Şêniyên bajarê Reqayê di bin konê Sersaxiyê yê Şehîd Xezal El-Elî de, soza berdewamkirina rêya Şehîdan, parastin û rizgarkirina axa xwe ji bin destê dagirkeran dan.
Diyana Mistefa/Reqa
Meclisa Malbatên Şehîdan, Gelê Reqayê û Saziyên Sivîl û Leşkerî Sersaxî ji malbata Şehîd Xezel El-Şêx Elî yê ku li bajarê Reqayê di encama nexweşiyê de Şehîd bibû, xwestin.
Di bin konê Sersaxiyê de Ji bo giyanê Şehîdan deqeyek rêzgirtin hate girtin û piştre li ser navê Meclîsa Giştî ya Reqayê Hevserokatiya Meclisa Şehîd Mustefa El-Nekzî Felek El-Nekzî ve axaftin hate kirin û wiha got:”Em her roj xwîna Şehîdekî dirijînin û ji her Şehîdekî em bawerî û hêzê digirin û her roj em soz û girêdana xwe bi xwîna şehîdan re nû dikin û soz didin ku em ê heta dilopa dawî ji xwîna xwe şopdarê rêya wan bin”.
Li ser navê Şêniyên Reqayê endama Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Mihemed axivî û got:”Bi navê Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê em Sersaxiyê ji xwe û malbata Şehîd Xezal re dixwazin”
Kerem Mihemed got:”Em ê destkeftiyên Şoreşa xwe biparêzin û li dijî dagirkeriyê şer bikin û li ber xwe bidin û heyanî azadiyê li pey doza şehîdên xwe bin.
Di dawiya merasîmê de malbata şehîd soza berdewamkirina rêya kurê xwe yê Şehîd da û gotin ku heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê em ê, li ser şopa wî bimeşin.






