Birûc Resûl/Qamişlo
Berdevka Aboriya Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê Suriyê Gulê Murad diyar kir ku ew li gorî pêdiviyên civakê tevdigerin û wiha got: “Rêber Apo dibêje ku aboriya bi destê jinê ava bibe, aboriyeke saxlem e, ji ber ku jin xwedî zihniyeteke paqij e û bi pêşketina welatê xwe difikire.”
Mirov bi rehetî dikare bêje ku rencbêra ewil jin e. Lewma di serdema berê de, mêran bes nêçirvanî û masîvaniyê kirine, kar û barên din tev li ser milê jinan ma ye. Jinan di her qadê de rola xwe pir baş lîstiye, di wextekî nêz de li gundan, şîrdotin û çêkirina berhemên wê di destê jinan de bû, rîs ristin, destar hêrandin, çandin û çinandina bostanan, dîzik çêkirin, tenur çêkirin. Lê piştî şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinê tê nasîn, êdî jin dixebite û azadiya xwe ya boriyê bi dest xistiye, bi wêrekî dixwaze xwe û zarokên xwe ji mêrê xerab dûr bixe û bi zarokên xwe re jiyaneke aram bijî. Lê ji ber ku mêr jinê weke mal û milkên xwe dibîne, vê yekê napejirîne û nikare qebûl bike.
Derbarêî piroje, kar û xebatên aboriya jin Berdevka Aboriya Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê Suriyê Gulê Murad ji Rojnemeya me re axivî.
Jin di qada aborî de
Gulê Murad di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Kongreya Star sîwanekî hemû jin dikarin cihê xwe tê de bigrin û karê xwe bidin meşandin. Her wiha gelek komîteyên Kongra Star hene; wekî Akademiyên perwerdehiyê û parestinê. Em jî wekî komîteya Aborî xebatên jin didin meşandin. Ji ber tê zanîn ku beriya şoreş jin di qada Aborî de gelek bê rol mabû hiştin, her wiha ji gelek qadan jî hatibû dûrxistin. Ji ber dewletên destheledar jin dûrî hemû qadan xistibû, mêrê serdest her tişt kirbû bin fermana xwe de û rê nedida ku jin tevlî qada aboriyê bibe. Ger em li dîrokê bi rengekî rast binêrin kesê herî serke yê ku aborî bi rêve dibir jin bû, yanî jin adaleta civakê bi her awayî diparast. Wateya peyva aborî di zimanê yûnanî de ekonomiye, ekonomê tê wateya zagonên birêvebirina malê, ya ku malê bi rêve dibê û pêwîstiyên wê pêk tîne jin e. Gava mirov li dîrokê jî vegere, di civaka xwezayî de jinê mal birêve dibir û çandinî ji cem wê dest pê kir, piştî çandiniyê gava berhem çêdibûn, tişta ku jê zêde diman radikir, da ku pêwîstiyên malbatê bi dest bixe.”
‘Piştî şoreşa Rojava careke din jin hêza xwe komî ser hev kir’
Gulê bal kişand ser hişmendiya zilam ya desthilatdar û wiha pê de çû: “Zilam bi hişmendiya xwe ya desthiladar herdem bi nêçîrê dihizirî û hêza xwe derdixist. Berûvajî vê yekê jin bi malbat û bi derdora xwe difikirî, ji her tiştî hewil dida pêdiviyên xwe pêk bîne wek; ji çermê lawiran cil û berg ji bo xwe û malbata xwe çêdikirin, her wiha berhemên ku bi riya sewalan derdikevin xist di bin xizmeta civakê de. Di dîrokê de kesê herî sereke ya ku debara civakê kirye Jin e, di heman wextî de Jin bû berdevka herî sereke ya civaka xwezayî. Piştî şoreşa Rojava careke din Jin hêza xwe komî ser hev kir û derbasî hemû xebatan bû ku di gelek qadên jiyanî de wekî siyaset, diblomasî û qadê çivakî de lîst. Ji lewra qada Aborî ji bo kesayeta Jin qadeke gelekî girîng bû ku karîbû edaleta civakê bi rêve bibe.”
