Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rêber Apo hêviya azadiya jin û gelan e’

20/08/2024
in NÛÇE
A A
‘Rêber Apo hêviya azadiya jin û gelan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rîhan Temo diyar kir ku wê tevahiya jinên kurd heya dawiyê tekoşîna xwe dewam bikin û azadiya Rêber Apo a fîzîkî mesoger bikin û wiha got: “Rêber Apo hêviya azadiya jin û gelan e.”

Di 10`ê Cotmeha 2023`an de li qada navneteweyî bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ pêngav hatiye destpêkirin. Mirovên çep, sosyalîst, demokrat, azadîxwaz, yên xwedî exlaq û wijdan û saziyên demokratîk pêngavekî bi vî rengî dan destpêkirin û ev yek pir bi wate ji tevahî cîhanê re hat dîtin. Rabûna li dijî tecrîdê di heman demê de tê wateya xwestina çareseriya pirsgirêkan.

Di çarçoveya Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ Berdevka Komîteya Têkilî û Itîfaqiyên Siyasî yên Netewa Demokiratîk ya Kongra Star Rîhan Temo ji Rojnemeya me re axivî.

‘Em dibînin ku hêzeka mezin heya li derdora fikirê Rêber Apo’

Rîhan Temo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Pêngava azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ji dema ku hat ragihandin heya roja îro, her kesekî ku ji bo azadiya Rêber Apo xebat û çalakî dan meşandin wekî jin. Ciwan, zarok, kesên demokirat, rewşenbîr, siysetmedar, hunermend, kesên azadîxwaz, kesên sosiyalîst yên ku ji bo azadiya tekoşînê didin meşandin û keda wan di vê pêngavê de em bi rêzdarî silav dikin. Her wiha em dibînin ku hêzeka mezin heya di derdora fikir û felsefeya Rêber Apo, êdî her kes peşdar dibe û gor wê jî tevdigerin. Bi fermî ji bengava ku bi duruşmeya ‘ji Rêber Apo re Azdaî, ji pirsgirêkên kurd re çareseriya siyasî’ salek derbas dibe, lê beriya pêngavê jî çalakî û xebat ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê wê dihat meşandin, her çiqas dewleta tirk a dagirker tecrîd li ser Rêber Apo girantir dike ewqas tekoşîn û berxwedaniya gelê kurd û dostên wê mezintir dibe. Em wekî jin vê pêngava azadiya Rêber Apo ya fîzîkî heya astekî bilind em dikarin baş binerxînin, lê ji bo ku em hîn bihtir vê pêngavê bi encamneame û azadiya Rêber Apo a fîzîkî mesoger bikin, pêwîste em bi awayekî hîn aktîftir tevbigerin û asta tekoşînê bilindtir bikin.”

Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî

Rêhan diyar kir ku fikir û felsefeya Rêber Apo gelek guhertin û veguhertin li cem jinan da avakirin û wiha got: “Em di cîhanekê de jiyan dikin ku dagirtî kirîz, şer, pevçûn ku çareserî di navde winda ye û sîstemên heyê li ber têkçûnê ne, di heman demê de sîstema Netewdelet ya ku cewher, reng û hebûne xwe winda kiriye li hemberî nazadiya mirovan û îradeye wan, her wiha di kirîza heyî de fikir û felsefeya Rêber Apo buye çareserê ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re, ji ber ku tekoşîn û xebatê Rêber Apo di îmraliyê dide meşandin li hemberî van sîsteman, ji ber felsefeya Rêber Apo xwediyê çareseriyê ye, ji lewra dewletên dagirker naxwaze Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, ji ber ku tirsa wa ji fikir û felsefeya Rêber Apo heye. Rêber Apo bi tekoşîn û îdolojiya xwe azadiya jinê bingih girt û wekê lingê bingihîn yê felsefeya xwe dibîne û her tim ji bo azadiya jinê bang dike. Ji ber vê yekê ev sîstemên kirîz di nava xwe de jiyan dikin, her dixwazin tecîdê li ser Rêber Apo girantir bikin, ji ber wekî xeteriyekî li ser xwe dibînin û naxwazin ku jin azad bijî her dixwazin di nava koletiyê bijîn, her wiha di roja me ya îro em dibînin ku felsefeya Jin, Jiyan, Azadî belavî tevahî cîhanê buye û her jinek li ser vê duruşmeyê xwe qazanc dike.”

Perwerdeya xwendina pirtûkên Rêber Apo      

Rîhan Temo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di Kongireya Kongra Star a 9`mîn de biryare hate dayîn ku komîteyên ji azadiya Rêber Apo ya fîzîkî were avakirin. Her wiha ev komîta li ser asta navendî de hat avakirin û ji gelek rêxistin û komîte di nav de cih digirin, niha jî di nava kantonan de ev komîta tê avakirin. Armanca avakirina komîteya azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ew e ku pilansaziya 2 mihan ji bo kar û xebat û çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Apo were li darxistin ku em karibin bi awayekî xurt û aktîf ev pêngav bi encam be. Di heman wextî de em girîngî didin perwerdeyên li ser felsefeya Rêber Apo da ku hîn zêdetir were fêmkirin û belav bibe, ji ber vê yekê grûbên xwendinê li hemû bajaran hatin vekirin, pirtûkên ku tên xwendin û di heman demê de li ser tên nîqaş kirin, Jin û Malbat, Pariznameyên Rêber Apo, Sosiyalojiya azadiyê ya ku herî zêde kirîzên civakê têde tê nerxandin, kirîza kesayet, kirîza azadiyê, ev pirsgirêkan têda tê nîqaş kirin û di heman wextî de çareseriyê jê re tê dayin.”

Rêber Apo dibêje;‘şerê li ser jinê tê kirin xetierya herî mezine’

Rîhan balkişand ser çalakiyên ku bi pêşengiya Kongra Star ji bo azadiya Rêber Apo a fîzîkî tê li darxistin û wiha got: “Di nava kar û xebatên me te gelek çalakî tên li darxistin û xebatên sereke yên ku em girîngiyê didinê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, ji ber vê yekê gelek meşên girsayî bi pêşengiya Kongra Star hatin li darxistin, ya din jî li ser dijîtal mediya, qenalê You Tube û Twîter cihên ku gel herî zêde dişopîne bernameyên ku li ser ramanên Rêber Apo û jiyana wê em parvedikin. Ji ber vê yekê tekoşîna ku li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin di xezmeta azadiya Rêber Apo a fîzîkî de ye. ji bilî van jî konferans û konvedan ji bo azadiya Rêber Apo tên li darxistin. Em tevahî jin heya dawiyê tekoşîna xwe em ê dewam bikin, ji ber ku Rêber Apo dibêje;‘şerê li ser jinê tê kirin xetierya herî mezine’ li ser vê bingihê em ê asta tekoşînê bilin bikin ku tundî û koletî têkbiçe.”

mirina zagon û maf

Berdevka Komîteya Têkilî û Itîfaqiyên Siyasî yên Netewa Demokiratîk ya Kongra Star Rîhan Temo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di pêngava azadiya Rêber Apo a fîzîkî de, pêwîste têkiliyê me di her aliyê û dervede xurtir bibin, bi taybet di aliyê tendirostiya wî de û bi rêxistinên mafê mirovan re, ji ber ku ev tecîda li ser Rêber Apo tê meşandin û li îmraliyê tê jiyan kirin mirina zagon û mafe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.