Diyana Mistefa/ Reqa
Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Civîna xwe ya (105) ji bo guftûgokirina guhertina hin qanûnên meclîsên deste, rêxistinan û rêbazên tawanan li dar xist.
Di civînê de Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, Hevserokên 7 Meclisan û Meclîsa Gel a Demokratîk ya kantona Reqayê amade bûn.
Piştre protokola rûniştina berê (104) ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Demokratîk a Gelan Yasir El Silêman ve hate xwendin.
Pêşniyara tayînkirina Îmad El-Kerref ji bo Serokatiya hevpar a Komîsyona ~Dada~ Civakî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê hate qebûlkirin. Ziyad Rustem û Amal Xuzeym wek hevserokên Desteya Enerjiyê li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê hatin qebûlkirin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdan dest pê kir
Di sala 2024’an de hate erêkirin ku navê meclîsên desteyên Rêveber û komîteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji madeya 1’ê
biguhere. Di destpêkê de li ser yasaya hejmar (8) ya ku ji (15) madeyan pêk tê dest pê bike, ji ber ku yasa mafê hemû deste, nivîsgeh û komîteyên cîbicîkar ên Rêveberiya xweseriya demokratîk li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê garantî dike û xwe li ser bingeha meclîsan birêxistin bikin û li gorî peymana civakî meclîsan ava bikin û ji sê parên duyem endamên wê û hevserokatiya meclîsên bajarok, bajarokan, civînên meclîsan rewa, bajar, herêm û endamên meclîsên gel in amade bin”. Ji (15) made bi yekdengî hatin diyarkirin û ev yasa piştî ku ji aliyê Dadgeha Peymanên Civakî ve hat guhertin ket meriyete.”
Di Derbarê Qanûna Guherandinên Cezayê de jî ji bo ku ji komîteyeke pispor re were pêşkêşkirin û pêşniyar bên pêşkêşkirin, pesendkirina wê hat taloqkirin.”Piştî wê jî dê guhertinên di qanûna rêxistinan de bên gotûbêjkirin, ku li gor wê Destûra Karûbarên Civakî û Karkeran hat jêbirin û ji Ofîsa Rêxistinê hat cudakirin, destûr ji bo maweya şeş mehan hat dayîn û ji bo saleke temam hat guhertin xal Jimare (2) xala (9) ya qanûna rêxistinan, xala (25.10) ya zagona rêxistinan hat guhertin. Ew bi yekdengî hate pejirandin û ji roja guhertina wê ve tê hesibandi






