Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Dermansazên Reqa Êrîşên Dewleta tirk a li ser Navendên Tenduristiyê Şermezarkirin

20/08/2024
in NÛÇE
A A
Yekîtiya Dermansazên Reqa Êrîşên Dewleta tirk a li ser Navendên Tenduristiyê  Şermezarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Yekîtiya Dermansazên reqa û Desteya Tenduristiyê a li kantona Reqayê êrîşên Dewleta Tirk a li derdora Nexweşxaneya Dil û Çav a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê şermezarkirin.

Diyana Mustefa/REQA

Duh derdora nexweşxaneya Dil û Çava a bajarê Qamişlo ji aliyê dewleta tirk ve hate hedefgirtin, û Şehîd û birîndar çebûn û ziyan gihîşt derdora nexweşxaneya ku xizmeta hemû herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dike.

Yekîtiya Dermansazên Reqa û Rêveberiya Tenduristiyê kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin, ku tenê bi jêrzemîn sînordar nebûn, niha nexweşxane û sivîlên dikin hedef.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Yekîtiya Pîşesazên Bijîşkan a bajarê Reqayê Radwan El-Elî ve hat xweandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Tirkiye êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê zêde kir, piştî ku nekarî nakokiyan di navbera pêkhateyên gelê me de derxe, Bi taybet herêmên Dêrezorê ku xwedî cewherê eşîrtiyê ne.

Di encama têkçûna wê de, vegeriya bi balafirên bê mirov, ku bi rêya wê jêrzemîn û navendên jiyanî xistin û duh jî nexweşxaneya Dil û Çavan a li herêma Qamişlo kir hedef.”

Armanckirina nexweşxaneya dil û çav a bajarê Qamişlo bû sedema şehîd, birîndaran û ziyan gihîşt derdora nexweşxaneya ku bi xizmetên bijîşkî hemû herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dike Di çarçoveya hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo berfirehkirina xeleka dagirkeriya xwe ya li herêmê û lêxistina projeya neteweya demokratîk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin.

bombebaran gelek navendên xizmetguzariyê û milkên sivîlan kirin armanc, ev alozî piştî têkçûna di berfirehkirina êrîşên xwe de li ser herêmê pêk hat, û armanc ew e ku xelkê sînordar bike û navendên girîng, bijîşkî û xizmetguzariyê ji têk bibin, ev êrîş dibin tawanên şer û tawanên dijî mirovatiyê ye.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji ber binpêkirinên Tirkiyeyê yên li herêmê berpirsyar bin û bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî dikin ku dawî li van binpêkirinan bîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.