Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Nivîskaran Dîwana Berhemên Giştî yên Hadî Behlewî îmze kir

18/08/2024
in Uncategorized
A A
Yekîtiya Nivîskaran Dîwana Berhemên Giştî yên Hadî Behlewî îmze kir
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Dîwana Berhmên Giştî ya helbestvanê kurd Hadî Behlewî bi ahengeke wêjeyî û amadebûna gelek nivîskar û rewşenbîran li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo îmze kir.
Îro Yekîtiya Nivîskaran bi ahengekek wêjeyî, çapa duyem ji Dîwana Berhemên Giştî ya Hadî Behlewî îmze kir.
Herwiha Dîwana Berhemên Giştî, 3’ê dîwanên helbestan dihewîne nava xwe, yek jê bi navê ‘Wê Sibe Bê’, ya din jî bi navê ‘Ji Dil’ û berhemeke din jî bi serenavê ‘Ristek Janên Hûnayî’ ye.
Naveroka helbestên her sê dîwanên wî li ser evînê, welat, welatparêziyê û hwd… e û wî bi rêbazê nûjen û kilasîk nivîsandiye.
Hêjayî bibîranînê ye ku dîwana giştî ji berhemên wî ya çapa duyem bi tevkariya helbestvan Dilawer Zengî û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê hatiye berhevkirin û îmzekirin, hem jî ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, ya sala 2024’an e.
Bi vê boneyê jî bi çalakiyekê, dîwan hate çapkirin, di destpêkê de hemû kesên beşdar tevlî xuleka rêzgirtinê bûn.
Piştre bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Qadir Egîd wiha axivî: “Di serî de em weke Yekîtiya Nivîskaran sipasiya Dilawer Zengî dikin ku erkê berhevkirina dîwanên Seydayê Behlewî avêt ser milê xwe. Gelek mînak ji helbestvan û wêjevanên kurd hene, mixa bin ji ber mijara nenivîsandin û bêbelgekirinê berhemên wan winda bûne. Behlewî jî yek ji wan kesan bû ku hin helbestên wî hatine windakirin. Armanca me ji komkirina helbestên wî, herwiha çapkirina dîwanên wî ew e ku em hest û xebata wî biparêzin. ”
Piştre jî keça Hadî Behlewî, Sîlva wiha got: “ Bi navê malbata xwe tevî, ji dilekî geş em spasiya we dikin, wefadarî, xebat û amadebûna we tiştekî pîroz e. Bi çûyîna bavê min, min got êdî ronahî ji jiyanê bar kir, lê bawer bikin Hadî Behlewî hertim zindî ye û bi me re ye. ”
Di berdewamiya ahengê de helbestên Behlewî û Melayê Cizîrî ji aliyê helbestvan Mihemed Eşref û Zara Xelo ve dihatin xwendin.
Di heman demê de helbestvan Dilawer Zengî wisa peyvî: “ Tişta ku helbestvan Behlewî dikir tu helbestvanên me nikarîn bikin. Ez û wî ji demeke dirêj ve rêhevalê jiyanê bûn û danû standinek kûr di navbera me de hebû. Ji sala 2010’an ve dema ku ew ji herdu çavan kor bû helbesta kurdî di serê xwe de dihûnand û ji min re bi deng dişand û min jî dinivîsand. Di wateyeke kûr û bi gotineke kurt, ew şahsiwarê helbesta kurdî bi terzê kilasîk û nûjen bû.
Herî dawî hejmarek ji dîwanên îmzekirî li kesên beşdar hatine belavkirin.
Hêjayî gotinê ye ku helbestvan Behlewî di 16’ê Gulana 1948’an de, li gundê Girzîn yê girêdayî bajarê Qamişlo ji dayik bûye.
Hadî Behlewî ji sala 1965’an ve dest dest bi nivîsandina helbestan kir û bi herdu zimanên erebî û kurdî dinivîsand.
Herwiha ew di sala 1967an de, li Zanîngeha Helebê fakulteya zimanê erebî xwendiye.
Helbestvan Hadî di 18’ Tebaxa sala 2021’ê de, li bajarê Qamişlo ji ber nexweşiyekê koça dawî kir, lê hestên wî ji gelê kurd re ma.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.