Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Fakulteyeke nû di zanîngeha Rojava de tê vekirin’

21/08/2024
in Uncategorized
A A
‘Fakulteyeke nû di zanîngeha Rojava de tê vekirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Berbirsê Hevyazbariyê yê navenda Zanîngeha Rojava Mihemed Şêx Mûsa da zanîn ku di 24’ê Tebaxê de Hevyazbariya Giştî ya Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Sala xwendinê 2024-2025’an dest pê dike û wê encamên hevyazbariyê di 25’ê Îlonê de werin ragihandin. Herwiha Mûsa eşkere kir ku wê fakulteyeke nû bi navê Fakulteya Hunerê were vekirin.

Hevyazbariya Giştî ya Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Sala xwendinê 2024-2025’an di 18’ê Tebaxê de hat ragihandin. Herwiha wê di 24’ê heman mehê de hevyazbarî were destpêkirin û li gorî wê jî qonax, ezmûnên hevyazbariyê werin pêşvebirin.

Têkildarî heman mijarê perbirsê hevyazbariyê yê navenda Zanîngeha Rojava Mihemed Şêx Mûsa ji rojnameya me re axivî.

Destpêkirina hevyazbariya sala 2024-2025’an

Mihemed Şêx Mûsa di derbarê hevyazbariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha anî ser ziman: “Wekû em dizanin berî çend rojan Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevyazbariya sala xwendinê ya 2024-2025’an ragihand. Me jî navendên tomarkirina hevyazbariyê li ser çar navendan dest nîşan kirin. Navendên ku xwendekar xwe lê tomar bikin jî ev in: Zanîngeha Rojava li Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo û Rimêlan li Fakulteya Petrol û Petrokîmyayê. Di heman demê de ya Kobanê, li Zanîngeha Kobanê û li Reqayê, Zanîngeha Şerq herwiha li Şehba jî Navenda Ehdas. Ji bo tomarkirinê jî pêwîste hemû xwendekar hin belge û pelan bi xwe re bînin mîna; wêneyê nasnameyê yan jî yê ixracqeyd an jî belgeya danasînê ji bo kesên bênasname. Hem jî 8 wêneyên takekesî û pêwîste ev wêne nû bin. Di heman demê de divê xwendekar rûnivîsa resen ji bawernameya amadeyî, rûnivîseke jê û belgeyekê ji komînê bînin. Hem jî belgeyekê ji Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo navendên hevyazbariyê bînin. Ev yek girêdayî zarok, xwişk, bira, dê, bav û hevjînên şehîdan ne û li gorî vê yekê rêjeya beşan û pejrandina wan di zanîngehê de, ji xwendekarên din tê cudakirin. Li aliyekî din jî xwendekarên xort yên ku temenê wan mezin be û jidayikbûna wan di navebra salên 1998-2003’an de be pêwîste belgeyekê ji Erka Xweparastinê werbigirin û radestî zanîngehê bikin. ”

