diyariya pakrewanan hate belav kirin.






