Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Jinan ji bo parastina mafên zarokan dest bi kampanyayekê dike

22/08/2024
in Uncategorized
A A
Rêveberiya Jinan ji bo parastina mafên zarokan dest bi kampanyayekê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa/Reqa

Rêveberiya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê di bin dirûşmeya ‘Ragihandin û Parastin, Pêşketin û hişyarî ji bo zarokatiyek saxlem’ doh Çarşemê bi daxuyaniyekê kampaniya piştgiriya zarokan di milê derûn, vcivakê û tendirustî de ragehand.

Rêveberiya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê doh Çarşemê, li bajarê Reqayê  bi daxuyaniyekê dest bi hemleya xwe ya ji bo piştgirîkirina zarokan di warê derûnî, civakî û tenduristî de û ji bo afirandina jîngehek hişmendî ku jêhatîbûn û şiyana wan zêde bike, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mafên mirovî yên zarokan her roj tên binpêkirin û îstîsmarkirin, di encama şer û qeyranên ku welatên cîhanê tê re derbas dibin, ew jî dibe sedema wêranî û kaosê, ku herî zêde bandorê li rastiya zarokan dike, eşkere dike. Li ser wan metirsiya xizanî, kêmxwarinî, destdirêjî, cudakariya neadilane, binpêkirinên nemirovane û neexlaqî li ser wan têne kirin, ji aliyekî ve bûyerên tundûtûjiyê û bazirganiya bi wan re û ji aliyekî din ve jî bi rêya wan Şerê berdewam li Sûriyê û encamên wê li ser jiyana zarokan di warê çewsandin, îstismarkirina siyasî, hizrî, aborî û civakî de, ji bo dûrxistina wan û bêparkirina wan ji mafên wan ên bingehîn di jiyanê de Rêveberiya Jinan ji bo parastina mafên zarokan dest bi kampanyayekê dike.

Tevî hemû zehmetiyên ku zarok rastî wan tên, li Sûriyeyê bi giştî û çi li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hişyarî, pêşxistin û parastina zarokan ji mafên xwe yên bingehîn dibîne, ji ber ku zarok garantiya avakirina civak û pêşeroja wê ye. Ji ber vê yekê di Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê de li gorî baweriya xwe û ji bo yekkirina vê yekê xwe dispêrin hemû peyman û peymanên navneteweyî yên têkildarî zarokan û di çarçoveya xwe de bi cih tînin. niha ji bo dabînkirina jiyan û paşerojeke baştir ji bo zarokên xwe, û ji bo bidestxistina armancên bingehîn ên ku ji bo bilindkirina hişyariya zarokan û pêşxistina şiyanên wan, ji bo rizgarbûna ji zehmetî û pirsgirêkên ku di jiyana xwe de rû bi rû ne kar dikin ku piştgiriya wan di warê derûnî û civakî de bikin, hişyariya tenduristiya wan zêde bikin, û wan teşwîq bikin ku beşdar bibin û girêdanên di navbera wan de xurt bikin, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan, û ji bo afirandina jîngehek hişmend û piştgirî ji bo zêdekirina jêhatîbûn û karînên zarokan di civakê de û bigihîje pêşkeftina domdar.

Ji ber vê yekê parastina zarokan erkeke exlaqî û mirovî ye û ji bo jiyanek bi ewle û jiyaneke azad û birûmet, erkek e ku dikeve ser milê her kesî di bin diruşma: “Çêkirin û parastin… geşepêdan û hişyarî… ji bo… zarokatiyeke saxlem” ku wê di 21.08.2024 dest pê bike û di 19.11.2024 de bi dawî bibe.

Bernemeya wan ê li ser vê esasê were destpê kirin:

1- Lidarxistina civînan li ser rola malbat û civakê di parastina mafên zarokan de.

2- Derxistina penal li ser karên demkî ji bo parastina jiyana zarokan bi rêya yasaya zarokan.

3- Çêkirina bernameyên perwerdeyê li ser mijarên tendirustiya giştî ji bo zarokan bi armanca pêşxistina hişyariya tenduristiyê.

4- Lidarxistina dewreyên hişyarî û semîneran ji bo rawêjkarî û piştevaniya derûnî û civakî ji zarokan re.

5- Teşwîqkirina destpêşxeriyên civaka xwebexş ku armanca wan baştirkirina jiyana zarokan di civakê de ye.

6- Lidarxistina atolye û korsên rahênanê ji bo pêşxistina karîn û şiyanên zarokan ji bo bidestxistina serkeftinê di jiyana wan a şexsî û pîşeyî de.

7- Belavkirina broşurên li ser pirensîpên giştî yên mafên zarokan.

8- Çêkirina çalakî û bernameyên şanogerî û perwerdeyî ji bo piştgirîkirina zarokan û bilindkirina hişyariya wan di hemû waran de.

9-Serdana zarokxane, dibistan û peymangehan ji bo peydakirina piştgirî û lênêrîna tam û çareserkirina pirsgirêkên wan.

10- Lidarxistina Festîvala Zarokan bi koordîneya Tevgera Hîlela Zêrîn ji bo çanda jinan li herêmên rizgarkirî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.