Sîstema aboriya jin
Gulê murad di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di sala 2015`an de bi awayekî fermî komîteya Aborî hate avakirin. Niha di sîstema me ya nû de sîstema hevserokatiyê heye, yanî çiqas zilam evqasî Jin yek bê yê din nabê û herdû hev temam dikin. Niha Aboriya me ya xweser jî heye Jin bi xwe dikare biryar bide û bi xwe komîte-komperatîfa ava bikê, ji bo Jin gaveke gelek mezin e. Niha jî dema ku em diçin serdana malbatan em rastî gelek pirsgrîkên Aboriyê dibin. Pêwîst bû ku Jin bi xwe karê Aborî bi xwe bidê meşandin. Gava yekê dema ku me ji jinan re digot werin em pirojeyan avabikin, yan jî bibin xwedî aborî, neqebûlkirin li cem wan hebû. Ji ber ku ev jin di dema hikûme Şamê de ji mafê aboriyê bê par û bê biryar bû, di bin siya zilam de kar dikir. Herwiha hişmendiya baviksalarî ya ku bi hezarê salan jin di nav malê de hişt, tenê ew wek amûra anîn û xwedîkirina zarokan didît, ev yek bandoreke neyînî lê kiribû.”
Aboriya jin aboriyeke saxlem e
Gulê murad diyar kir ku kapîtalîzmê bandor li kesayeta jinê kiribû û wiha got: “Rêber Apo anî zima ku aboriya bi destê jinê ava bibe, abûriyeke saxlem e, ji ber ku jin xwedî zihniyeteke paqij e, hertim bi malbat û derdora xwe difikire û pêwîstiyên wan bi çi awayî pêk tîne, bi pêşketina welatê xwe jî difikire.”. Aborî bingehê avakirina hemû welataye, bi taybet demên niha de sedema êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo aboriyê ye, herwiha binesaziyên herêmê armanc girtin. Çawa ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi Şoreşa jinê tê naskirin, ji ber vê yekê pêwîst bû jin ji aboriyê bê par nemîne. Ji sala 2015’an de heya roja îro em di nav hewildan û lêkolînan de ne, da ku roj bi roj em aboriya jinê xurttir bikin û hijmara pirojeyan zêde bikin.”
‘Em ji bo pêdiviyên civakê kar dikin’
Gûlê da zanîn ku sîstema kapîtalîzimê her dem li gorî berjewendiyê xwe kar dike û civakê hewcedarî xwe dike û wiha domand: “Hemû mijarê ku girêdayî aboriya civakê be xwe li ser dike hêz û bi civakê re şer dike. Ji lewra em li gorî pêdiviyên civakê tevdigerin, ji xwe em wekî Kongra Star ji komînan pêk tên, komîn jî erkê wê yê sereke ewe dinava civakê de be û daxwaziyên wan bi cih bîne. Wekî mînak eger li taxekê pêwîstiya şîniyan bi firinekî hebe bê terdud em ava dikin, ji ber ku ev ji me tê xwestin ku em bi civaka xwe re bibin destek. Civak pirojeyan dide avakirin em jî di hêla maliyê de dibin arîkar. Mînak di her kompertîfekî de mecils heye, di meclisê de jî berdevk heye û em wek komîte jî danûstandin dinava me de hene. Her weha hin pirojeyên me yên cuda jî hebû, em niha dixwazin wan pirojeyên xwe dinava kampeyan de bi cih bikin, da ku gelê me jê sûd bigrê.”
Piroje
Berdevka Aboriya Kongreya Star ya Bakur û Rojhilatê Suriyê Gulê Murad di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îsal li herêma Şedadê û Tiltemir gelek bîr hatine kolandin ev jî di astek mezin de bi civakê re bû alîkar, ji vê gavê civak jî gelek kêfxweş û razî bûn. Dîse me pirojeya firneyan daye pêşiya xwe û em bawerin di demek nêz de van pirsgrîkan çareser bikin. Li helebê jî pirojeya sewaldarî me avakir ev gav jî gelek bi me re bû destek, ji xwe her kes dizane ku Heleb di bin rewşeke gelek hesas de ye, di heman demê de di warê çandiniyê de jî li Helebê hin gav hatine avêtin. Ya din jî me pirojeya enerjî dabû pêşiya xwe di astekî de me karî li gorî derfetan em xwe bi rêxistin bikin. Di aliyê perwerdehiyê de jî em dixwazin gelek gavan bavêjin ji ber ku pirsgrîkên hişmendiyê hene, hin kes xwe ayidî Abûrî nabînin, hin kes hene dibêjin ev ne karê me ye karê Rêveberiyê ye. Ji lewra pêwîst e em hemû bi hev re bibin arîkar û xebatên xwe yên Aborî derxin hêza herî bilind.”