Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yûsif Sêvo: Wêje û huner ji bo min ava jiyanê ne

21/08/2024
in Uncategorized
A A
Yûsif Sêvo: Wêje û huner ji bo min ava jiyanê ne
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Wêjevan û hunermend Can Yûsif da zanîn ku wêje û huner ji bo wî ava jiyanê ye. Her wiha Yûsif diyar kir ku di warê hunerê de, bi dehan awaz û stran ji komên herêmê û hunermendan re çêkirine û di aliyê wêjeyê de jî çar dîwanên wî li ber çapê ne.

Baxê çand, wêje û hunera kurdî baxekî bi wêjevan, nivîskar û hunermendên xwe rengîn e, her yek ji wan kesayetan bi ramanên xwe gul û darên berhemdar in. Ji wan kesan jî nivîskar û hunermend Yûsif Sêvo ye, têkildarî jiyan, kar û xebata xwe ya hunerî û wêjeyî, bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:

Kurtejiyana xwe vedibêje…

Nav û paşnavê min Yûsif Hacî Sêvo, bi navê (Bavê Ceger) tême naskirin. Navê min ê hunerî û torevanî Diljan Cûdî û Can Yûsif e Di 2’yê Cotmeha sala 1968’an de li gundê Girê Şêra yê girêdayî Dêrkê li Rojavayê Kurdistanê ji dê û bavên Kurd (Hacî û Sînem) hatime dinyayê. Di nava malbateke kurdperwer a welatparêz de, bi ruhê berxwedaniya neteweyî û bi hesreta azadiyê mezin bûme, ku tiştên xwe yên herî giranbuha û bi dehan ciwan û keçên xwe yên hêja û bi qîmet feda kir û şehîd dan di rêya rizgariya Kurdistanê de. Min dibistana seretayî li gundê xwe (Girê Şêra) û dibistana navîn û amadeyî li dibistana Yûsif El-Azme li Dêrikê xwend û piştre min li zanîngeha Helebê xwendina xwe ya bilind beşê hişbirin û lênêrînê li peymangeha tenduristiyê dawî kir. Her wiha min du salan di pileya yekemîn de, li ser asta Sûriyê bawernameya xwe wergirt, ji min re bûrsek ji derveyî Sûriyê derket ku ji bo xwendina kulîjeya bijîşkî û doktora li ser hesabê dewletê li yek ji komarên Yekîtiya Sovyetê bixwînim. Lê mixabin rejîma Sûriyê û rêveberiya giştî ya Nûneratiyên Derve ya Xwendekarên Zanîngehan rê li ber min girtin û red kirin. Ji ber kar û xebatên min yên neteweyî û çalakiyên siyasî di nav xwendekaran û girseya gel de, lewma ji hemû kar û erkên tenduristiyê, ez mehrûm kirim. Di heman demê de ji ber fikir, raman û nivîsên xwe çend caran ji hêla istixbaratên rêjîma Sûriyê ya wê demê ve hatime girtin û binçavkirin û zindanî bûme û bi dehê caran ez hatime vexwendin ji hêla şaxên ewlekariya Sûriyê li bajarê Hesekê û Qamişlo ji ber çalakiyên xwe yên partîzanî (hizbî) û niştimanî,van hemû zextên wan, îradeya min, vîyana min û baweriya min bi doza min neşikand û nekarîn min ji bîr û baweriyên min dûr bixin, ez li ser rêya şehîdan domdar mam û pabendî pirensîpên xwe yên hizbî û niştimanî bûm. Min di gel xwndina xwe xebatên konevanî û çalakiyên torevanî û hunerî jî didan meşandin heta destpêka buhara gelan. Di destpêka Şoreşa Rojava de û di hilbijartinên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ya di 16’ê Berfanbara sala 2011’an de ez weke endamê dîwana serokatiya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê hatim hilbijartin heta 2014’an. Di dema avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê de, di 16’ê Berfanbara 2014’an de ji bo heyama 5 salan heta sala 2019’an weke serokatiya hevbeş ya Eyaleta Dêrikê hatim hilbijartin. Piştî wê ez du salan weke hevserokê rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Dêrikê hatim hilbijartin û piştî wê jî di sala 2021’an de tevlî Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê bûm û heta niha jî xebatên xwe berdewam dikim.

