Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Salek û 2 mehan de çi bi serê Elî Welî hat?

18/08/2024
in Uncategorized
A A
Salek û 2 mehan de çi bi serê Elî Welî hat?
Share on FacebookShare on Twitter

“Destên min ji pişt ve kelepçe kirin, kehrebe dan laşê min, bi wêneyên xwîşka min gefa sîxurtiyê li min û malbata min kirin”. Elî Welî yê 17 salî bi van gotinan pêkanînên leşkerên Tirk û çeteyên wan vegotin.

Elî Welî (17) ku piştî salek û 2 mehên di nava girtin, revandin û îşkenceyê de derbas bûn gihîşt malbata xwe, tiştên bi serê wî hatine  vegotin.

Elî Welî, ji navçeya Dirbesiyê ya kantona Cizîrê ye; 22’yê Hezîrana 2023’yan dema ji bo tedawiya xwîşka xwe ya nexweşa otîzmê hewl dida di ser Tirkiyeyê derbasî Ewropayê bibe, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat girtin. Welî 9 mehan li Girtîgeha Mêrdîn û Erzînganê hate hiştin. 12’ê Adara 2024’an piştî danişînê hat berdan, lê li ber deriyê girtîgehê ji aliyên kesên rûgirtî ve hat revandin. Paşê derket holê ku ew radestî çeteyên li Girê Spî hatiye kirin.

Çend roj piştî revandinê hin kesên bi Tirkî û Erebî diaxivîn û xwe wek endamên îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) didan naskirin, li malbatê geriyan û li dîmenên îşkencekirina Elî, gefên sixûrtiyê li wan kirin.

Elî Welî 5 mehan di destê çeteyan de ma û piştî ku malbatê 9 hezar û 800 dolar fîdye dan çeteyan 4`ê Tebaxê (2024) hat berdan.

Li girtîgehê koma sîxûran

Elî diyar kir ku dema ew ji Rojava derbasî Bakûrê Kurdistanê bûye 3 rojan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ma ye û paşê xwestiye derbasî Stabolê bibe, lê garajê aliyê leşkerên Tirk ve hatiye girtin. Elî, destnîşan kir ku di dema lêpirsînê rastî îşkenceyê hatiye û piştre ew birine girtîgeha Mêrdînê.

Li gorî gotinên Elî, piştî mehekê di girtîgehê de komek ji 4 mêr û jinekê yên Ereb pêk dihat hatine cem wî û gefên sîxurtiyê li wî û malbata wî kirine. Elî got: “Wêneyên malbatê nîşanî min dan û gotin `Em ê bi wan re pêwendiyê çêbikin. Li ser QSD`ê û gel biaxive, agahiyan bide me.` Min ji wan re got ez tiştekî nizanim. Gotin `Tu dê zirarê bibînî’.”

Bi wêneyên xwîşka wî ya nexweş gef lê xwarin

Elî Welî destnîşan kir ku heman komê 3 carên din jî hatiye cem wî û vê carê bi wêneyên xwîşka wî ya nexweş gef lê xwarine û wiha dom kir: “Dixwestin ez bi bavê xwe re biaxivim û digotin `Bila bavê te bi me re kar bike.` Bi telefonê li bavê min geriyan û telefon da min.  Çawa min bi zimanê Kurdî slav da bavê xwe, telefon ji destê min girtin. Ew bi bavê min re axivîn û gefa sixûrtiyê lê xwarin û gotin `Ger tu bi ya me nekî wê zirar bigihîje lawê te, em çi jê bikin serbest in. Em dixwazin tu agahiyan bidî me û bi me re kar bike.` Li wir li min dan.”

Radestî çetayan hate kirin

Elî da zanîn ku 5 mehan li girtîgeha Mêrdînê maye, piştre jî wî dişînin girtîgeha Erzînganê û 4 mehan li wir hatiye hiştin. Piştî 9 mehên di nav gef û zextan de Elî Welî derxistine dadgehê û serbest hatiye berdan. Lê li pêşiya girtigehê ji aliyê kesên rûgirtî ve hatiye revandin. Elî anî ziman ku kesên ew revandin ji wî re gotine; “Em ê te bibin kampa Rihayê.” Serpêhatiya xwe di vê demê de Elî wiha vegot: “Ez birim kampê, lê piştî 2 saetan ez xistim sayerekê û anîn ber deriyê sînor ê Girê Spî. Gelek leşker hebûn, 2 seyareyên çeteyan hatin. Wêneyên min girtin, hemû agahiyên min tomar kirin û şandin.”

Li herêmên dagirkirî heman koma sîxûran

Li ber deriyê Girê Spî Elî Welî bi awayekî ku çavên wî hatine girtin, xistiye seyareyekê û birine. Elî rewşa piştî wê bi van gotinan anî ziman: “Ji axaftinên wan min fêm kir ku ew cih aliyêkî Sûriyeyê bû. Ez gelekî tirsiyam. koma ku li girtîgehê gef li min kiribûn, dîsa hat cem min. Paçê li ser çavên min rakirin û dîsa gef li min xwarin. Gotin `me tû aniye vir, ev der cihekî dûr e û parêzerê te jî pê nizane. Ji bo te nikare tiştekî bike. Heke vê carê te û malbata xwe alîkariya me nekir, em ê vê carê îşkenceyê li te bikin û te bikujin.”

‘Îşkence kirin û dîmenên min kişandin’

“Destê min Jİ pişt ve kelepçe kirin, kehrebe dan laşê min” Elî bi van gotinan bal kişand ser îşkenceya çeteyan û wiha dom kir: “Gotin `Em ê te bibin cihekî, eger te bersivek rast neda em ê te bidin ber kehrebeye, fermana kuştina te jî bi me re heye.` Çavên girtin û dîsa ez birim cem deriyê sînor ê Girê Spî. Ew koma MÎT`ê hat, bi xortoman li min dan. Xwîn ji dev û pozê min hat. Ez gelekî êşiyam, derbeyek ji serê min xistin û ez ji ser hişê xwe çûm. Dîmenên min kişandin û ji malbata min re şandin. Ji min re gotin `Me 3 roj dan bavê te, eger bi me re alîkar nebe, em ê te bikujin.”

41 rojan di hûcreye de hiştin

Piştî îşkenceya li ber deriyê Girê Spî, Elî Welî dîsa vegerandine girtîgeha çeteyan û 41 rojan di hûcreyekê de hatiye hiştin. Li gorî Elî, li vir di laşê wî de nexweşî derketine, lewma çeteyan ew biriye girtîgeha navendî ya komên çeteyan û ji wir jî wî şandine Serêkaniyê. Komên çeteyên li vir ji malbata Elî Welî 9 hezar û 800 dolar fîdye xwestine. Piştî malbatê fîdye da, Elî Welî bi rêya qaçaxçiyan derbasî Dirbêsiyê hatiye kirin.

‘Kesên dixwazin biçin ewropa bila li halên min binêrin’

Elî Welî di dawiya vegotina serpêhatiya xwe de diyarkir ku kesên dixwazin biçin Ewropayê bila werin li halê wî binêrin û got: “Ewropa ti feyde li me nake, ez vegeriyam welatê xwe û ez ê li ser axa xwe bim.  Poşmanim, careke din ez dernakevim.”ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.