Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Ji sedî 50 ji taxên Hesekê sûdê ji pirojeya ava Feratê digrin’

21/08/2024
in Uncategorized
A A
 ‘Ji sedî 50 ji taxên Hesekê sûdê ji pirojeya ava Feratê digrin’
Share on FacebookShare on Twitter

Yasmîn Omo / Hesekê

Hevserokê pirojeye ava Feratê Ednan Xalid diyar kir taxên bajarê Hesekê ji sedî 50 sûdê ji ji projeya ava Feratê sûdê dibînin û wiha got: “Li pêşiya pirojeya gişandina ava Feratê ji bo bajarê Hesekê gelek astengî derdikevin û em hewil didin wan çareser bikin.”

Bajarê Hesekê ji 2019`an ve dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê û stasyona Elokê dagir kir, bi pirsgirêka avê re rû bi rû maye.

Ji bo peydakirina avê ji welatiyan re, Rêveberiya Xweser pêvajoya yekemîn a sererastkirina “Qanaxa avdanê ya Xabûrê” û stasyonên wê bi dawî kir û avê li taxên bajarê Hesekê belav dike.

Derbarê belavkirina avê li taxên Hesekê û pêvajoya yekemîn ya sererastkirina “Qanaxa avdanê ya Xabûrê’’ Hvserokê pirojeye ava Furatê Ednan Xalid ji ronameya Ronahî re axivî.

Ednan Xalid di destpêka axaftina xwe e wiha got” :Di 2019’an de piştî ku dewlata Tirk ya dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê dagirkirin, ava stasyona Elok ku jêdera sereke ya avê ji bo bajarê Hesekê bû. Herî kêm li bajarê Hesekê û gundewarên wê nêzî milyonek û 200 hezar jiyan dikin. Ji ber qutkirina ava stasyona Elok tevahiya gel bê av man. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêka giran Rêveberiya Xweser di sala 2019’an de berê xwe da pirojeya gişandina ava Feratê. Herwiha ev proje di sala 2021’an de kete tecrîbeyê û di wê demê de 4 caran av gihişt Hesekê.”

Ednan xalid wiha domand: “Li ser vê pirojeyê 4 stasyonên sereke hene; Stasyona Siwer ,Ilwê û Sebewerbîn û ji wir dighêje stasyona baqijkirin û  tesfiyekirinê ya taxa Ezîziyê li bajarê Hesekê. Li Hesekê  5 taxên sereke sûdê ji vê pirojeyê dibînin, ew jî taxên Xiwêran , Salihiyê, Miftî, Ezîziyê û Xeşman e. Cara dawî me av gihand  taxa Merşo û Sînaea û heta taxa bazirganiyê. Taxên Hesekê ji sedî 50 sûdê jê werdigrin, taxên din jî av bi riya sehrîcên tê belavkirin.desteya avê.”

 Ednan Xalid bal kişand ser zehmetiyên ku derdikevin pêşiya vê pirojeyê û axaftina wiha qedand: “Li pêş vê pirojeyê gelek zehmetî hene, ji ber derketina pirsgirêkan. Pirsgoirêka sereke destdirêjiya ku li ser xetên pirojeyê pêk tên. Her ku em wan destdirêjiyan radikin, careke din destdirêjî tên kirin. Lê mixabin ev 10 roj carke din pirsgirêka çêbûna şînatiyên bi navê Ozon di kenalên avê de û ji ber wan veguhestina avê tê rawestandin.Di dema niha de em hewil didin vê pirsgirêkê jî çareser bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.