Wêje û huner ji bo te tên çi wate yê, her wiha bandora van herdû qadan heyanî çi astê li ser jiyana te heye?

Wêje û huner ji bo min tên wateya ava jiyanê, tên wateya elend û tîrêja beyanê her wiha tên henas û hestên viyanê, tên wateya jana dil, pestîna hest û rewan. Bandora wan herdû qadan pir mezin bûn li ser jiyan û hebûna min. Ji bo min wêje û huner ne tenê gotinên ku derbas dibin, ew ji bo min cîhaneke ku têde hest û derbirînên xwe vedibêjim, xewn û xeyalên xwe tê de dibînim. Huner ji bo min amûreke handanê ye derd û kulên xwe pê vedihûnim, ew enerjiya hêviyê ye ji bo min, pê azar û daxwazên gelê xwe vedibêjim, bi rêya wan dixwazim şevên tarî bi tîp û gotinên xwe ronahî bikim, peyvên xwe bikim çiraxek riya azadîyê ji nifşan re ronahî bikim û helbest û awazên xwe bikim gurzegul û Ii ser gora her şehîdekî bi cih bikin.  Ji ber heskirina min ji wêje û hunerê re min 26 sal ji buhara temenê xwe bi eşq û evîn terxan kir ji karên nivîsandina helbest, wêje û hunerê.

Te kengî dest bi karê nivîsîn û hunerê kiriye û di bin bandora çi û kê de?

Min di sala 1986’an de dest bikarê nivîsîn û hunerê kiriye, ev yek jî di bin bandora şehîd û şoreşgerên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de. Piştî qedandina xwendina xwe ya zanîngehê û qedexekirina min ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve ji kar û erkên tenduristiyê, min di sala 1989’an de xwe terxan kir ji bo birêvebirina xebat û çalakiyên hunerî û çandî yên herêmê bikim. Ez yek ji damezrînerên Koma Cûdî Dêrikê ku di sala1987’an de û Koma Wanê li herêma koçeran ku di sala 1990’î de hatî damezrandin û yek ji damezrînerên hunergehê bûm di sala 1991’ê de li Helebê. Di sala 2005’an de ez wek nûnerê çand û hunerê li ser asta kantona Cizîrê hatim hilbijartin. Ez li herêma Dêrikê di 26 cejnên Newrozan de wek rêvever, stranbêj, sazvan, şanoger, awazvan û pêşkêşvan, beşdarî bûme. Her wiha min pêşkêşvaniya bi sedan merasîmên şehîdan û ahengên netewî li ser asta herêma Cizîrê kiriye. Ji milê wêjeyî ve jî, min hemû cureyên helbesta kurdî ya kilasîk nivîsandiye, ji kela dilê xwe û bi hest û rewanê xwe yê neteweyî bi sedan helbestên niştimanî, welatperwerî û evînî min rêsaye û vehûnandiye.Hem jî bi dehan helbestên min di kovar û rojnameyên kurdî de hatine weşandin. Li kêleka helbesta kurdî ya kilasîk min helbesta nûjen, kurteçîrok, skêtş, kurteşano, bîrhatin û gotarên civakî û wêjeyî jî nivîsandine. Weke din min gelek lêkolîn li ser ziman, wêje, çand û kelepûra kurdî çêkirine. Di heman demê de helbest û nivîsên helbestvanên kurd yên mîna Melayê Cizîrî, Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj û stranên Koma Berxwedan û Şivan Perwer û stranên folklora kurdî bandoreke herî mezin li ser min kirine.

Armanca te ji lêkolînkirina jiyana hunermend û nivîskaran çi ye û te kengî dest bi vê yekê kiriye?

Di destpêka sala 2023’an de min dest bi vê pirojê kiriye û min li ser gelek helbestvan û hunermendên kurd ên navdar bi navê Çiraxên Huner û Wêjeya Kurdî bi zimanên erebî û kurdî pirtûkek nivîsandiye. Mebesta min ji van nivîsan ronîkirina kurtejiyana kesayetiyên hunerî û wêjeyî yên afirîner e ku bi pênûsên xwe yên zêrîn û tîpên xwe yên xweşik xizmeta gelê xwe û doza wî kirine û bi stranên xwe yên hêja, bi dengên xwe yên xweş û awazên xwe yên şêrîn pirtûkxaneya hunerî û çandî ya Kurdî dewlemend kirine. Ji bo ku ez bikaribim piçekî ji qencî û fedekariya wan vegerînim û wan teşwîq bikim. Her wiha ji bo berdewamiya çalakiyên wan û babetên ku min di weşanên xwe yên girêdayî jînenîgariya wan û çalakiyên wan ên hunerî û wêjeyî de behs kiriye, tenê dilopek ji kaniya wan ya efrîneriyê û ez ê berdewam bim di vê projeya xwe ya wêjeyî de ku li ser her bîst û yek çiraxên huner û wêjeya kurdî pirtûkekî biweşînim bi herdû zimanên kurdî û erebî.