 Hevyazbariya îsal

Şêx Mûsa têkildarî qonaxên hevyazbariyê wiha got: “Bê guman heta ku xwendekar di zanîngehê de were pejrandin, di hin qonaxên hevyazbariyê re derbas dibe. Di destpêkê de navê xwe ji bo hevyazbariyê tomar dike. Ji xwe demek destnîşankirî jî ji tomarkirinê re heye ku di 24’ê tebaxê dest pê dike  û  di 31’ê Tebaxê tê bidawîkirin. Piştre jî ezmûn ji bo tevahiya beşên zanistî çêdibe ji bilî yên wêjeyî, rêbazê ezmûnan jî bi sîstema otomatîzê ango etmetê ye. Beşên wêjeyî wê li gorî encama pileya emadeyî werin pejirandin, lê ji bo xwendekarên beşa zanistî ya materyalên bîrkarî, zindînasî, fîzîk û kîmya di 2’ê Îlûnê de, wê ezmûn di demjimêr 10’an de li navendên ezmûnan çêbibe. Salên bûrî gelek pirsgirêk di warê beşên zanistî derdiketin, hin xwendekar bê ezmûn di beşan de dihatin pejrandin û ji ber asta hin xwendekaran a lawaz, ew ji zanîngehê dûrdiketin. Lê bi rêbazê ezmûnan asta xwendekar tê zanîn û li gorî ast û xwesteka xwe di beşan de wê were pejrandin. Li aliyekî din ezmûn ji xwendekarên beşa Pîşesazî re bi sîstema etmetê tê çêkirin û pirsên ezmûnan jî, ji metiryalên pîşesazî ne. Ezmûnên beşa Pîşesazî jî wê di demjimêr 10’an de ji roja 3’ê Îlûnê li navendên ezmûnan bê çêkirin. Piştî wê jî em ê encamên ezmûnan ji xwendekaran di 7’ê Îlûnê de ragihînin. Piştre jî navendên hevyazbariyê wê ji 9’ê Îlûn heya 19’ê heman mehê pêşwaziya xwendekaran ji bo tomarkirina xwestekên xwe bikin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji mafê xwendekaran e ku 15 beşan di hevyazbariyê de tomar bike. Di hin beşan de çi yên wêjeyî an zanstî bin, hevdîtinên her beşekê hene û dê xwendekar li gorî beşê ku hilbijartiye derbasî hevdîtinan bibe. Herî dawî jî wê encamên hevyazbariyê di 25’ê Îlûnê de werin ragihandin. Ji bo ku xwendekarên xwedî bawernameyên Rêveberiya Xweser yên amadeyî bikaribin navê xwe di hevyazbariya îsal de tomar bikin, me derfetek da. Lewma jî xwendekarên kevin dikarin tevlî hevyazbariyê bibin, ji bilî bawenameyên sala xwendinê ya 2023-2024’an.”

Yekbûna Hemahengiya Hevyazbariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Mihemed girêdayî yekbûyîna hevyazbariya zanîngeh û peymangehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha peyvî: “Ev bûye cara duyem ku Hemahengiya Hevyazbariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe yek. Ji sala 2021’ê ve hevyazbariya zanîngên weke Zanîngeha Rojava,  ya Kobanê û Zanîngeha Şerq bi hev re derdikeve. Cara yekem di sala xwendinê ya 2023-2024’an de bû ku hemû peymangehên girêdayî Desteya Perwerdê tevlî Hemahengiya Hevyazbariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin. Armanc jê ew bû ku xwendekar du caran li du hevyazbariyên hem yên zanîngehan û hem jî yên peymangehan navê xwe tomar neke. Di salên bûrî de hin xwendekar navê xwe li hevyazbariya zanîngehan û hem jî li ya peymangehan tomar dikir. Wekî tê zanîn her beşek rêjeyeke wê ya pejreandina hejmara xwendekaran heye. Ji ber ku xwendekaran li du hevyazbariyan navê xwe tomar dikir hin pirsgirêk derdiketin holê. Di encamê de gelek xwendekar bêderfet diman ku navê xwe di hevyazbariya zanîngeh û peymangehan de binivîsînin. ”

Beşeke nû di nav zanîngega Rojava de

Berbirsê hevyazbariyê yê navenda Zanîngeha Rojava Mihemed Şêxmûs wisa axivî: “Wekî em dizanin gelek fakulte û beş di nav hevyazbariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene. Li kêleka van fakulteyan jî îsal fakulteyeke nû, bi navê Fakulteya Hunerê tevlî hevyazbariyê dibe. Ev fakulte girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya kantona Cizîrê ye û ew li ser disekine. Fakulteya Hunerê li zanîngehên kantona Cizîrê tenê heye û ji mafê hemû xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navê xwe lê tomar bikin. Di dema heyî de beşên ku digire nava xwe, şert û mercên wê ne diyar in, lê ev yek wê di demeke nêz de were ragihandin.”

Post Views: 103
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.