Hemza Sêvo/ Qamişlo
PYD’ê bi diruşmeya ‘Pênasekirina Nasnameya Kurdî Û Gelên Sûriyê Di Pergala Neteweya Demokratîk De’ têkldarî doz, çand û hebûna gelê kurd li Sûriyê, bi amadebûna siyasetmedar û rewşenbîran komcivînek li dar dixe.
Bi diruşma ‘Pênasekirina Nasnameya Kurdî Û Gelên Sûriyê Di Pergala Neteweya Demokratîk De’ li hola Zana ya bajarê Qamişlo ji aliyê PYD’ê komcivînek tê lidarxistin.
Îro Partiya Yekîtiya Demokrat, PYD’ê bi armanca pênasekirina nasnameya kurdî û tevahiya pêkhateyên Sûriyê hem jî felsefeya Netewa Demokratîk komcivînek li dar dixe.
Herwiha hin partiyên kurdî, siyasetmetar, rewşenbîrên kurd û hin kesayetên din jî di vê komcivînê de li ser asta kantona Cizîrê amade bûne.
Komcvîn li ser du mijaran pêş diçe, yek jê pêşveçûna sosyolojîka çandî û siyasî ya nasnameya kurdî, berî û piştî Şoreşa Rojava, mijara din nasnameya kurd a siyasî û rêxistbûyî ya ku piştî şoreşê ava bûye û perspektîfa çareseriya doza kurdî li Sûriyê.
Komcivîn bi xuleka rêzgirtinê hat destpêkirin û piştre jî mijara pêşveçûna sosyolojîka çandî û siyasî ya nasnameya kurdî, berî û piştî Şoreşa Rojava ji aliyê mamosteyê Zanîngeha Rojava Sîpan Ismayîl ve hat vegotin. Di kûrahiya mijarê de hin xalên weke çanda kurdî, dîroka kurdan berî Şoreşa Rojava û piştî wê, şaristanî û deverên dîrokî weke Tilhelef, nasnameya kurdî li nik neteweyên din yên li herêmê dijîn, tên vegotin. Bi dirêjahiya demjimêr û nîvekê mijar ji aliyê vebêjerê mijarê û kesên amade ve tên guftûgokirin.
Herwiha di deberdewamiya komcivînê de wê mijara duyem a bi navê nasnameya kurd a siyasî û rêxistbûyî ya ku piştî şoreşê ava bûye û perspektîfa çareseriya doza kurdî li Sûriyê ji aliyê hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ilham Ehmed ve were vegotin.
Di derbarê komcivînê de jî, rewşenbîrê kurd Xalis Misewer wiha got: “Komcivîna ku PYD’ê di vê dema heyî de li dar xist, gaveke pîroz û nirxdar e. Ev tê wateya ku guhdaneke mezin dide ji bo gelê kurd, çand û mafê kurdan. Eger em rewşa kurdan a siyasî bi nerîxînin dê bînin ser ziman ku kurd di warê siyasî û hemû aliyên din de lal bûn, eger partiyek an jî kurdek biaxivîba wê bihata bêdengkirin. Piştî ku şoreşa Rojava dest pê bû, êdî gelê kurd ji wê bêdengiyê derket. Herwiha mafê siyasî, çandî û hwd hat parastin. Di heman demê de gelê kurd û jinê bi taybet xwe tekez kir di vê şoreşê de. Di heman demê de li ser bingeha felsefeya Netewa Demokratîk gelê kurd û jin xebateke pir bi nirx li nik gelên Sûriyê dike.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku hîn komcivîn dewam dike.