Zehmetiyên ku derdikevin pêşiya lêkolînkirina jiyana wan kesayetên çi ye?

Zehmetiyên ku derdikevin pêşiya min ji bo lêkolînkirina jiyana wan kesayetên afirîner yek jê peydakirina agahiyên hunerî û wêjeyî li ser jiyana wan e, ya dumem jî hin ji wan pir caran ez têkiliyan bi wan re dikim heta ku hin agahiyan didin min astengî derdikevin pêşiya min. Ya siyem hin jê vê projê, piçûk dibînin û ya çaremîn bi taybet kesên çûyîn ser dilovaniya xwe, malbatên wan tu agahiya ser wan nizanin.

Çend berhemên te yên hunerî û nivîskariyê hene?

Çar dîwan ji helbestên kurdî hene tev li ber çapê ne. yek jê bi navê Evîna Welat e, ew jî ji 50 helbestên kilasîkî pêk tê. Berhemeke din bi navê Sîval e, ew 40 helbestên kilasîk û nûjen dihewîne nava xwe. Dîwanek bi navnîşana Qend û Pend jî heye, ew jî çend helbestên çîrokî dihewîne nava xwe. Dîwaneke din jî bi nasnavê Can û Rewan heye û 50 helbestên kilasîk hildigire nava rûpelên xwe. Her wiha pirtûkek li ser jiyana hunermend û helbestvanên kurd, bi navê Çiraxên huner û wêjeya kurdî, bi erebî û kurdî heye. Pirtûkek min ya din li ser bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi erebî û kurdî heye. Di heman demê de min pirtûkek ji kurteçîrokan bi zimanên kurdî û erebî derxistiye.  Her wisa pirtûkek di derbarê wergerandina Dîwana Helbestê ya Melayê Cezîrî ji tîpên Erebî bo tîpên latînî yên kurdî. Mixabin heta niha yek ji wan nehatine çapkirin, hemû li ber çapê ne. Min di sala 1990’î de ji koma Agirî ya Helebê re şanoyek bi navê Pez û Gur nivîsand û ji bo komên gelêrî û hunerî gelek nivîsên şanoyê nivîsandin. Şanoya “Eşqa mezin” ji bo koma Cûdî min nivîsand û gelek Skêç ji bo şanoger Bavê Elî nivîsandine. Kasêtek ji awaz û gotinê min û sitranên filiklorî û kevneşopî bi dengê min û alîkariya  (Hêvî,Şîlan û Diyala) min weşand. Ji helbestên min yên ku bûne sitran û girûpên hunermendên Cizîrê sitrandine ev in: Ey Rojava, Dêrik bûka bajara, Ey şehîd û Şehîd Xebat. Her wiha min bi dehan awaz û stran ji komên herêmê û hunermendan re çêkirine mîna Cemal Sadûn, Bavê Hêco, Ciwan Sebrî, Dilo Doxan, Bengî Agirî, Nûhad Yûsif, Hesen Dêrikî,Bengîn Neso, Hejal Elanê, Koma Cûdî- Koma Wanê ,Koma Evîn- Dêrik, Koma Agirî-Heleb, Koma Botan- Kobanê, Koma Engîzek- Efrîn û hwd… .

Di heman demê de gelek helbest û nivîsên min ji ber pêwîstiya ewlehiyê di warên wêjeya kurdî û rojnameyên wekî Dengê Kurdistanê, Rewşen, Torevan, Doza Karker,Ronahî, Sor Gul û malpêran de bi navên veşartî de hatine weşandin. Min gelek bawernameyên pesindan û afirînerî ji malpêr û dezgehên hunerî wergirtine. Wekî din jî ez niha endamê Hevgirtna Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, HRRK’ê me û hem jî endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê me.

Post Views: 149
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.