Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşeng û têkoşerê kurd; Şehîd Zekî Şengalî

18/08/2024
in Uncategorized
A A
Pêşeng û têkoşerê kurd; Şehîd Zekî Şengalî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Şehîd Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ji bo rêxistinkirina Civaka Êzidî û avakirina hêza parastina wê pêşengtî kir. Ked û pêşengtiya wî di nava civaka Êzidî de cihekî mayinde avakir. Îro jî li ser şopa Mam Zekî  gelek ciwan ji paratin û avakirina Şengalê kar dikin û ala Mamê xwe hildidin.

Zekî Şengalî(Îsmaîl Ozden) di 28’ê Çileya sala 1952’an de li navçeya Batmanê Qubînê, li gundê Şahsimê yê Bakûrê Kurdistanê ji dayik dibe. Mîna gelê malbatên Êzidî sala 1969’an, ji ber zulma dewleta Tirk a dagirker neçar dibe berê xwe bide Ewropayê .Di ciwantiya xwe de dilê wî ji bo azadiya civaka Êzidî û bi giştî gelê Kurdistanê lê dide. Piştî xebatên di nava civaka Êzidî û Kurdistaniyên li Almanyayê de, sala 1987’an bi awayekî fermî beşdarî nava refên têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe.

Zekî Şengalî di sala 1990’î de li bajarê Almanyayê Sellê ji ber xebatên rêxistinî, tê girtin û demeke dirêj di zindanê de dimîne. Tevî hemû zext û gefan jî, Zekî Şengalî tu gavan paşde navêje û bi biryardariyeke mezin meşa xwe ya ji bo azadiya gelê Kurdistanê dewam dike. Ji ber sekn û kesayeta wî ya şoreşgerî, di serî de endamên malbatê, bandorê li kesên li derdora xwe jî dike. Kurê Zekî Şengalî, Qasim Ozden bi nasnav Sîpan û xwarziya wî Xanê Esmer Demîr di nava refên têkoşîna azadiyê de şehîd dibin.

Piştî salên dirêj ji jiyana Ewropayê, Zekî Şengalî di sala 1999’an biryarê dide ku vegere welat. Rawestgeha wî ya pêşî jî Başûrê Kurdistanê, cih û warên pîroz ên civaka Êzidî bû. Wî li Şengal, Şêxan û gelek deverên din, ji bo karên civaka Êzidî bi rêxistin bike, ket nav hewldanan. Herî dawî jî sala 2014’an piştî Fermana 3`yê Tebaxê, berê xwe dide Şengalê û wek endamekî Koordînasyona Civaka Êzidî beşdarî xebatan dibe. Di nava 4 salan de, mohra xwe li gelek kar û xebatên pîroz dan. Ji ber hezkirina zêde, civaka Êzidî li Şengalê ew wek ‘Mam Zekî’ bi nav kir.

Piştî rêwîtiya 39 salan a ked û fedekariyê, Îsmaîl Ozden ango Mam Zekî Şengalî, 15’ê Tebaxa 2018’an li herêma Geliyê Şilo, di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de, şehîd bû.

Ked û pêşengiya Mam Zekî, di nava civaka Êzidiyan de cihekî mayinde avakir, ew bû Mamê Êzîdxanê û di dilê Êzidiyan de hêlîn çêkir. Îro jî bi sedan Zekî Şengalî di nava hêz û saziyên Şengalê de ala Mamê xwe hildidin û têkoşînê bilind dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.